Berfê xwe li Rojava pêça

Li Rojavayê Kurdistanê gelek deveran piştî salan cara pêşî berf dîtin. Ji 5 salan ve ev cara yekemîn e ev qas berf dibare. Her wiha pileya germahiyê gihaşt di bin sifrê re 4 dereceyan.

Kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne, doh bi rengê spî xemilî.

Li kampê derfet û îmkan kêm in. Tirs heye zarok nexweş bibin.

Li piraniya herêma Cizîrê jî gelek berf ketiye. Trafîk li piraniya bajar û navçeyan ji ber ku berf zêde bariye, sekinî. Stûrahiya berfê li hinek bajaran gihaşt 15 cm’an.

Şêniyên herêma Cizîrê diyar dikin ku ji 16 salan ev cara yekemîn e berf ew qas zêde dibare. Dibistan û saziyên din ên herêmê ji ber barîna berfê hatin girtin.

Li aliyê din, Deriyê Sêmalka yê li ser sînorê di navbera Başûr û Rojava de, jî hate girtin. Li wê herêmê berf bi stûrahiya zêdetirî 20 cm’an ketiye.

Deriyê Sêmalka rojên duşem û sêşemê ji ber berfê hatibû girtin û pêr ji nû ve dest bi kar kir. Lê doh ji ber barîna berfê ya zêde dîsa hate girtin.

ANHA/QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found