Berxwedana topyekûn bibînin

Malbatên girtiyan ên li Gebze nobetê digirin: Mirov hê jî çawa li malên xwe rûdinên? Roj ne ew roj e ku mirov li mala xwe rûnê. Em ê hê jî çi winda bikin?

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 159 roj in bi greva birçîbûnê li ber xwe dide. Çalakiya wê û hevalên wê dewam dike ji Hewlêrê heta bi Torontoyê. Malbatên hepsiyan jî ku niha qederê 7 hezarî di grevê de ne, çalakiyên xwe ji bo ku bibin dengê zarokên xwe dewam dikin. Xizmên girtiyan ji ber bêdengiya beramberî çalakiyan nerazîne û bangê li gelê Kurd dikin da ku dengê xwe bilind bike û bi çalakiyan rabe.

Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê di roja 146’an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û ya li Welatê Galiyan Îmam Şîş, di roja 119’an de didome. Çalakiya li hepsên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo koma yekê ev 121 roj in dewam dike. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtiyî dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 46’an de didome.

Çalakiya Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin jî didome. Çalakgerên ku li hepsê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê dewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe ev 101 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 91, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 99 roj, ya Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 48 roj in li malê wan dewam dike.

Grevên bê dawî û nedorveger ên din

Yusuf Îba li Torontoyê ev 94 roj in, Mele Mustafa Tuzak li ev 93 roj in, Husên Yildiz ev 87 û Hasbî Çakici jî ev 86 roj in di greva birçîbûnê de ne û wan grevên xwe ji bajarên lê, bir Berlînê. Tevî wan li Berlînê Şiyar Xelîl ev 81 roj in, Cemal Kobanê û Omer Bagdur jî ev 77 roj in ku di grevê de ne. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 86 rojan li dûv xwe dihêle. Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ên li Paytexta Awusturyayê Viyanayê jî ev 70 roj in bi greva birçîbûnê li berxwe didin. Mehmet Alî Koçar ê li ber avahiya Neteweyên Yekbuyî li Cenevreyê ev 59 roj in, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz jî li paytexta Ingilîstanê Londonê ev 30 roj in di greva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut ev 50 roj in, Gulebax Celal jî 30 roj in li germiyanê di greva birçîbûnê de ne.

Bi berxwedanê jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Elmanyayê Krefeldê di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê û zextên elmanyayê li civaka Kurd, agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Hepsa tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Hepsa Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Hepsa tîpa T a Oltu, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Hepsa Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Hepsa Jinan a Şakranê çalakî kir û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.

Roj ne roja rûniştinê ye

Malbatên girtiyan bi armanca piştgiriya girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de, li ber Girtîgeha Gebze nobetê digirin. Ew bang li her kesî dikin da ku bêdeng nemînin: “Mirov hê jî çawa li malên xwe rûdinên? Roj ne ew roj e ku mirov li mala xwe rûnê. Em ê hê jî çi winda bikin?”

Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de, di 9’ê Nîsanê de li ber Hepsa Gebzeyê dest pê kiribû di roja 7’an de dewam dike. Malbat piştî çalakiya xwe 2 caran hatin destgîrkirin, tevî şert û mercên neerênî çalakiya xwe ya nobetê dewam dikin.

Dayika Alî Îlhan Bayar ê di 26’ê Kanûna 2018’an de li Hepsa Tîpa F-1 a Tekîrdagê ket greva bêdem û nedorveger, Zeynep Bayar, bang li hemû xizmên girtiyan kir û xwest êdî li mala xwe rûnenên û dengê xwe bilind bikin. Bayar wiha peyivî: “Roj ne roja rûniştina li malê ye. Zarokên me ev 108 (109) roj in di greva birçîbûnê de ne. Bi taybetî bang li dayikan dikim. Dayik hê jî çawa li mala xwe rûdinên. Roj ne ew roj e ku mirov li mala xwe rûnê. Kêliyek em winda bikin tine ye. Êdî dem derbas dibe. Jixwe, yên ketine grevê dê bi pirranî seqet bimînin. Em ê hê jî çi winda bikin. Bila êdî rayedar dengê me bibhîzin.”

Tecrîdê rakin!

Dayika Newroz Bozkurt a ji 1’ê Adarê ve di grevê de ye, Sultan Bozkurt jî bang li her kesî kir da ku bêdeng nemînin: “Ev 4 sal in li ser Birêz Ocalan tecrîda giran heye. Lê hêj civak tev bêdeng e. Ji 1’ê Adarê û şûn ve, 7 hezar girtî ketine grevê. Lê mixabin dewleta Tirk li mirinan temaşe dike. Hem dikuje û hem jî destûr nade em cenazeyên xwe veşêrin. Heta niha em 2 caran hatin destgîrkirin. Destûr nedan em li pêş hepsê çalakiyê bikin. Lê em bi biryar in. Em dê her roj li pêş hepsê nobetê bigirin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe çalakî jî bi dawî nabe.

Em bang li rayedarên dewletê dikin. Bila dengê dayikan bibhîzin. Bila demekê beriya demekê vê tecrîdê rakin û li Îmraliyê bila hevdîtin dest pê bikin.”

Xizma girtiyan Guler Bugday jî got: “Zarokên me ev zêdeyî 100 rojî ye ku bedena xwe dane ber birçîbûnê. Êdî bila deng bidin dengê çalakgeran. Zarokên me li pêş çavên me dihelin. Ev qerîna me, ne tenê ji bo me ye. Em dixwazin demekê beriya demekê tecrid bi dawî bibe. Heta ku ev tecrid bi dawî nebe çalakî jî bi dawî nabin. Heta ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk neyê wê mirin dewam bike. Êdî bes e.”

MA / STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found