Berbanga 9’ê Gulanê…

Wek jîlemûya di bin agir de ne, girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Îran di heman demê de ku cihê serhildana gelek şoreşan bûye, gelek şoreşger di nava xwe de hewandine, li dijî van şoreşgeran jî girtîgeh her tim bûye warê zilmê. Gelek tevgerên çep û yên Kurdî di serî de mexdûrê siyaseta Îranê ya ku bi her serîrakirinekê, darê îdamê nîşanî civakê dike. Rejîma Îranê herî zêde dixwaze bi benê sêdareyê civakê bitirsîne û birêve bibe. Di her malekê de, di her kolan, gund û bajarekî de bi sedan û hezaran çîrokên girtîgeh û di pey re jî yên darvekirinê hene. Îranê hewl daye bi vê yekê xelkê bitirsîne, lê belê her carê ew benê sêdareyê rejîm bi xwe fetisandiye û bi dar ve kiriye. 

Nivîskar, helbestan û şoreşgerê Fedayiyên Gel, yê ji bajarê Reşt ê Îranê, Xosro Gulisorxî di salên 60´î de ku bayê şoreşa sosyalîzmê litevahiya cîhanê belav bûbû, li dijî bê edaletiya Şahê Îranê bûdengê mirovên azadîxwaz. Li gel 12 hevalên xwe bi sûcê ku xwestinê Şah bikujin, hatin girtin. Paşê li gel 7 hevalên xwe hatin bidarvekirin. Di dadgehê de wiha parastina xwe dike Gulisorxî; ‘Ez di vê dadgehê de ji bo canê xwe bi we re şer nakim û ne ji bo temenê xwe. Ji bo gelê Îranê li vir im, ji bo azadiya wan. Ez dilopeke biçûk im ji mezinahiya gelên têkoşer ên Îranê. Li Îranê mirovan ji bo fikr û hizrandinê dadgeh dikin.’ 

Gelek sal di ser darvekirina Xosro Gulisorxî û hevrêyên wî re derbas bûne. Rejîm jî hat guhertin lê rejîma niha ji rejîmên berê kêmtir nîne. Bi hezaran kesên wek Gulisorxî ku dibe em bi çîroka wan nizanibin, bê dadgeh, yan jî di dadgeheke çenddeqeyî de cezayê îdamê li wan hat birrîn. Girtîgeh hêj li Îranê sembola têkoşîna ji bo azadiyê ye. Her kesê li Îranê bi tama girtîgehê hisiyaye, bûye şahidê bidarvekirinan. Bi hezaran mirov di şevekê de bi carekê hatine bidarvekirin û hêj tên bidarvekirin. Ev rejîma faşîzan tenê bi darvekirinan hewl daye xwe li dijî pêla mezin a tevgerên şoreşgerî biparêze. Lê nekariye û nikare pêşiya vê rastiyê bigire. 

Kurd ji ber ol û netewebûna xwe her tim di hedefa rejîmê de bûne. Kurdbûn li Îranê dema bû nasnameyeke siyasî û îrade, divê were bêdengkirin. Ev siyaseta herî sereke ya rejîma Îranê ye. Ji bo wê jî beriya niha Kurd bi behaneya tîcareta madeyên hişbir, dihatin girtin. Li wan re cezayê girtîgehê dihat birrîn lê êdî rejîm ti Kurdî di girtîgehê de jî nahêle. Hema bêyî ku sedem hebe, bi dar ve dike. Kurdistan ji ber her tim qada têkoşînê bûye, gelekî bi vê rastiyê re aşîna ye. Ne tenê bi sûcê ku şoreşgertî kiriye, bi sûcê Kurdbûnê bi sûcê ku xwediyê mezheb û oleke din e, rastî cezayê bidarvekirinê hatiye. Wek Xosro Gulisorxî, kesên wek Şirîn, Ferzad, Ferhad, Elî û Hêmin jî sembola berxwedana gelên Kurd li dijî rejîma sêdareyê ne. Gelek ji wan di demên cuda de hatin girtin. Li girtîgehên cuda dihatin ragirtin. Lê ji bo darvekirinê hemû anîn gel hev û li girtîgeha Êvîn a Tehranê bi awayekî komî şoreşgerên Kurd hatin bidarvekirin. Roja 9’ê Gulana 2011’an Şirîn û hevalên wê hatin bidarvekirin. Wan ji hucreyê heta ber darê sêdareyê, heta kêliya dawî, bi hev re sirûda Ey Reqîb got. Dengê sirûda wan di berbanga roja 9’ê Gulanê de wek mizgîniya azadiya gelên Îranê, ne tenê dilê Tehranê yê tevahiya Îranê xweş kir. 

Piştî her bidarvekirinekê gulek sor li baxçeyê her Îraniyekî şîn bûye û şîn dibe. Ew dewam û navê tevahiya şoreşgerên Îranî bûn bêguman. Gelek jinên ku bêdeng di zindanan de rastî destdirêjiyan hatin, hatin bidarvekirin û sengsarkirin, bi hest, bawerî û vîna Şirîn Elemholî careke din li dijî celadên xwe helbestên birîndar ên Firûx Feroxzad ji bo jinên Îranê lorandin. Hemû mamosteyên Îranê di hestên Ferzad Kemanger de îro ji şagirtên xwe re bi dizîka behsa Xosro Gulisorxî û Mamosta Ferzad dikin. Di demeke wiha de ku dengê şoreşa gelan li Îranê tê bihîstin em pêşwaziya 9’ê Gulaneke din dikin. 

Êdî jinên Îranê wê strana ‘Bûka Zer’ a Şirîn Elemholî ku fêrî hemû jinên di girtîgehê de kiribû, bi hev re û bi çend zimanan bibêjin. Êdî wê helbestên Ferzadê mamoste serê her sibê di dibistanên Îraniyan de werin xwendin. Her roja 8’ê Adarê û Newrozê. Çawa Ferzad bixwe jî wesiyet kiribû, wê dilê wî di sînga hemû zarokên hejar de lêbide. Heta evîna Şirîn û Elî di zinarên Bîstûnê de veşartî be, heta bavên wek Ferhad evîndarê jiyanê bin û heta Ferzad helbestên çiyayî bibêje, wê girtîgeh bê wate be. Ew welatek in û welatek nayê bidarvekirin. Ew evîn in û evîn nayê bidarvekirin. Ew hest û helbestên gelên Îranê ne ku qet nehatiye bidarvekirin û nayê bidarvekirin jî.

Yazarın diğer yazıları