Bêhnvedaneke hunerî

Di nav xirecira jiyanê, alozî û tevlêheviyê de ku serdest li ser me ferz dikin, carna pêdiviya mirov bi stargehên cihêreng çêdibe. Stargehên ku giyanê mirov piçekî be jî vehêsîne, hişê mirov ji nû ve jîndar bike û mirov weke zarokeke nû ji xew hişyarbûyî li qada jiyanê vegerîne.

Ji bo mirovî ji destpêka zayîn û hatina dinê pê ve xwespartina stargehan weke lêgerîneke nebenabe ye. Çawa mirovên destpêkê ji ber afat û xezeba xwezayî tim û tim li dû xweparastin û spartina cihên ewle û taldeyên misogerî bûn, wisa jî hiş û giyanê mirov ji ber zext, stem û westana jiyanî dixwaze xwe li stargehên hêsanker bigire.

Bi milyonan bawermend ji bo wê ewlehiyê hîs bikin û bijîn xwe li peresetgehan digirin. Yên bi zanistiyê bawer in li dû vedîtinên nû an jî fêrbûn û hînbûnên berdewamî ne. Gelek mirov hene ku jiyana wan li ser kûrsiyên dibistan û zanîngehan derbas dibin. Ew jî bêguman li dû vedîtina sirreke nepenî ne.

Mirovên ku ji pertûkên olî û ji rîtûelên pîroz têr nedibûn û nema sebra wan bi çîrokên efsanewî yên yezdanan dihat, huner afirandin. Lewra di encama hezaran salan de mirov û yezdan tevlihev dibûn. Li gorî efsaneyê; destpêkê mirovên niha di şêwe û şiklên dîtir de bûn. Çar çav, du dev, çar ling, çar dest û organên ku niha cot in tev de du qatî bûn. Lê di nav demê de yezdanan bala xwe danê ku mirov her tiştî dibîne, gelek bi hêz e, û nema derfeta rêvebirina gerdûnê dide wan. Rabûn bi şûrê xwe mirovî kirin du parçe. Aliyekî weke jin û yê din jî weke mêr hate himatê. Ji wê rojê şûnde him mirov ji hêza berê ketin û him jî hiş û eqlê wan li ser gihiştina parçeyê din ma. Vaye evîn jî wisa derdikeve holê.

Û huner, huner mirovî digihîne asta yezdaniyê. Huner jî diafirîne. Heta gelek caran mirov dikare bibêje ku hunermend mûxalefeta yezdanan jî dikin. Lewra ew hewl didin ku kêmasiyên di gerdûnê de mayîne temam bikin. An jî lê dixebitin ku gerdûnê hîn ciwantir û bedewtir bikin. Di vê pêşbirk û rikeberiya li gel afirîneran de hunermend û huner tên himatê.

Mirov jî xwe davêje hembêza wê û kurtedemek be jî bi ser rastiya tehl dikeve. Li aliyê din jî di neynika hunerî de xwe dibîne, xwe ji nû ve dinase û li ser xal û xetên xwe diponije. Rastiya jiyanê ne tenê ya serdest nîşanê me didine. Helbet aliyê din û heta gelek aliyên din jî hene.

Di tekane çalakiya hunerî ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê de jî ev hest û ramanên me carekî din li me vegeriyan. Di festîvalê de 40 fîlm hatin nîşandan û gelek sînemakar beşdar bûn. Mixabin îsal me nekarî em birêkûpêk wê bişopînin lê yên bûn xwedî wê şansê bi giştî dilşad bûn.

Weke lîstikvan Dîmen Zengîn gotî: ´Sînemaya Kurd mîna zarokekî hêdî hêdî radibe ser piyan e, wê destek bikin.’

Zûbeyde Bûlût dibêje: ´Me li gelek fîlman temaşe kirin. Me carna li ser fîlman niqaş kir û em pev jî çûn. Lê ev tev de di xizmeta hunerê sînemaya Kurdî de ne.’

Derhêner Xemgîn Saleh banga wêrekbûnê dikir: ´Fîlmên me tev de dilêşî û xemgîniyê didin nîşan. Divêt em li komedî û babetên din jî haydar bin. Nexwe wê weke kevneşopiyeke dilêş wisa bi pêş bikeve.’ Hunermendê ku navê wî bi xwe jî ‘Xemgîn’e ji piraniya çîrokên xembar bi gazin e, û dibêje ´Divêt em tabûyan bişkînin, bi degelî nêzî hunerê bibin.’

Fîlmê dokûmanter a Petra Nachtmanova ya bi navê SAZ (TEMBÛR) jî hêjayê temaşekirinê ye. Petraya Polonî dide dû evînekê, di ser heşt welatan re heta Xorasanê diçe. Evîna Petrayê tembûr e. Dixwaze jêderk û koka wê bibîne. Lê di encama geşteke zehmet û serûvenî de dibîne ku koka wê enstrûmanê nîne. Diçe kîjan welatî çîrok û destanên nû yên mirov û civakan di tûrikê wê de kom dibin. Gotinên Petra yên der barê serûven û geşta wê ya li dû tembûrê de ev bûn: ´Ez heta Xorasanê çûm, lê min koka tembûrê nedît. Di encamê de min dît ku ez careke din li xwe vegeriyam. Ji bo dîtina koka tembûrê divêt mirov li tevahiya dinê bigere.’

Bi vê fîlmê ew efsaneya ku gelek Kurdên asîmîlebûyî dibêjin ´Em ji Xorasanê hatine, Tirk in’ jî derbeke mezin dixwe. Lewra Petra diçe ku rastî Kurdan tê. Misilman, Elewî an jî Yarsanî lê hemû jî xwe weke beşek ji gelê Kurd didin nasîn.

Li aliyê din jinên Kurd di tevahiya qadên jiyanê de hene. Festîvala îsal bi taybetî li ser nav û rûmeta wan hatibû sazkirin. Niha bi dehan fîlmên ku behsa çîrokên nûvejîna jina Kurd dikin li ser perdeyên sînemayê dilîzin. Çavên dinyayê êdî ne li yezdanan lê li xwedawedan in.

Dîtina Keremê Gerdenzerî jî weke donê li ser heliseyê an jî to û qeymaxê li ser mastî bû.

Li gel kêmaniyên weke jurî, pêşbirka fîlman û dayîna xelatan jî Festîvala Fîlmên Kurdî cara 9 an jî bû cihê dilşadiyê. Em hêvîdar in ku di rojên pêş de pirtir bibe qada hunerê navneteweyî û nûnertiya hunerê Kurd û Kurdistanê bike.

Yazarın diğer yazıları