Berxwedanê parêzer birin Îmraliyê

Kurdistanî li bajarê Fransayê Strasbourgê li pêşiya Konseya Ewrûpayê hatin ba hev û bêdengiya saziyên Ewrûpayê şermezar kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasbourga Fransayê di roja 150’î de didome. Kurdên li Ewrûpayê, li pêşiya Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hatin ba hev.

Di çalakiyê de bêdengiya saziyên Ewrûpayê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku Konseya Ewrûpayê peywirên xwe bi cih bîne û bal hate kişandinî ser vwê yekê ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Di çalakiyê de hate gotin ku ji ber berxwedanê parêzeran karibûye biçin serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji ber vê jî divê çalakî werin xurtkirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku heta tecrîd were şikandin wê ev çalakî her roja Çarşemê were domandin.

Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê 17’ê Kanûna 2018’an dest bi çalakiya xwe kiribûn û îro 151 roj in ku Gulîstan Îke, Nûrgul Başaran, Dîlek Ocalan, Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nîmet Sevîm, Denîz Surgut, Agît Ûral, Mohamed Ghaderî, Ekrem Yapici, Ayvaz Ece, Kerem Solhan û Kardo Bokanî di greva birçîbûnê de ne.

ANF / STRASBOURG

Yazarın diğer yazıları

    None Found