Bêbextiya krîmînal û dada navneteweyî

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Di cihanê de gelê me ne tenê bê statutiyeke navnetewî ye, ji hemû lihevkirin, dad û peymanên navneteweyî jî bêpar e. Lewma jî li her derê, her dewlet, yan jî hêz li gor berjewendî û armancên xwe yên qirêj êrişê Kurdan dike, li ser Kurdan dilîze. Pirraniya komplo û sêwirandinên navneteweyî jî, berê li ser me Kurdan tên ceribandin.

Heke mirov bala xwe bide fîlmên  “007  J. Bond” û fîlmên Hollywood yên ajanên navneteweyî. Mirov dibeje; qey ev fîlm wek sîmulasyona ji bo kuştin û komployên li dij rêberên gelê Kurd hatine çêkirin. Bi taybetî jî mijareyên van fîlman herî zêde anîne serê me, rêber û serokên me Kurdan. Di qada navneteweyî de hin mînakên van fîlman hebin jî, bi pirranî li ser Kurdan guhezandine rastiyê. Rast e, mijarên wek Serokê Emerîka J. F. Kennedy yê navxweyî jî hene, lê bi navneteweyî tenê di serê Kurdan de anîne.

Di dema Komara Mahabadê de Sovyetê bi Îranê re li hev kir, Ingilîzan piştgirî da Îranê, bi vê hevkariyê Komara Mahabadê ruxandin, lê serfermandarê eskerî bê teqandina guleyekê, mile xwe li ba kir û berê xwe da Sovyetê. Îranê jî Qazî Muhammed û hevalên wî birin sêdarê. Ev mijar bi serê xwe wek komplo û mijareyeke krîmînal ya navneteweyî ye. Divîbû rola Sovyetê, Ingilîz, fermandarê revî Sovyetê, biketa ber pirsiyariyê, krîmînalîstan ev komploya navneteweyî, zelal bikirana.

Roja 13. 6. 1989´an Edbulrehman Qasimlo (Abdul Rahman Ghassemlou)  li Viyanayê bi azînên mafyayî yan jî li gorî sîmulasyona fîlmên ajanan bi destê ajanên Îranê hate kuştin. Hem reşkujiyeke krîmînal û hem jî navdewletî bû. Lê ji ber têkiliyên qirêj yên navneteweyî, bê lêkolîn û dadgehkirineke li gorî dada navneteweyî, yekber hate porkirin û wendakirin.

Di 17. 9. 1992´yan de jî li Berlînê di restoranta Mykonosê de Mihemed Sadiq Şerefkendî û Fattah Abdolî (PDK.Îranê) bi awayekî hovane hatin kuştin. Ev bûyer jî ne tenê mijareyeke krîmînal, wekî komployekê yan jî hevkariyeke sîxwiriya navneteweyî pêk hatibû. Lê dada navneteweyî di vê mijarê de jî, em nedîtin û ew mijare jî ji bo berjewendiyên qirêj hate fetisandin.

Komploya navneteweyî ya herî mezin, bi bêbextiyeke herî xiniz û hevkariya bi dehan dewletan pêk hat jî; ji Kenyayê revandina Serokê PKKê birêz Abdullah Ocalan bû. Ji ber ku ev mijareyeke gelekî taybet û berfireh e, em tenê bi kurtî bigirin. Di vê komploye de gelek saziyên îstixbaratê yên dewletan cih girtin. Em tenê nav bidin; ango bi fermî dewletên Yewnan, Îtalyan, Îsraîl, Elmanya, Holanda, Rûsya, Emerîka, Kenya, Kazaxistan û Tirkiyeyê bi awayê lihevkirinê di vê komployê de cih girtin. Hemû lihevkirin, peyman û dada nevneteweyî bin pê kirin, di encamê de serê wê mijarê jî bi xinizî hate girtin. Vê mijarê, bi tena serê xwe nîşan da ku dada navneteweyî ji bo parastina berjewendiyên dewletan e û ti bendeke wê ji bo me Kurdan ne lê ye. Ez li ser fîlmên ajanan ên navneteweyî gelek fikirîm, min tim ev pirs kir: “Gelo ev fîlmana sîmulasyonên vê Komploya li hemberê Birêz Ocalan bûn.”

Sal 2013. 9. çile, vê carê xwîna giyana Kurdan li Parisê hat rijandin. Ev jî reşkujiyeke bêbext a krîmînal bû ku di dereceya komployê de bû. Di vê reşkujiyê de Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez sembolên anora Kurdan hate hilbijartin. Ev jî li gor sîmulasyona wan fîlmên krîmînal, yan jî ajanên navneteweyî di forma bikaranîna Mata Harî de bû. Bi hevkariya îstixbaratên Fransî, Elman û Tirk, hat pêkanîn. Ji bo porkirin û jibîrkirindayînê jî gasikê destan ji holê hat rakirin.

Komploya herî dawiyê, herî qirêj, bi destê bêbextan pêk hat jî, ev Komplo, yan jî reşkujiya Mam Zekî Şengalî û hevalên wî ye. Komkujiya li vê xakê ku bi destê DAIŞ´iyan dabûn kirin, deng vedabû, bal û wijdana giştî ya cihanê parastina Şengalê ji hêzên cihanî dixwest, hê birîna heremê nehatibû kewandin, ev komkujî pêk anîn. Di vir de jî dîsa îstîxbaratên çend dewlet û rêvebiriyên hereman di paşperdê de ne. Yanê ev jî komployeke nevneteweyî ya tevî hevkarên cigehî pêk hatiye. Lê dad û peymanên cihanê di vê mijarê de jî kor û bê wijdan in, me nabînin.

Reşkujiyên navxweyî yên nehatine zelalkirin, berpirsiyar nehatine darizandin jî bi sedan in. Hima çend mijarên girîng; Mijara reşkujiya Dr. Şivan, Sait Elçî, Alî Asker, Silêman Muînî, birîndarên nexweşxaneya Hewlêrê; tev de bi awayê komkujî û komployan in. Ev li gor dadeke neteweyî bi lêkolînên krîmînalîst û komîsyonan ve nehatine zelalkirin û berpirsên wan nehatine cezakirin. Lewma jî dawiya mijareyên wiha nayê. Bi gotineke kurt û Kurmancî, ne dadeke navneteweyî, ne jî dadeke neteweya me heye ku van mijareyan bê kêmasî zelal bike û ji berpirsiyaran hesab bixwaze.

Yazarın diğer yazıları