Bêdengî erêkirin e

FEHMÎ KATAR / AMSTERDAM

Hevserokê TEV-DEM´ê Xerîb Hiso li ser dagirkeriya dewleta Tirk û helwêsta dewletên Ewrûpayê nirxand û got, bi gotinê tenê tiştek nabe, divê di pratîkê de jî gav bên avêtin:

“Li Rojava şerê qirkirinê tê kirin. Sûcên şer hene li Rojava, li dijî mirovahiyê sûc hene. Komkujî hene. Dagirkerî heye. Ev şer li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Faşîzma Tirk û serok çeteyê wê Erdogan êriş dikin. DAIŞ´ê bi serektiya Bexdadî êriş kir û têk çû. Niha xeyala Îslama tundraw serokçete Tayyîp Erdogan e. Tevahiya teknîkê, ya çekan bi kar tîne, yên ezmanî, fuze, keşf. Artêşeke NATO´yê êriş dike, tevî bi hezaran çete bi şêwazeke terorane berê wan daye ser serjêkirina Kurdan. Erdogan gefan dixwe wisa, ev sûc e. Kî wê vî ceza bike.

Dinya hemû bi xetera vê qirkirinê dizane. Dixwazin li şûna îradeya azad a Rojava û QSD´ê ya çeteyan dayne. Berê çi dibû, her cara ku çete tengav dibûn, li Ewrûpa êriş dikirin. Kê ew çikandin, QSD´ê û Rojava. Li dewsa ku welatên dinyayê pişta QSD´ê bigirin, serê xwe ditewînin beramberî gefên Tirkiyeyê. Her tim dibêjin, em li dijî vî şerî ne, em naxwazin sîlehan bidin, tenê bi gotinan ti fêde nîne. Heke di pratîkê de gav neyên avêtin, maneya vê çi ye, ev bêdengî ye. Ji Tirkiyeyê re dibêje, here bike. Belkî li gorî Efrîn, Şingal û Kerkûkê qet nebe dengê xwe dikin, ev jî baş be. Lê gotin tenê têrê nake. Di vê pratîkê de gavan biavêjin.

Dewleta Tirk li hember berxwedanê şaşomaşo bûye. Zirareke mezin li wê jî bû. Li hember berxwedanê, çalakiyan û dengê li dinyayê hat derxistin, Tirkiye gelekî tengav bû.

Agirbesta Trump û Erdogan jî, wan bi xwe binpê kir. Ev pîlan e. ji bo ku îradeya me teslîm bigirin. Ji bo şervanên me zindî teslîmbigirin da ku wan serjêkin. Ji ber ku sozên serjêkirinê dane çeteyan. Ji bo vê jî agirbest pîlankirî ye. Armanc ew e ka çawa dikarin îrada gelê me teslîm bigirin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found