Ber bi payîzê ve

Li Berlînê hêdî hêdî hewaya payîzê tê hîskirin. Bêguman li her dever û li her welatî xweşikbûnên hemû demsalan yên cihêreng hene. Li hind welatan demsala havînê serkêşiya wê xweşikbûnê dike, lewra ew welatên germ û germistanê ne. Eger li kêleka wan an jî di navend û li hind deverên wan derya, gol an jî çemên kûr û dirêj jî hebin, wê demê havîn vedigere demsala geşt û seyranê. Weke ku pêxemberê welatparêziya Kurdistanê Ehmedê Xanî gotibû: “Di fesla nûbiharê de di gel dilber biçin geştê, ji wê çêtir ûmir nabît, ev rewş li min qewî xweş tê.”

Seyda ji bo destpêka demsala biharê wisa gotibû. Bihar û havîn weke demsalên dilberiyê, dilgirtinê, dilevînî, dilhebîniyê û li gel dîlber çûna geşt û seyranê ye.

Welatên ku ji aliyê xwezayê ve hatine xelatkirin û bi têra xwe ava baranê digirin, wê avê ji bo sererd û binerdê welêt vedigerînin ab-i heyatê ango ava jiyanê ew welat ji yên din pirtir di nav hêşînahî, dar û daristanan de dixemilin. Helbet ew derna jî li gel wê xelatê, dîsa hewcedariya wan bi tîrêjên rojê yên ku weke maka jiyanê ya gerdûnê tê qebûlkirin, hene. Weke mînak, li gelek welatên Ewrûpaya Rojava tav kêm caran derdikeve. Gava derdikeve jî ji bandora germê mirov nikare nefesê jî bide û bistîne. Gelek mirovên ez rastî wan hatime gotine: “Xwezî bi payîz û zivistana Berlînê ne bi vê germa sincirî û sotîner.”

Her wiha îsal jî ev havîna germ a tenûrî êdî xatirê xwe dixwaze. Niha gul, kulîlk, darên cûr bi cûr yên îxlamûran, yên şambelûtan û çinarên hezarsalî êdî rengên xwe yên kesk ber bi zerbûnê ve digûherînin. Bi rastî jî di vê demsalê de xwezaya rojavayê Ewrûpayê hêjayê dîtinê ye. Mirov dibêje qey fîstaneke rengrengî ya jinên Ertoşiyan bi ser bejna wê de dikin. Rengên kesk yê ber bi zerbûnê ve, li hind deveran qehweyiyeke vekirî, heta bi sor a gevezî ve jî têkel dibe.

Wê demê xweza mîna ku hembêza xwe ji mirovan re vedike û dibêje werin ez ê we hembêz bikim. Ew hembêzkirin dûr an jî nêzîk wê pêk were û mirov car din li hembêza dayîka mader vegerin. Ya girîng ew e ku di dema kurt an jî dirêj a jiyanê de mirov çawa jiyaye. Mirov çiqas ji wê adanî û xweşikbûna xwezayê sûd wergirtiye? Li ser sînga wê axê çi çandiye û ji zikê wê çi hilberandiye? Çiqas kariye di nav gul û gulistanên wê de xwe li ba bike, keyf û şahiyê biçêje? Di wê jiyanê de çend caran kariye li deverên cihêreng yên cîhanê bigere? Ev pirs ji bo têkiliya di navbera mirov û xwezayê de girîng in. Helbet her tişt li gorî nivîsandinên hozanan û teswîra qelemkêşan jî ne hinde romansî ne. Gelek caran xweza li mirovan tê xezebê û bi ser wan de av, agir û tofanê jî tîne. Gelek caran mirov dibin kuştiyê lehî, lêmişt, ba û birûskê jî. Ev alî jî rastiyek e. Li aliyê din mirov jî bi rêk û pêk di nav hewldana têkdan û wêrankirina xwezayê de ye. Niha li gelek cihên dinê embarên tijî çekên rûxîner û fetisîner yên bi destê mirovî hatine hilberandin hene û eger yek ji wan jî di encama qezayek an jî bi zanebûnî bên teqandin, dikarin tevahiya dinê vegerînin çol û çolistanê. Pê ve girêdayî bi hêrs û rika qezenckirina pereyên zêde, mal û maldariyê, xerabî şaşiya ji destê wan tê dikin.

Hilberandina çekan û hêrsa maldariyê weke bingeha gelek rûdanên rûxîner yên xwezayê tên qebûlkirin. Weke nimûne di bingeha Tsûnamiya ku sedîsed Tofana Nûhî tîne bîra mirovan de jî ceribandinên çekên nûklerî yên di navendên derya û okyanûsan de hene.

Bi gotineke din, pergala xwezayê ji awayê livegerê pêkhatî ye. Xweza dide û distîne. Tu çi jê distînî divê di cewhera xwezahiyê de wêna lê vegerînî. Gava te jê neft girt û weke plastîk lê vegerand ew tê wateya kuştina xwezayê. Gava te av ji kanî û golên sar vexwar û te bi baran qirş û gemar avêtinê wê demê tu an jî nifşên li dû te, neviyên te wê nekaribin ji wê ava ji cegera erdî derdikeve, vexwin. Te hinde xerabî û bêbextî li xwezaya mader kirine, hîn jî ew bi hemû xweşikbûnên xwe ve destên xwe vedike û dibêje: “Were, were ez te hembêz bikim.”

Û niha di vê kêliyê de li gelek aliyên welêt ew xwezaya ku di pirtûkên pîroz de weke navenda bihûşta Adenê û mîna Kevana Biber a Rojhelat dihête pênasekirin, di bin çekên bêbext de dinale. Gelek heywan bêyî ku êdî vegerin ji wan daristanan koçê dikin, hin ji wan tine dibin.

Ew mirovên ku ji eqlê resen bêpar mane dayîka xwe dikujin. Ma ne ax û xweza dayîka mirovî ye. Tu yê her û her destê xwe li ber wê vekî. Em gotara xwe bi serpêhatiyek biqedînin, belkî pirtir li babetê bê.

Rojekê li bajarê Mûşê hind kesên ji aliyê dewletê ve hatine sorkirin davêjine ser buroya parêzeriyê ya Şerefettîn Kaya û lê dixinê. Dixwazin wî lînc bikin. Kaya destê xwe dide ber serê xwe û dibêje: “Ehmeqno li serê min mexin, wê serê min car din bi kêrî we were!” Her wisa Şerefettîn Kaya di dadgehê de parastina wan jî dike, nahêle ceza bigirin û ew serî bi kêrî wan jî tê.   

Yazarın diğer yazıları