Berê govend hebû

Hefteya borî li Hannoverê Mîhrîcana Govenda Kurdî li dar bû. Di mîhrîcanê de ku cara 32´an hate lidarxistin, 26 komên govendê beşdar bûn. Ji Parîsê, Zûrîhê heta Berlînê bi dehan reqas li gel mamosteyên xwe bi kelecan û bi şanazî tevli pêşbirkê bûn. Bi sedan kes jî bi qasî du rojan têr û tijî li govenda Kurdî temaşe kirin. Mirov bi hêsanî dikare bibêje, ev xebat yek ji xebatên herî girîng yên Kurdên li Ewrûpayê ne.

Bêguman di dilê mirovî de hez û rêzeke bêsinor ji kedkarên vê mîhrîcanê re rû dide. Ji yên rêveber bigir heta mamoste, şagirt û lîstikvanan ji hemûyan re baqên gulan pêşkêş dikin û em çavên xwe li mamosteyan digerînin.

Mêrê navsere, bi rih û pora dirêj ê bi timtêleke marjînal li ber çavên me dikeve û çîroka wî bi mîhrîcanê re tevlihev dibe.

Navê wî Yilmaz Beyazgul e, di sala 1966´an de li Gimgima Mûşê hatiye dinê.

Gava dest bi çîroka xwe dike pê re jî dikene û dibêje: ’Ez di yek saliya xwe de bûm hunermend” û dewam dike: ’Heşt mehî bûm, erdheja Gimgimê çêbû.’ Li gel jinmama xwe, keçmam û birayê xwe yê mezin di bin kavilên erdhejê de dimînin. Jinmam xwe davêje ser wan û jiyana wan rizgar dike. Lê bi xwe jî bi giranî birîndar dibe.

Wisa dest bi hunerê dike Beyazgul!

Belê bi xwe ji wê serpêhatiyê re jî dibêje ‘huner’ ango ji wê karesatê jî mijareke pêkenînê derdixe. Çawa hin stranbêj dibêjin, me di zaroktiya xwe dest pê kiriye, wisa. Piştî erdhejê fîlmçêkerên Yeşîlçamê tên Gimgimê û li ser erdhejê bi navê Facîaya Gimgimê fîlmek dikişînin. Yilmazê piçûk li gel dayîka xwe jî di fîlm de roleke piçûk dilîzin.

Lê helbet ev ne tenê henek e, di rastiya jiyana wî de ‘huner’ her hebûye û heye: ’Gava zarok bûm min klam digotin. Di wî temenî de apên min rojê kartek didan min. Wê demê 25 quriş qezenckirin jî ne hindik bû.’

‘Bavê min, kalê min ji ocaxa pîran in. Tembûr li mala me hebû. Min jî dest pê kir û bi xwe fêr bûm. Her çar birayan me lê dida. Her roj li mala me şahî bû. Dê û bavê min jî tevli me dibûn. 12 ê Îlonê Gimgim kir cehenem. Wê demê xwendekarê lîseyê bûm. Sînema çandeke pir baş bû li Gimgimê. Rojên çarşeman matîneya jinan bû, diya min jî di nav de jinan dest didan hevdu û diçûn sînemayê. Em zarok jî bi wan re diçûn.’

‘Me li dijî xerabkirina 12 ê Îlonê weke çareseriyeke ji bo ciwanan dest bi xebata govendê kir. Dûvre min biryara konservatuarê da û heta zanîngehê dewam kir. Tevgera Kurd pêş ketibû lê civaka ez tê de bûm kesî behsa Kurdîtiyê nedikir. Di zanîngehê de ez û Nîda Tûfekçî li ser stranên Kurdî yên hatîn dizîn pev çûn. Bûyerên wisa gelek bi serê min de hatin. ‘Çavkanî û herêm Amed, Celal Guzelses, nota û berhevkarî N.Tûfekçî. Tevde malên Kurdan bûn. Li dijî wê jî berxwedanek pêwîst bû.’

Ji bo Yilmaz govend gelek û gelek tişt in û wiha pê da diçe: ’Berî ziman derkeve holê mirovahiyê bi zimanê beden xwe îfade dikir. Di rastiyê de deryayek e. Weke mînak, lîstika ‘Lorî hey lûr an jî qertel’. Di paşxaneya wê de çîrokek heye. Di nav pergala komûnê de gava nêçîrvanan nêçîra xwe dianîn, bi hev re dixwarin. Rojek yek ji wan li rastê heywaneke qertel li ser kombûyîne tê. Qertelên çiyayên Çewlikê jî navdar in. Pençên xwe li patika berxekê didin û bi hewa dikevin. Di nav wan de yek ji wan dixwaze bi tenê bixwe. Piştre hemû dibin yek û li dijî wî qertelî têdikoşin. Gava ew nêçîrvan vedigerin, behsa wê bûyerê dikin. Bi dans wêna vedibêjin. Mirovahî ji xwezayê, ji heywanan gelek tişt fêr bûye.’

‘Govendên me pir cûre ne. Li ser masiyan, mirîşkan, bizinan û sirûştê gelek gotine û li hev anîne. Das, meşk, rêncberî, weke mînak qimil, qimil xesarê dide çandiniyê, lewra qimil di nav destê xwe de kom dikin û diperçiqînin. Lîstikên bawermendiyê, şahiyê, şer û şînê hene.

‘Bi govendê tu dikarî nexşeya welatekî diyar bikî. Zeybek nûnertiya welatê Grekî dike, Pontos dîsa wisa, Trakya tevde Balkanî ne, Bar a Kurdî ji Sêwasê dest pê dike. yek liv û tevgerek jî bê wate nîne, divê bên lêkolînkirin. Gelek sir tê de hene.’

Û weke encam: ‘Niha bi bi giştî li 80 komeleyan bi qasî 4 hezar kes li ser vî karî dixebitin.’

Mamoste simbêlên xwe yên proleter bi lêva jêr ve dişidîne,  pora xwe ya dirêj li ba dike. Diyar e, şanaz e.

Em jî bi vî karî serbilind in, lê ya rastî divê Kurd bi govenda xwe hemû Ewrûpa heta dinê jî bihejînin, li Hannoverê me ew hêza ku hîna derneketiye holê dît.

Yazarın diğer yazıları