Bext, bêbextî û bextewarî

Bext, di Kurdî de peyvek e ku zêde dihête bikaranîn. Bext, bextewar, bextiyar, bextreş, bêbext, bibext û mirov dikare gelekên dîtir jî lê zêde bike.

Di babeta me ya îro de peyv û têgiha sereke bext e. Her ku ev mijar dihête bîra mirovî, yekser romana nivîskar, mamoste Fêrgîn Melîk Aykoçî li dên û bîra mirovî dibe mêvan.

Aykoç tekane romana li ser qedexekirina Partiya Karkerên Kurdistanê li Elmanyayê nivîsandiye. Di warê xwe de ji aliyê naverok, tema û honandinê ve mînakeke cihê û yekta ye.

Roman beşeke girîng ji dîroka gelê Kurd radixe ber çavan. Gelê ku ji bo jiyaneke birûmet, azad û bext-e-war rabûye ser piyan û dîrokê ji nû ve dinivîsîne, dike mijara romana xwe. Gelê ku di dozeke herî mafdar de, di şerekî herî pîroz de li dijî hêzên ku wekheviya wan dûrî xeyalê ye têdikoşe, çawa li rastî bextreşî û bêbextiyên herî bêbext dihê.

Di romanê de çax û dem serdema serhildana PKK ê ye. Salên nodî êdî têkoşîna nûvejînê ya Kurd bi pêşengiya şoreşgerên li çiyayên Kurdistanê gihiştiye Ewrûpa, qada Ewrûpa jî şahidiya raperîna Kurd dike.

Nivîskar behsa bextê gelekî dike, gelê ku bextê wî hatiye desteserkirin, gelê ku bextê wî hatiye dagirkirin, gelê ku bê bext û bê text hatiye hiştin di rewşa li ber qedandinê de ji nû ve rabûye ser piyan.

Lê her kes, her welat û her hêz bi bextê çê û bi merdîtî pêşwazî li wê rabûna birûmet nake. Heta destpêkê yên dijmin ji dostan jî pirrtir in. Ji pirr aliyan ve êriş dihên, dixwazin beriya ku koka xwe berde kûrahiya dîrokê, wê bifetisînin.

Dewletên dagirker, yên bavîtiyê ji wan re dikin û wisa jî derdorên bi navê Kurdî tevdigerin tev de di eniyeke ji mêj ve lihevkirî de dihêne cem hevdu. Heta mirov dikare bibêje yên wek dijminên bav û kalan jî di babeta azadiya Kurd de dibin dostên hev.

Di romanê de ew hemû eniya dijber a bêyom û bêbext bi berfirehî dihête teswîrkirin. Dewletên serdest yên di bin navê NATO û YE´yê de li hev kom bûyîn û dewleta federal a Elmanya ji serî de reng û sekna xwe eşkere dikin. Aliyên bi navê Kurd, qaşo doza azadiyê dikin û wisa jî hind kesayetên bêkesayet yên di nav rêxistinê de jî ji wê êrişa bêbext re dibin destûpê.

Afirînerê berhemê wan têkiliyên kirêt û bextreş bi hostayî dihûne. Mirov ji wê diyarkirin û nîşandana wê têdigihîje ku temenê nivîskarî jî di nav têkoşînê de derbas bûye. Di wan rojên man û nemanê de ew jî li eniya pêş bi gelê xwe re bûye, ne temeşavenekî ji dûr ve.

Her wisa êş û kula civakî; kes çawa ji kesatiya xwe derdikevin, mirov çawa ji mirovtiya xwe derdikevin, civak çawa ji civakbûnê dûr dikeve? Li bersivên wan pirsan jî di berhemê de hatiye gerîn. Di cihanê de gelo miletekî din heye ku bi qasî Kurdan gernas û ewqas jî xayînê wî pirr bin? Mirovên ji kok, ziman û çanda xwe dûr ketîn, hatin helandin û bişavtin çawa xwe bi çand û koka serdestan ve digirin? Ji bo neyê zanîn ku ew Kurd in, çi ji destê wan dihê zêdetir jî dikin.

Li aliyê din jî kes û derdorên qaşo li ser navê gel têdikoşin jî rasterast an jî bi rê û rêbazên dîtir, li dijî şoreşê kar dikin.

Di hevdîtinan de mercek ji mercên alîkarîgirtina ji dewletê jî ew e ku mirov Bizava Azadiyê wek terorîst qebûl bike, nexwe ne pêkan e qirûşekê jî bidin.

Divêt yên dixwazin li Elmanyayê mafê penaberî û rûniştinê jî bigirin xwe ji şoreşê dûr bikin.

Tu Êzîdî yî, dûr bisekine, tu Elewî yî, dûr bisekine.

Wisa jî civaka ku ji xwe birîndar e û li ber mirinê ye bi tinebûneke ketî ya bêrûmet re rûbirû dihêlin.

Lê di zindan û dadgehên Elmanyayê de deng û helwêsta şoreşgeran li dar e. Li Dusseldorfê doza dîrokî bi rê ve diçe. Şoreşgerên Kurd dewleta Elman mehkûm dikin. Piştî salan ew doz li dadgeha mafên mirovan jî ji bo Kurdan serketî bi dawî dibe. Lê ne şerm û ne jî heya ye, lewre dewlet şermê nakin.

Helbet pirseke rasteqînî dihête bîra mirovî, gelo ti kêmasî û şaşiyên Kurdan nebûn? Helbet hebûn. Kurd di qadeke wiha de nû bûn, nû dadiketin meydana navneteweyî û di warê têkiliyên derve de jî ne xwedî tecrûbe bûn.

Demên bihurî gelek rêxistin û kesayetên Kurd derketibûn Rûsya, Emerîka û Ewrûpayê. Gelek ji wan jî li rastî astengiyan hatibûn, lê bi qasî Bizava Azadiyê hinde dijminahiyeke eşkere nehatibû kirin.

Di romanê de ku xala herî girîng e û mirov dikare wek derba zêrîn jî bi nav bike, ev tespît e; Bizava Azadiyê ji aliyê ti hêz û dewletê ve nayê desteserkirin, tevger xwe nasipêre ti kes û deverê. Serdestên dinê ku pirraniya wan jî dostên dewletên dagirker in, vêna qebûl nakin.

Di encamê de jî qedexe û êriş li dar dikevin.

Lê encam wek ew dixwazin pêk nayê. Bext dihête dagirkirin lê piştî 25 salan jî Partiya Karkerên Kurdistanê ji sala 1993´an ve hezar qatî xurttir û pêketîtir e.

Bêbextî têk diçe, bextewarî bi ser dikeve…

Niha bi sed hezaran Kurd û dostên wan salvegera damezirandina PKK’ê wek nûvejînekê pîroz dikin.

Bextewar in…

Yazarın diğer yazıları