Bêdengî êrişan zêde dike

Komek rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji saziya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) re qala zextên li ser rojnamevanan kirin û gotin Azadiya çapemeniyê li ber têkçûnê ye.

Li başûrê Kurdistanê zexta li ser rojanamevanan her ku diçe zêde dibe. Herî dawî rojnamevan Biryar Mihemed û Zubêr Bradostî ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine binçavkirin û heta niha der barê rewşa wan de ti agahî tineye. Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) çû serdana Başûrê Kurdistanê. Di demekê de ku li herêmê di mijara azadiya çapemeniyê de mafê mirovan di asteke metirsîdar de ye serdana komîteyê manîdar bû. Endamên komîteyê bi komeke rojnamevanên Başûrî re hevdîtin pêk anîn. Rojnamevan Guhdar Zêbarî ji CPJ’ê re li ser rewşê axivî û diyar kir ku neh sal in li Başûrê Kurdistanê hewl dide vî pîşeyî bike. Zêbarî anî ziman ku ew gelek caran hatiye destgîrkirin, amûrên wî hatine şikandin û ji br vê malbat û derdorê timî zext lê kiriye ku ji bo dest ji karê rojnamevaniyê berde û got: ”Bûyerên ku diqewimin dibin sedem ku ez bifikirin dev ji karê xwe berdim. Li herêmê rojnamevanên bi serê xwe kar dikin xwedî ti mafî nînin. Nûçegihanê Rojnewsê Vedat Huseyîn ê li Dihokê hate kuştin û hesab ji kesî nehat xwestin. Azadiya çapemeniyê li ber têkçûnê ye.

Bi xemsarî tevgeriyan

Zanko Serdar

Saziya qala wê tê kirin çavdêriyên xwe yên der barê rewşê de li ser malpera xwe ya înternetê weşand. Di rapora CPJ de îşaret bi van xalan tê kirin: ”Dema ku me bi rojnamevanên li herêmê re hevpeyvîn kir, ji me re qala zehmetiyên xwe kirin. Li  ser parvekirina desthilatdariyê di navbera PDK’ê û YNK’ê de pirsgirêk hene ji ber vê yekê zext zêde dibin. Ji ber organeke serbixwe ya darizandinê yan jî saziyeke ku karibe azadiya çapemeniyê bişopîne nîne, rojnamevan li pêşberî êrişan bêparastin in. Kujerên rojnamevan Vedat Huseyîn û Kawa Germiyanî hîn nehatine dîtin û darizandin. Li gorî agahiyên parêzer Venîzer Revînk dane, rayedar di dema lêpirsînê de bi xemsarî tevgeriyan e. CPJ her wiha ragihand, der barê mijarê de wan pirs li buroya çapemeniyê ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Wezareta Edaletê kirine, lê belê pirsên wan bêbersiv hatine hiştin. Rojnamevanên bajarê Silêmaniyê jî li ser binçavkirina rojnamevan Biryar Mihemed û Zubêr Bradostî peyivîn.

Sendîka çima bêdeng e?

Rojnamevan Zanko Serdar zext û binçavkirina rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got; ”Hemû rojnamevanên ji dervey hizba desthilatdar kar dikin, tên girtin, kuştin û binçavkirin. Ev yek bingeha xwe ji bê helwestiya Sendîkaya Rojnamevanan digre. Ji ber ku sendîka nûnertiya rojnamevanan dike. Divê berpirsyarên Hikumeta Herêma Kurdistanê dengê xwe derxin û çarenûsan wan rojnamevanan diyar bike. Ger binçavkirin karê sereke yê Hikumeta Herêmê be, mixabin wê kabîneya nû jê hêvî neyê kirin. Weke tê xwestin qanûna der barê rojnamevanan de nayê bicihanîn.”

Bi vî awayî biçe, metirsî wê zêde be

Edîtorê malpera Zemen Rewa Burhan jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got: ”Di demekê de ku tewanbarên Serdeşt Osman, Soran û Kawe nehatine girtin, bila bê zanîn ku wê hertim rojnamevanê zorê bibînin û girtin. Nabe rojnamevan werin binçavkirin, lê desthilatdar bi hêcetên cûr bi cûr rojnamevanan binçav dike. Eger bi vî awayî biçe, metirsî û êriş li ser hemû ferdên civakê wê zêdetir bibe. Bêdengî dibe sedemê êrişên ser rojnamevanan zêde bibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found