Bes bikujin

Roj tine ku em bûyerekê der barê kuştina jinan de nebihîsin. Di bin navê namûsê de rojane jin tên qetilkirin û ev kiryar jî rewa têne dîtin. Şîdeta ku li jinê tê kirin, fizîkî, cinsî, derûnî, û aborî ye. Ev şideta ku xwe dispêre cinsiyetperestiya civakî, xwe bi gelek baweriyên çandî, adetên civakî û pîvanên ’exlaqî‘ meşrû û bi sazî kiriye. Ev çanda serdest, li ser bedena jinê, li ser tevger û jiyana wê, mêr kiriye xwedî maf, kontrol û biryar. Ji bo zarokên keç, hê di zikê dayîkê de ne, jiyan li dijî wan e. Hê ji dayîk nebû ne, weke “kesên nayên xwest in“ û “bê oxir, bêxêr“ tênê îlankirin û têne kuştin. Jina ku ‚malê‘ malbatê ye, di dema zewacê de, bi qelen re, xwedaniya jinê derbasî mêrekî cudatir dibe. Pênc hezar salan bê navber şîddeta li ser jinê heye û heta roja me ya îro bi rê û rêbazên cûda dewam dike. Vê dawî li jiyana xwezayî aniye û bûye destpêka pergala zîhniyeta mêr. Vê pergala kujer li her parzemînên dinyayê jiyana jinê dorpêc kiriye. Ji bo kuştina jinê cîh û mekan ne lazime carna li Efrîqa, carna li rojhilata Navîn, carna li Emerîkaya Latin û carna jî li Ewrûpa tişta ku di qewime wek hev e, heman tişte. Weke mînak li Yekîtiya Ewrûpayê (YE) welatê yekemîn ku li dijî şîddeta li beramberî jinê qanûna destpêkê derxistiye Spanya ye. Li Spanyayê ji sala 2003’an ve zêdetirî hezar jin ji aliyê hevserê xwe yê berê yan jî ji aliyê kesê li gel dijî ve hatiye qetilkirin. Ji ber ku li hemberî kuştinên jinan tedbîrên pêwîst nayên girtin van demê dawî, bi rêbazên hovana jin tên kuştin. Li gelemperiya Tirkiyê tenê di meha Îlonê de 53 jin hatine qetilkirin. Di meha borî de polîtîkayên desthilatdarî û bêcezahiştina darazê û bi gotinên ku şîdetê xwedî dikin, êrişên li hemberê jinan zêde kir. Dîmenên kuştina Emîne Bulut ku li bajarê Kirikkalê yê Tirkiyê hin li pêş çavên me zindiye. Gelo kîjan wijdan dikare gotina wê ya ´ez naxwezim bimrim dixwazim bijîm´ ji bîr bike. Kîjan dil dikare xwe li ber qîrîna keça wê ya 10 salî ku digot ´Daye kurban nemre´ xweragire. Lê ji bo vê divê wijdan hebe, dema ku wijdan tinebe jixwe wê ev rewşê xwe dubare bike. Ev bûyer tenê çend rojan bû mijara raya giştî, ka çi hat kirin? Kî hat cezakirin? Hesabê ve hovîtiyê çawa û ji kê hat xwestin. Dîsa hejmara zarokên ku tên îstîsmarkirin her roj zêde dibin. Yên li hemerî wan êrişan li ber xwe didin û bê navber têdikoşin tevgerên jina ne. Jin li gelek navendan bi dirûşmeyên “Me dikujin” , “Hinceta kuştinê tune ye” û “Dawî li kuştinê bînin”  daketin qadan. Di çalakiyan de jinan bal kişand ser destdirêjiyên demên dawî û kuştinên jinan. Her wiha Koma Jin Bi Hev re Xurt in ya ku gelek rêxistinên jinan û jinên serbixwe tê de cih digirin bi navê ‘Êdî tehamula me nemaye ku em nûçeyên cînayetan bixwînin’ dest bi kampanyayekê kirin. Ev kampanya wê heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinê bidome. Platforma têkoşîna ji bo jinên Êzîdî yên bi darê zorê ji aliyê çeteyên DAIŞ´ê ve  hatine revandin li Batmanê komxebatek pêk anî. Di komxebatê de hovîtiya ku li jinên Êzidî hate kirin hate vegotin û biryara têkoşînê hat dayîn. Di çarçoweya pêngava TJK-E ya bi dirûşmeya “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” li seranserî Ewrûpaye xebat tên meşandin. Jin bi van pêngav û kampanyayan hewil didin pêşî li kuştin û şîdetê bînin.

Yazarın diğer yazıları