Bê YNK nabe!

Li Başûrê Kurdistanê 177 rojan piştî hilbijartinan jî hikûmet ava nebûye. PDK bi tena serê xwe herêmê bi rê ve dibe. YNK dibêje, ti pirsgurêka sereke ya herêmê û tevahiya Başûrê Kurdistanê bêy wê çareser nabe.

Cîgirê Rêveberê Malbenda 3´yê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê, Dr. Rêbwar Îsmaîl PDK hişyar kir û got; “Heger PDK hewl bide bi rêya hinek kursiyên bêeyar yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê li Parlamenê derbas bike, wê bibe pirsgirêk û divê xwe ji pirsgirêkan biparêze.”

Li Başûrê Kurdistanê ev 177 roj di ser hilbijartina Parlamena Herêma Kurdistanê re derbas dibin. Heta niha li ser avakirina kabîneya nû, hikûmeta ku wê ji PDK’ê û YNK’ê bê avakirin, herdu aliyan li hev nekiriye.

Piştî hilbijartina Başûrê Kurdistanê ya 30’ê Îlona 2018’an PDK û YNK bi kêmanî bi dehan caran ji bo ku hikûmetê ava bikin, hatin cem hev, lê heta niha di navbeyna du partiyan de lihevnekirinek çênebûye û PDK bi tena serê xwe Başûr bi rê ve dibe.

PDK û YNK bi taybetî li ser mijarên walîtiya Kerkûkê, Wezareta Dadê ya li Hikûmeta Navendî ya Iraqê û li ser serokwezîrtiya herêmê li hev nakin. Herî dawî rayedarên her du partiyan hatim cem hev û 4’ê Adarê di navbeyna Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl de peymanek hate îmzekirin. Lê hîna pirsgirêk nehatiye çareserkirin.

Daxwaza desthilatdariyê ya YKK´ê

Cîgirê Rêveberê Malbenda 3´yê ya YNK´ê ya Hewlêrê, Dr. Rêbwar Îsmaîl ji got; “Nakokiya sereke ya me û PDK’ê ew e ku divê di biryardayînên girîng ên weke saziya peywendiyên derve, Kerkûk, asayîş, Wezareta Hundirîn û peywendiyên bi Bexdayê re desthilatdariya me hebe. YNK dixwaze desthilata wê di wan saziyên biryardayînê de hebe. Weke nimûne, em nizanin çawa neft tê derxistin û tê hinardekirin û çawa tê firotin. Herwiha nayê zanîn pereyê neftê çawa didin Wezareta Darayî. Lewma, çima ev saziyên niştîmanî tenê di destê PDK’ê de be? Çima di destê hêzeke din de nebe? Pirsgirêka me ya sereke ew e ku em di biryardayînan de aktîf bîn. Beşdarên rasteqîn bin di peywendiyan, neft, gaz û Kerkûkê de ku bêyî YNK’ê çareser nabin.”

Yasaya serokatiya herêmê jî bê lihevkirin nabe

Dr. Rêbwar Îsmaîl eşkere kir ku nîvê dengên Kerkûkên yên wan in û ev pirs kir; “Çima walîtî ne ji me be? Divê xwedî biryar bin.” Dr. Rêbwar Îsmaîl têkildarî sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê li Parlamena Herêma Kurdistanê bêyî beşdariya YNK’ê jî wiha axivî; “Em hemû dizanîn ku serokatiya Herêma Kurdistanê û yasaya wê mijareke nîştimanî ye û divê lihevkirin li ser were kirin. Heger PDK hewl bide bi rêya hinek kursiyên bêeyar vê yasayê derbas bike, divê xwe ji pirsgirêkan biparêze. Li Kurdistanê YNK hêzeke mezin e, bêyî YNK’ê ti biryar wê bi ser nekevin.”

Li ser heman mijarê me xwest em nêrînên rayedarên PDK’ê jî bigirin, lê nexwestin li ser vê mijarê biaxivin. Tenê Endamê Şandeya Danûstanker a PDK’ê Firset Sofî bi rêya telefonê got; “Ez qet nikarim li ser mijara avakirina hikûmetê biaxivim. Lewma li gorî min baş e ku hûn li gel endamekî din ê şandeyê biaxivin.”

  ROJNEWS / HEWLÊR

Yazarın diğer yazıları

    None Found