Berxwedana rûmetê xurt e

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir

Navendê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. QSD´ê got, “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî li herêmê hevpaymana agirbestê heye, careke din bi hemû hêza xwe ya teknîkî ji bejahî û hewayî ve li seranserê sînorê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe yên dagirkirin û qirkirinê didomîne û hevpeymanên heyî binpê dike.

Li ser mijarê Navenda Ragihandin û Çepemeniya QSD’ê encama şer û berxwedana roja 30’î eşkere kirin.

Eniya Til Temirê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe ji bejahî û hewayî bi balafir û çekên giran pêk tîne.

Eniya Ebû Rasên/Zirgan

Artêşa dagirker û çeteyên wê bi tang û çekên xwe yên giran êrişek bire ser gundê Til Mihemed.

Eniya Eyn Îsa

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û tangan bi dijwarî êrişî gundên Xirbet Faris, Şergirakê, Zenûba, Mesûdiyê, Dibis, Xirbet Kerem, Qiz Elî, Kefîfa û Webdê kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrişan û şerekî dijwar qewimî. Di encama bersivdanê de li nêzê rêya M4 ya navdewletî 2 erebeyên leşkerî, erebeyeke doçka barkirî û tangek hatin rûxandin. He rwiha 13 çete û leşker hatin kuştin, 19 ji wan jî brîndar bûn. Di heman demê de tangek hat hedefgirtin, rextek û 3 çek jî hatin desteserkirin.”
Bi giştî di encama êriş û bersivdayîna hêzên me de, 13 çete û leşker hatin kuştin, 19 ji wan birîndar bûn.

Di vê berxwedanê de 12 hevalên me şehîd bûn, 7 hevalên me jî brîndar bûn.”

Li Mesûdiyê tankek hat rûxandin

Li aliyê din di nûçeyeke îro belavkirî de hat gotin, li gundê Mesûdiyê ku li başûrrojhilatê Girê Spî ye, tankeke dewleta Tirk a dagirker hatiye teqandin. Dîmenên teqandina vê tankê jî hatin belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found