Bersivek ji Xalid Ezîzî re

Kurdistan ji aliyê hêzên dagirker ve hatiye parçekirin. Lê herî zêde kesên xayîn û xwefiroş li Kurdistanê pişta dagirkeriyê miz didin û destdirêjiya wan a li ser welat rewa dikin.

Endamê komîteya rêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, HDKÎ, Xalid Ezîzî li welatên Ewrûpa û Amerîka digere û hinek rêze hevdîtin û civîndan çêdike. Ne ji bo mafê Kurdan, ji bo çawa dijberiya PKK´ê bike, dijberiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bike. Çawa hîn zêdetir bi hêzên derve re li hev bike, heger îhtimaleke ku yekîtiya Kurdan hebe, wê jî têk bibe û bicemidîne.

Di axaftineke xwe ya li Ewrûpayê de Xalid Ezîzî wek ku derdê wî tekoşîn û azadiya gelê Kurd be, rexne li polîtîkayên PKK´ê li herêmê digire. Ya rast mirov pirr zêde nikare bibêje rexneyan dike; tiştên ku Xalid Ezîzî dibêje, naşibin rexneyan. Bêhna gotinên Erdogan ji peyvên Ezîzî tê. Çend bersivên min hene ji Xalid Ezîzî re ku divê îfade bikim. Ezîzî di wê baweriyê de ye ku siyaseta li her çar parçeyên Kurdistanê serbixwe ye û qet bi hev du re negirêdayî ne. Di serî de şermeke mezin e ku rêveberiyeke partiyeke siyasî ya Kurd ewqasî di dil û mêjiyê xwe de Kurdistan parçe kiriye. Dibe di serê Xalid Ezîzî de Kurdistan parçe be, lê belê Kurd êdî gihiştine wê astê ku sînorên dagirkeran derbas bikin û êdî yekîtiya di nava xwe de çêkin. Lê helwêsta kesên wek Xalid Ezîzî tam berovajî hestên neteweyî ye. Gotinên wî xizmeta dagirkeran dikin. Her wiha divê baş bizane qedera parçeyên Kurdistanê bi hev ve girdêdayî ye, her guhertinek li parçeyekî bandorê li parçeyên din dike.

Dibêje, ji ber ku PKK li Rojavayê Kurdistanê berjewendiyên Dewleta Tirk dixe xetereyê, ji bo wê jî êrişî wir dike. Qaşo heger li Rojhilatê Kurdistanê jî rewşeke wiha çêbe, wê êrişî Rojhilat jî bike! Dema mirov li Kurdistanê ji zarokekî bipirse ka bê dijminê Kurdan kî ye, bêguman bersiva her kesî Dewleta faşîzan a Tirk e. Lê mixabin hêj hinek Kurd wer dihesibînin ku Erdogan tenê şerê PKK´ê dike. Erdogan dijminê sondxwarî yê Kurdan e, dinya û alem bi vê dizane, û tenê haya kesên wek Xalid Ezîzî ji vê yekê tineye, ew jî balkêş e. Bi rastî nizanin ka Erdogan çiqasî dijminê Kurdan e, yan jî nizanin hişmendiya înkara Kurdan li ser esasê Tirkperestiyê hatiye avakirin? Bi vê baş dizanin û heta, destekê jî didinê mixabin.

Divê Xalid Ezîzî bi vê bizane, ma li Başûrê Kurdistanê di dema referandumê de jî PKK hebû ku dewleta Tirk bi ti awayî encamên wê referandumê nepejirandin. Ezîzî hemû komkujiyên ku Erdogan li Kurdistanê kirine, rewa dike û dibêje, ji ber ku PKK li wir e, ji bo wê êrişî Kurdan tê kirin. Dema çeteyên DAIŞ´ê êrişî Şengalê û Kobanê kir, PKK li wir bû gelo û em hemû dizanin Erdogan serçeteyê DAIŞ´ê ye.

Di nezera Ezîzî de, hebûna PKK û qaşo partiyên bi wê ve girêdayî, li Rojhilatê Kurdistanê wê Tirkan aciz bike û Tirk neçar bimînin êriş bikin! Kurdên xwefiroş ji bo dewletên dagiker ti xetereyek nîne. Lê Kurdên statuya xwe ya azad dixwazin, Kurdên li beramber dagirkeriyê serî rakirine û şerê azadiyê dikin, di hedefa hêzên dagirker de ne. Jixwe, bila Xalid Ezîzî qet xwe aciz neke, dewleta Tirk êrişî wî nake, heta wisa be, heta xizmeta dagirkeran bike di çavê wan de Kurdekî baş e; lê çawa bû Kurdek azad, wê bibîne ka çawa bibe hedefa faşizmê. Şoreşger û civakeke xwedî rûmet ji ber di hedefa faşîzmê de ne, serbilind in. Rûreşî ne ya Kurdên azad e, rûreşiya Xalid Ezîzî û kesên wek wî ye.

Xalid Ezîzî wer nişan dide ku ew tene li dijî Îranê şer dike û kesekî derveyî wî li dijî dagirkeriyê nîne. Çima ewqas têkoşîna azadiya gelê Kurd parçe dike, mirov fêm nake. Bi sedê salan e ku Kurd li Rojhilat li beramber dagirkerî û zilmê têkoşîna jiyana azad dikin û berdêlên mezin dane. Îro jî wisan e, û wê her wisa be. Ev tiştek nû nîne. Diyar e Xalid Ezîzî nû pê hesiyaye. Li şûna Xalid Ezîzî aqil bide partiyên siyasî yên Rojhilat, yan jî aqil bide PKK´ê, bila bixwe zend û bendê xwe bade û têkoşînê li Rojhilat xurt bike. Ya têkoşîn xurt kirî û rê nişan da, her kes wê li pey biçe, ez bawer dikim ti partiyeke Kurdî di vê mijarê de dudil nîne. Gotinên Xalid Ezîzî xizmeta siyaseta faşîzan a Erdogan dike û ne tiştekî dinê. Diyar e ku niyeta wî ya têkoşîna li beramber dagirkeriyê nîne, naxwe wê zûde tiştek bikira!

Gotinek dawî ji Xalid Ezîzî re, Gelo te li beramber Îranê şer kiriye û kesên din tenê lê temaşe kiriye? Tu bike û bila xelk çav li te bike, û paşê rexneyan jî bike. Kesên di vê pêvajoyê de pêşengiya şoreşê bikin, li beramber dagirkeriyê bi rêbazên dewlemend têkoşînê bikin, ew serketî ne. Kesên xwe bavêjin himbêza dagirkeran yan jî modernîteya kapîtalîst ku înkara Kurdan pîlana wan a esasî ye, ew mehkûmî binketin û mirinê ne. Xalid Ezîzî li kîjan aliyî cihê xwe digire gelo, em careke din jê bipirsin!

Yazarın diğer yazıları