Berxwedan li Gebze û Bakirkoyê

Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan a li pêşiya Hepsa Jinan a Gebzeyê di roja 36’an de ye.

Malbat doh jî li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê hatin ba hev û bi wesayîtan berê xwe dan hepsê. Dema ku malbat hatin pêşiya hepsê, polîsan rê li wan birrî. Ligel ku hate astengkirin jî malbatan çalakiya rûniştinê li dar xist.

Dayikan bi gotinên ‘Em ji bo jiyana zarokên xwe li vir in’ bersiv da gefên polîsan.

Polîsan piştre malbat derb kirin û ew bi darê zorê li wesayîtên wan siwar kirin. Malbatan dîsa berê xwe dan Rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê.

Malbatên ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, doh careke din xwestin biçin pêşiya Hepsa Jinan a Bakirkoyê. Malbat li pêşiya otobana E-5’ê hatin ba hev û ber bi hepsê ve meşiyan. Polîsan li vir jî êrişî malbatan kir û nehişt ku malbat bimeşin. Malbatan diyar kir ku ew dixwazin bibin dengê zarokên xwe lê polîsan meşa malbatan asteng kir. Polîsan îna bihurî jî êrişî dayikan û malbatan kiribû û gelek kes destgîrkiribûn.

Dozgerî doza girtina dayikan kir

Malbatên girtiyan pêncşem û îna bihurî li ber Hepsa Bakirkoyê û Sûka Misrê çalakî li dar xistibûn. Polisan her du rojan jî êrişî dayik û çalakgerên din kiribû û 38 kes destgîr kiribûn. Di nava wan de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Îrfan Tûnçbîlek, rojnamevan Zeynep Kûray û Endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Parêzer Arzû Kayaoglû jî hebûn.

Polisan ev kes doh birin Edliye Stenbolê ya li Çaglayênê û bi daxwaza girtinê hemû sewqî dadgehê kirin. Dema nûçeya me dihat amadekirin, hîna dadgehê biryar derbarê wan nedabû.

STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found