Berbanga 9´ Gulanê

Îro 9’ê Gulanê ye. 6 sal beriya niha rejîma Îranê 4 şoreşgerên gelê Kurd bire ber darê sêdarê. Şîrîn, Ferzad, Elî û Ferhad. Çar şopdarên rêya ku di her dehê salan de digihêje şoreşa gelan. Îran rejîma sêdarê ye di heman demê de ku bi kevneşopiya xwe ya desthilatdariyê hewl daye kirasê şerîetê li darvekirinê bike û bi vî awayî çavên şoreşger û mirovên azadîxwaz bitirsîne. Ev şêwaz bi salane berdewam e, lê belê gelo tu caran ji ezm û îradeya Şîrîn û Ferzadan, Elî û Hêminan tiştek kêm nekir. Ji wêrekî û hestên kûr ên şoreşgerî ên Ferhadê bav tiştek kêm nekir, darvekirina rejîma sêdarê. Îran li ber çavên mirovan kesên ku dixwaze ji xelkê re qaşo bibe ders û îbret bi darve dike. Lê belê şeva ku 4 şoreşgerên Kurd wê biba ber darê, haya wan bixwe jî nebû ku wê werin darvekirin. Ji kêliya ku pê hesiyan wê berbangê biçine ber darê îdamê, dest bi marşên şoreşgerî kirin. Dengê sirûda wan dîwarê zilma girtîgeha Evîn dihejand. Celadan xwe di koşkên we de veşartibûn û newêribûn nimêja xwe ya sibê jî bikin. Ew wê berbangê kafir bûn li gel xwedayê xwe, melayên ku rojek li ser nimêja wan ve derbas nedibû. 

Şirînê keziyên xwe ji rika dilpîsî û qirêjya dilê wan de hûnandibû. Te digot berbangê wê biçe cejna Gulana pîroz. Kite pêlava xwe li ber deriyê girîgehê bicih hişt û bixwe re nebir, dengê lingê Şirînê hêjî di salona benda 205’an de bi cih maye. Her carê ku girtîgeyek diçe benda 205’ê şûna kite pêlavê maç dike û derbas dibe êdî. Îja bila bêjin jin miriye!

 Wê şevê evîndarên mamosteyê welatê min Ferzad Kemanger defter û qelemên reş ên asîmîlsyonê danîn aliyekî û tevlî dengê sirûda Ey Reqîb a ji girtîgeha Evîn dihate bihîstin, bûn. Îja bila bêjin ziman û çanda Kurdî miriye! Li Îranê gelek şoreşgerên wek 4 şoreşgeran çûne ber sêdarê lê ne şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ne jî şoreşa gelên li Îranê bi darvekirinan bi dawî nebûn û paşde gav neavêtin. Di navbera hovîtiya rejîma sêdarê û serjêkirina çeteyên DAIŞ’ê de ti ferq nîne di demekî ku Kurd li hember van rejîm û dostên wan sonda berxwedanî û têkoşînê dane. 

Di berbanga azadiyê de îro hestên 4 şoreşgerên serbilind çûne ber darê sêdarê, bi rastiya meha şehîdan a Gulanê re li her çar parçeyên Kurdistanê hatiye xemilandin. Di hemû berbangê Gulana vî welatî de gelek şoreşgerên wêrek cejna buhara azadiyê pîroz kirin. Berbanga Gulanê bi can, ruh û felsefeya jiyanê ji xewê veciniqandin. Çavê mirinê kor kirine, Ferzad, Şirîn, Elî û Ferhadan di sînga tarî ya girtîgeha Evînê de. Li pey wan Egîdan, îro Rojhilat û tevahiya Îranê careke din mêhvandariya ruhê şoreşgerî ku layiqî dîroka wê ya tije berxwedanî ye, dike. Di her berbanga 9’ê Gulanê de Şirînên êşkişandî ên vî welatî li dijî qanûnên dije xwe, berê xwe didin çiyan û tola Şirîna evîndar hiltînin. Di her berbanga 9’ê Gulanê de zarok ji bo Ferzad û roja destpêkê ya zimanê dayikê gulan kom dikin û datînin ser gora bi hezaran mamosteyên xwe yên şehîd. Di her berbanga 9’ê Gulanê de fedayiyên rêya Elî Heyderiyan paytextên zilmê dihejinîn. Û di berbanga 9’ê Gulanê de hestên Ferhad Wekîlî qesrên zilmê dihejîne û qeliştokên mezin di bedena serayên wan de vedike. Îja bila bêjin berbanga 9’ê Gulanê hatiye sêdarekirin û miriye! Ti berbangek vî welatî piştî 9’ê Gulanê namire û roj lê naçe ava, roj li ser serê rejîma sêdareyê tarî dibe heta ku ruhê 4 şoreşgeran zindî be.

Yazarın diğer yazıları