Bêalîbûna li aliyê desthilatdariyê

Gelek caran peyva bêalîbûnê weke xisleteke çê di civaka me de ku di nava pêncên “ji me çêtirkan” de fetisiye, xwe dide der. Lê belê ev peyv mîna ku diyar e bê guneh nîne. Bêalîbûn peyvek e ku li ser maneya wê û tişta ew îfade dike, gotareke aktuel heye, maneya wê tê mizakerekirin; di vê gotarê û van mizakereyan de dewlet û îdeolojiyên sereke yên dewletî xwedî rola diyarker in. Pê re jî sêwirandina fîktîf a dîrokê, qalibên rûniştî yên fikrî û peyvî yên mîna “modern”, “bipêşketin” û gelekên din ên bi maneyê subjektîf barkirî, lê weke ku ne wisa bin ji bo xapê û nexasim xapandina têgihan û îdraqa mirovî tên bikaranîn, di vê pêvajoyê de kartêker in.

Ango tişta em pê re rûbirû ne, ji ya diyar gelekî komplekstir e: Bêguneh, bêguneh nîne, bêalî jî bêalî nîne. Armanca sereke ya afirandina vê îdraqê gelekî girîng e di bikaranîna peyva/sifetê bêalî de. Divê mirov bi îhtîmam zanibe pê dakeve, lê bi hizire, biponije û di dawiyê de bi encamên rast ji hev derêxe. 

Kî vê peyvê bi vî rengî dixe nav bazara gotarên civakî û siyasî? Di peyvenda Kurd de ev yan dewlet in yan jî aktorên hevgirê dewletekê ne yan jî aktorên di ser dewletan re û yên transdewletî ne. Di nava van dewletan de yên dagirker ên herî xeşîm in û mirov di cih de tê derdixe ka ew li ku dera meseleyê ne û xelk jî wisa tê digihîje. Dema dewleta Tirk vê peyvê bi israr bi kar tîne, dixwaze bibêje, wî aliyî negirin ku muhtemel e desthilatdariya min sînordar bike û heta li hin mekanan tine bike. Naxwe dema ku di saziyên xwe yên televizyonê de cih bide Kurdî û kanalên televizyonê yên li derveyî xwe qedexe bike, mirov dikare maneyeke din a çawa bidiyê.

Lê belê ev peyv bi serê xwe ji bo tevgereke azadiya civakî, tevgereke azadiya cinsî yan jî tevgereke azadiya neteweyî vediguhere tehlûkeyeke sereke dema di nava wê de jî ferd û civatên cihê wê qebûl dikin, maneyên li derve afirandî lê bar dikin. Ev jî ji dewletên dagirker, desthilatdariyên yekser muxatebê pirsgirêkê, kêm tê. Ji ber antoganîzma heyî, ev fikr bi pirranî marjînal dimînin. Ji ber wê jî ev dewlet yan jî hêzên desthilatdar afirandina nasnameyên reqîb tercîh dikin, ku pê nisbî jî be dikarin mixalefet û berxwedana li hemberî xwe lawaz bikin. Divê de hêzên dewletî yên ji derve mudaxil dibin, hêzên navneteweyî û trans-neteweyî bi dewreke mezintir radibin. Nexasim jî peyvên sîstemîk ên mîna modern û sifetên mîna pêşverû û paşverû di gotarên li astên jortir û di nava sedsalan de afirandî, dewreke giran dikin li ser manebarkirina peyvên din ên ku bi heman armancê tên bikaranîn: Mirovê modern, ferdbûna modern bêalîbûnê divê!

Yanî çi? Yanî sîstema gerdûnî bendeyên ne polîtîk, ne rêxistinkirî, rêxistinkirî be jî ne siyasî û hevgirtî, xwedî hevgirtineke civakî ya lawaz divê biafirîne, vê neke, ew nikare hebe. Sîstemeke siyasî, civakî û aborî ya ku xwe mîna mîsaqa tevahiya dîroka şaristaniya dide nasîn, heger li pêşberî xwe sîstemên alternatîf bibîne, yan jî li derveyî wê mekanên azadiyê ji bo komên cihê peyde bibin, helbet wê vê weke tehlûke bibîne. Helbet li hemberî vê tehlûkeyê sifeta bêalî dermanekî nedîtî ye. Mirov bawer bike ku tercîhên bi vî rengî objektîf in, ev bi gotina herî sivik, belkî safikî be. 

Min ev gotinên li hev badayî û di quncikekê de zehmet e merama xwe bi temamî îfade bikin, ji ber rewşa dawî ya li Şengalê nivîsî. Li wir êdî Heşdî el-Şebî jî weke hêzeke sêyem heye. Û gelek hawîrdor weke ku bêalî û alternatîfeke Iraqî be vê hêzê dide nasîn. Tiştekî wisa nîne, lê belê ev hêz wê aliyên kêm siyasî bûyî û bi pirranî ji aliyê siyaseta serdest rehet tê bikaranîn bihewîne, çawa ku PDK´ê bi dehsalan û beriya wê jî hêzên dewletdar rewşeke diçibe vê li ser Êzîdiyan ferz kiribû. Miletekî bi fermaneke tinekirinê re rûbirû mayî nabe ku bêalîbe, ne di warê siyasîd e, ne di yê dînî de, ne di yê civakî de, ne jî di yê aborî de. Ew divê beriya her tiştî bi îdraqa parastin û xweparastina civaka xwe û nasnameya xwe li dijî qirkirinê alî bigire, gelek aliyên ku li aliyê parastina civaka Êzîdî alî bigirin, yekane rê ye ji bo vê. Ev jî bi xweseriyeke berfireh a Şingalê, Êzîdxanê mumkin e. Bi ya min, ne bêalîbûna lawazker û bi xwe ve girêker, lê xweseriya berfireh a demokratîk wê bibe derman ji birînên miletê Êzîdî re.              

Yazarın diğer yazıları