Belgeya hevkariya Erdogan-Bexdadî

Ajansa ANHA’yê xwe gihand belgeyên nû ku hevkariya serokkomarê dewleta Tirk Erdogan û serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El-Bexdadî nîşan didin. Bexdadî li gundê Barişa yê Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye û digotin “bêyî xebera me çûkek jî nikare lê bifire”, hatibû kuştin.

Belge têkildarî derbasbûna qaşo “yekîneyên ewlehiyê” ber bi Ewropayê ve ye ku ev yekîne agahiyên îstixbaratê yên çeteyan berhev dikin û plansaziya êrişan çêdike.

Talîmat bi îmzeya wîlayeta El-Xêr hatiye şandin û tê de wiha hatiye nivîsandin:

 “Peywirdarkirin Bi navê Xwedayê mezin

Bi pêzanîn û talîmata “Emîr El-Mumînin” “emîrê berxwedanê El-Bexdadî”, Ebû Suleyman El-Enter ji Tirkiyê re, ji wê derê jî bi rêya birayê me yê ku peywirdarê kar û barên me yên ewlehiyê ye, ber bi Almanyayê ve, li gorî talîmata diyarkirî, da ku faaliyetan bi rê ve bibe, tê şandin.

Dîrok: 31.10.2015

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê Rêveberiya Wîlayeta El-Xêr”

Li ser navê Abdullah Muhammed El-Muhammed jî bi heman naverokê talîmatek hatiye amadekirin û ji heman kesî re hatiye şandin.

 ANHA/QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found