Berxwedan Jin e

Ji rojnameyên tîraja wê herî bilind ên Îtalyayê La Repubblica di pêveka xwe ya heftane ya bi navê ‘l’Espresso’ de di beşa hevpeyvîna taybet de cih da wêne û hevpeyvîna Linda Dorigo ya li ser şahidên Berxwedana Serdemê ya Efrînê.

Hevpeyvîn bi manşeta ‘Efrîn, Berxwedan Jin e’ derçû, wêneyê sereke jî wêneyên li ser dîwarekî ne ku li serê sembolên berxwedanê Avesta Xabur, Barîn Kobanê û Arîn Mîrkan hatine xêzkirin. Di hevpeyvînê de jinên ku neçar mane Efrînê bi cih bihêlin jî peyivîne.
Mesela Rewan a sala 2013´an ji şerê li Helebê stara xwe li Efrînê dîtî, îro li Kobanê ye û ew tirsa xwe ya ji dewleta Tirk ku li ser sînorê Kobanê ye jî eşkere îfade dike.

Gulê ya 23 salî neçar maye biçe Şehbayê, ew dibêje, “mal, erd û welatê me heye li wir, em dixwazin vegerin Efrînê.” Dema vê dibêje jî Gulê îşaret bi girîngiya hebûna misogerî û garantoriyeke navneteweyî dike.

Gulê ya ku ji berpirsên komeleyeke ciwanan e wekî din dibêje, “me bi rehetî dikarî 6 mehên din li ber xwe bidin, lê wan tenê sîvîl dikirin hedef, em neçar man ji bo ku sivîla biparêzin, derkevin.”  ROMA

Yazarın diğer yazıları