Bêdengî û xemsarî dikuje

Komek ji jinên Başûrê Kurdistanê çûn serdana Mertalên Zindî. Jinan got, bila dijmin baş zanibe ku ew welatê xwe ti carî bernadin, heya dawiyê ew ê li ber xwe bidin û rê nedin dagirkeran.

Çalakiya ciwanên Başûrê Kurdistan a Mertalên Zindî ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê li Bradostê, 24’ê Hezîranê destpêkiribû, didome.

Komek ji jinên Başûrê Kurdistanê çû serdana Mertalên Zindî û çalakiya wan pîroz kir. Ji jinên serdana çalakgeran kirî dayika bi navê Esmer Resul ji bo destekdayîna ciwanan got, “Bi navê jinên Başûr em mertalên zindî pîroz dikin û em piştgiriya wan dikin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.”

Ji bo bêdengiya hikumetên Başûr û Iraqê dayika Esmer got, ew ji bêdengî û xemsariya hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê nerazî ne û wiha peyivî:”Banga min li jinên Başûrê Kurdistanê ye ku piştgiriya ciwanên me bikin li hember dagirkeriyê. Bila dijmin jî baş zanibe ku em welatê xwe ti carî bernadin, heya Kurdek bimîne em ê li ber xwe bidin.”

Heta yek dagirker hebe em ê têbikoşin

Li ser navê çalakiya mertalên zindî jî Amed Denîz  xêrhatina dayikan kir û got, “Li dijî siyaseta qirêj em; ciwanên welatparêz heta ku yek çete yek dagirker li welatê me hebe em ê têbikoşin. Em soz didin şehîdên xwe em ê şer bikin û nehêlin dagirkerî derbasî axê me be.”

Bêdengî destekdayîna dagirkeran e

Piştî serdana mertalên zindî jinan berê xwe dan cihê bûyera komkujiya Kortekê û bi navê REJAK daxuyanî dan. Di daxuyanî de wiha hate gotin; “Bi ruhê  şehîd Zîlan em ê dagirkeriyê hilweşînin. Di 27’ê Hezîranê de dagirkeriya dewleta Tirk bi êrişa hewayî komkujiyek li Kortekê pêk anî û di encamê de 3 welatî şehîd û 4 welatî jî birîndar bûn. Li hember vê komkujiyê bêdengiya hikumetên Başûr û Iraqê tê wateya destekdayîna dagirkirina Başûr.”

Na ji bo teslîmkerî û nokeriyê

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi navê tevgera REJAK’ê li hember dagirkeriyê çalakiya xwe dewam dikin û bang li her kesî dikin da ku bêdengiya xwe li dijî dagirkeriya bişkînin. Em bang li hemû jinan dikin ku erka xwe li hember dagirkeriyê pêk bînin û hemû bi yek dengî bang bikin ‘Na ji bo dagirkeriyê, na ji bo destdirêjiya zarokan û jinan, na ji bo teslîmkerî û nokeriyê.”

BINARÊ QENDÎLÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found