Berê li çavkaniyên berheman binêrin

Gelek pirtûkên li ser mijarên dîrokî, civakî û baweriyan hene. Tev de hewl dane ku rastiya dîtînên xwe û mijareyên nivîsandine wek belgeyên rast bidin pejirandin. Ji bo têgihîştina rastiyê divê mirov berê li çavkaniyên wan binêre, kî ew çavkanî nivîsandine, li wan hûrbikole. Hima baweriya xwe bi wan nivîsandinan neyne. Yanê bi çavekî rexnegirî û bi guman nêzîk bibe. Bav û kalan bîle sebeb negotiye; “Dijminê bavan nabe dostê lawan!”

Çavkaniyên herî xeternak jî çavkaniyên bi destên dakirkeran hatine afirandinê ne. Piraniya belge û çevkaniyên Tirkan di nava vê sedsala dawiyê de hatine nivîsandin, hê di ser de jî pirraniya wan di bin siya “teoriya roj û zimanê tirkî” de ne. Belgeyên Ereban yên li ser Kurdan jî piştî ku di sedsala 7-11. de tevahiya belgeyên Kurdistanê hatin sotin û rûxandin bi destên nivîskar yan jî alimên îslamî yên Ereb hatine nivîsandin. Ma ev belge dikanin objektîf bin û rastiyan li ber çavan raxînin?

Hemû belgeyên nivîsandî yên li Kurdistanê jî talan kirine, yan veşartine yan jî şewitandine. Mînak di dema Mehmut II. de bi leşkerên xwe ve avêtine ser mîrîtiya Bedlîsê û ji wir heft barê hêştiran pirtûk birine. Hê jî kes nizane ew li ku ne? Hatine sotin, yan hê jî hene. Lê em nikanin bigihîjin wan. Dîsa ji vir çend sal berê kamyoneke pirtûkên kevn ji Wanê birin Konyayê.

Dema mirov mijareya Yarsanî /Ehlîhaq bigire; dibîne ku îro her kes ji wan re “Elewî” dibêjin, pirraniya kesên ji xwe re Elewî dibêjin, tew nizanin Yarsanî çi ye. Bi sedan pirtûkên ku qaşo Elewiyan li ser Xoresanê re dibin bi Tirkên Asyayê ve girêdidin, hatine nivisandin. Çavkaniyên wan pirtûkan wek vê gotina gel e, “şehedê rovî dêlya rovî ye.” Lê rastî tiştek din e. Di demo Osmaniyan de ji Ehlî heq re (di nava gel de “Rayê Heq” dihat gotin) qizilbaş digotin. Gava Komara Tirk hat demezirandin jî li gor çarçoveya sentêza Tirk-Îslam peyva “Alevîê” hat afirandin. Niha jî ev diyarde di nava mijê de wisa hatiye tarîkirin, ji nav derketin gelek dijwar e.

Ev di dîrokê de jî wisa ye. Dema mirov Heredot dixwîne, têdigihîje ku çavkaniyên wî yên li ser Medan vegotinên rayedarên Persan in.  Agahiyên li ser Medan wisa ji hişmendî dûr, bê bingeh in, mirovan matmahî dihêlin. Mînak Herpagos pismam û fermandarekî Astyages e. Astiyages tenê bi wî bawar e, her çawa dibe, di vegotinê Heredot de tê îdîakirin ku Astyages kurê Herpagos serjêkiriye û bi wî daya xwarin. Lê dîsa jî Astyages tenê bi Herpagos bawer dike. Ev ji hişmendiyê wisa dûr e, nakeve serê bêhişekî jî.

Dema em KYRVPÆDIA ya Xenophon dixwînin, dibînin ku behsa wê çîroka Heredot nayê kirin. Navê Herpagos jî derbaz nabe. Di cihê wî de navê Kyaksares wek sîyeke Kyros derbaz dibe û Astyages li ser textê xwe dimire. Di wê berhemê de jî Pers wek geleki bi rêk û pêk, bi dad, perwerde, xwedayî û Kyros II jî pir mezin tê destnîşankirin. Lê Med wek pêkhateyeke bê rêk û pêk wek axatiyekê hatiye şîrovekirin.

Em dûr neçin, dem niha yekê di siya RTE de dimeşe, rabe dîroka vê demê binivîsîne, dê dîroka derewên mirovbûn, dadwerbûn û qehremaniya xwînxwarên serkariya AKPê binivîse. Wê Kurdan, hemû girse û pêkhateyên di nava berxwedanê de jî wek xayîn, gasikên destên dijminan destnîşan bikin. Dîsa heke derdorê çembera Stockholmê li ser Tevgera Azadî binivîse, wê mina Burkay tenê tiştên nerênî binivîsîne. Di dîrokê de gelek tişt wisa hatine nivîsandin. Mînak Heredot çûye qesra padişahên Persan û alîkariya diravî ji wan standiye. Xenophon jî ji bo pere standinê çûye qesra Persan û li pey jî ew xabata xwe nivîsîye.

Dema em Oskar Mann dixwînin, dibînin ku hîç neçûye gundê Korê (gundke Çewligê), yek gotineke gundê Korê jî bi kar neaniye, lê di berhema xwe de bi nava Zazakiya Korê hin tişt nivisîne. Xebatên wî yên li ser Hewramî jî her wisa ne. Hê di ser de jî du werger bi kar anîne, yekê jê re wergerandiye Osmanî û yekî din jî ji Osmanî wergerandiye Elmanî.

Ji ber van rastiyan, dema mirov berhemeke lêkolînî dixwîne, divê mirov li du tiştên bingehîn binêre. Yek; gelo ew mirov hewl dide ku angaşteke xwe bide pejirandin? Ya diduyan li çavkaniyan û li rastiya wan çavkaniyan binêre. Ku mirov vê neke, bi korane bawer dike ku ew jî mirovan dibe şaşiyê.

Yazarın diğer yazıları