Berlîna birîndar

Di êvara 19´ê meha dawiya salê de paytexta Elmanyayê dîsa li tevahiya cîhanê dengveda. Ev car êrîşeke bêbext, bêyom, heta dawiyê kirêt û qirêj bi ser bajarê pirçandî de hat. Di encamê de 12 kes mirin û bi qasî 50 kes jî birîndar bûn. Êrîş li navenda K Dammê ku yek ji cihên herî navdar ê bajêr e pêkhat. Ew der bi dêra dîrokî ya bi navê Kaiser-Wilhelm-Gedächtniskirche ango bi navê din Dêra Şikestî jî tê nasîn. Dêr wek sembola şerê duduyan di encama bombeyên balafiran de rûxiyaye ji bo îbreta şerî tim li ber çavan bimîne jî, nehatiye çêkirin. Di wan demên noelê de li wir bi hezaran mirov ku di nav wan de zarok, jin, kal û pîr jî heyîn li hev kom dibin. Mixabin mêjiyên bêbext û dilên kirêt zarok û jin nas nakin. Hejmara kuştiyan ji bo wan girîngtir e ji her cure nirxên mirovahiyê. 

Berlîn di dîrokê de gelek caran bûye babeta sereke ya nûçeyên cîhanî. Bi taybetî jî di serdema herdu şeran de ev bandor û girîngiya Berlînê hîn zêdetir bûye. Nexwasim di şerê duduyan de ev girîngî hîn pirtir bûye û piştî şer jî Berlîn bi alî û awayên cûrbicûr ve her bi xwe daye behskirin.

Ev êrîşa dawiyê ya li Berlînê kir ku hindek li ser dîrok û serpêhatiyên Berlînê rawestim. Berlîn li gorî bajarên kevnar ên li Rojhelata Navîn gelek ciwan e. Hêjayê gotinê ye ku li gel vî temenê ciwan jî wek Dilê Ewrûpayê jî tê hesibandin.

Berlîn di dîroka nivîskî de wek bajar cara ewil di salên 1200 an de derbasî ser pelikên fermî bûye. Bajar di navbera çemên Spree û Havelê de hatiye avakirin. Navê Berlînê li gorî hind angaştan ji peyva Bär (Hirç) ê tê lê li gorî daneyên zanistî ji zimanê silavî Berlê ku di maneya avzêlkê de ye hatiye lêkirin. Sembola bajêr hirç e, piştê şerê duyem diran û neynûkên hirçî jêkirine, wek remza aştî û aramiyê tê qebûlkirin.

Di dîrokê de yek ji bobelatên herî mezin a di mêjûya Berlînê de qeydkirî Şerên 30 salan yên di navbera salên 1618 – 1648 de ye. Ev bûyera ku wek şerê olî hatiye pênasekirin, lê di rastiyê de şerê desthilata aborî û erdnîgarî ya derebeg û keyserên Ewrûpî bûye, cara yekê dibe sedem ku bajêr bi awayekî pirhêlî wêran bibe. Di dawiyê de piraniya xaniyan xera dibin û nîvî pirtir ji niştecîhan jî bi awayên cûrbicûr kêm dibin. Keyserê serdemê Frîedrîch Wîlhelm ji welatên Ewrûpayê mirovin vexwendine Berlînê. Di sala 1671´ê de 50 malbatên cihû ji Awistûryayê tînin. Keyser bi xwe li hemberê ol û baweriyan pir xweşbîn bûye. Li dû wan ji Fransayê 15.000 kes tên. Di sala 1700´î de sedî bîst ji nifûsa Berlînê Fransî bûne. Bandora çandî ya Fransiyan li ser bajêr girîng e. Wekî din jî ji Bohemya, Polonya û Salzburgê jî gelek koçber li Berlînê bi cih dibin.

Bajar bi qasî sêsed salan e wek serekbajar ango paytexta Elmanyayê di qada dîrokê de ye.

Heta salên şerê cîhanê yê yekê di warê aborî û çandî de bi lezgînî bi pêş dikeve. Mixabin şer û teror li ser qedera Berlînê jî wek ewrên reş datînin. Bi taybetî di encama şerê duduyan de bajar seranser kavil dibe. Hema bigir xaniyekî saxlem li ser du stûnan namîne. Berlîn destpê dike ji nû ve xwe diafirîne, ji nû ve dizê û çêdibe. Li gel ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin û ew jî têrî nekiriye bi dîwarekî ve jî hatiye dabeşkirin di demeke pir kin de cardin dibe yek ji bajarên herî li ber çav yên cîhanê. Di wê serdemê de gotina navdar a J.F.Kenedy ku gotibû: “Ez jî Berlînî me” di bîra mirovan de ye. 

Vê gavê li Berlînê li dor 4 milyonî mirov dijîn. Hind deverên wek Kreuzbergê nîvenîv biyanî ne. Ji her çand û neteweyê kes an jî kom li Berlînê niştecî ne. Bi vî awayî bajar weke maketeke cîhanê ya biçûk e.

Mûzexaneyên herî dewlemend û navdar yên cîhanê li Berlînê ne; li devera ku wek Girava Mûzexaneyan jî tê bi navkirin 14 mûzexane hene. 

Paytext ji aliyê endezyarî ve jî yek ji bajarên herî delal ê Elmanan e. Quleya televîzyonê ya bi qasî 368 mêtroyan a bilind, Monûmenta Serkeftinê, Stûna Serkeftinê, Dêra Şikestî, Deriyê Brandenburgê, Saeta Cîhanê ya li qada Alexê, xaniyê parlamentoyê (Reichstag) û peykerên qirase yên Marx û Engels li bajêr hêjayê dîtinê ne. Wekî din jî cih û deverên ku dîtina wan li stûyê mêvanên Berlînê ferz e jî heyîn. 

Li Berlînê her wiha bi qasî 80 hezarî Kurd jî dijîn.

Ev şerê ku li dijî tevahiya hêjahî, bedewî û lawaniya mirovahiyê hatî destpêkirin û li devera ku lingên wan yên qirêj digihijê nirxên şaristaniyê ji holê tê rakirin, helbet ne mûmkin bû ku bajarekî mîna Berlînê jî ji xwe re neke hedef û mora xwe ya kirêt lê nede.

Di encamê de Berlîn birîndar bû, lê bi rastî jî dev ji kamilî û mezinahiya xwe berneda. Roja piştî bûyerê qada pîrozbahiya noelê tijî mirov bûn. Gelek ji wan mîna ku li hev kiribin digotin: Eger em di malên xwe bimînin, ew dê bigihîjine armanca xwe. Em çawa keyfa wan tînin?…

Belê Berlîn careke din jî birîndar bû, lê di dîrokê de jî li dû her êrîş û birîndariyê raperîneke nû pêkaniye û derketiye asteke bilindtir. Niha jî bendewarî heye ku li dijî şerê terorê gavên hîn bibandor û darîçav bavêje…

Yazarın diğer yazıları