Berxwedan mezin dibe

Li dijî amadekarî û gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê çalakiyên mertalên zindî didome. Çalakiyan li Girê Spî û Serêkaniyê di 7’ê Cotmehê de dest pê kir û bi beşdariya bi hezaran kesî didome. Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di roja çaremîn de ye. Şêniyên Kantona Hesekê bi girseyî tevlî çalakiyê dibin. Hevserokê Kantona Hesekê Abdul Xanî li qada çalakiyê di semînerekê de axivî. Xanî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û bal kişand ser yekîtiya gelan a li dijî dagirkeriyê û got: Li dijî teknîkê ya girîng îrade ye. Çalakiya îro wê ji aliyê xelkê Kantona Hesekê bidome. Girseya gel jî ji bo piştgiriyê li ber Navenda Çandê ya Serêkaniyê li hev kom bû û ber bi qada çalakiya mertalên zindî meşiya. Li Girê Sipî jî bi hezaran kes tevlî çalakiya mertalên zindî bû. Ji bo herdû çalakiyan gelên Kurd, Ereb, Suryan ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hezaran kes berê xwe dan çalakiya mertalê zindî û tevlî berxwedanê bûn. Di çalakiyê de bi qîrîn dirûşmên “Bijî berxwedana QSD’ê” û “Gelên Sûriyeyê yek e” hatin gotin.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found