Bendava Heskîfê mîrateyên dîrokî tune dike

Yek ji vê mînakê jî Bendava Heskîfê ya Êlihê ye. Li navçeya Heskîfê welatiyê 78 salî ku bavê 4 zarokan e Faîz Ayhan, 64 sal in karê tevna berikan dike. Ayhan ku 64 salin hemû hest, raman û evîna xwe li ser dezgehê tevna berikan dihûne û dirêse ji ber ku hêdî hêdî pîşeyê wî tune dibe bi gazinc e. Ayhan, anî ziman ku piştî înşaeta bendavê hate destpêkirin hêdî hêdî nirxêndîrokî têk çûn. Ayan, bibîrxist ku berê nêzî 500 berikvan hebûn û tevnên berikan lidar dixistin û niha tenê 3 kes mane. Ayhan, anî ziman ku ji ber bendavê gelek warên dîrokî di bin avê de man û her wiha gelek meskenên berikvanan jî di bin avê deman û dest ji kar û pîşeyê xwe yê dîrokî û çandî berdan.
Ayhan, da zanîn ku li aliyekî bendav wan ji kok û çanda wan dûr dixe û li aliyê din wan ji çavkaniya jiyanê û pîşeyê wan dûr dixe. Ayhan, destnîşan kir ku 64 salin vî karê berikan dike û ger ku wisa biçe dê neçar bimîne ku vî pîşeyê xwe yê ku wekî çavê xwe jê hez dike terk bike û bê kar û pîşe bimîne. Faîz, bal kişand ser berik û xalîçeyên ku bi destê xwe çêkiriye û da zanîn ku wî bi kedek mezin ev berik çêkrine û çand û dîroka wan di van berheman de veşarî ye. Faîz Ayhan, bilêv kir ku ew dê heta dawî ji bo parastgina Heskîfê têkoşînê binde.

GULSEN ASLAN/ DÎHA/ÊLIH

Yazarın diğer yazıları

    None Found