Bêyî Kurdan encam nayê girtin

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mahmûd Osman diyar kir, dewleta Tirk nehiştiye hêzên şoreşa Rojava tevlî civîna li Astanayê bibin. Osman destnîşan kir, eger civînek bêyî PYD û YPG’ê bê lidarxistin, nepêkane encam jê derkeve.Osman got,”Li Rojava, Bakur, Başûr, ya jî li Rojhilat, dewleta Tirk li dijî destketiyên Kurdan ên li her cihî ye” û anî ziman, neyê qebûlkirin ku hêzên navneteweyî serê xwe li ber van zext û ferzên dewleta Tirk ditewînin.

Mahmûd Osman da xuyakirin ku YPG, PYD û QSD’ê di encama têkoşîneke giran de herêmên girîng ên Rojava û Sûriyeyê rizgar kirine û got, “Eger tê xwestin ku pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rastî bên çareserkirin, hingî mecbûrî ye ku ev hêz tevlî civînên bi vî rengî yên navneteweyî bên kirin.“

Osman da zanîn, Tirkiye pêşiyê lê digire ku PYD, YPG û QSD’ê tevlî civînên bi vî rengî bibe û wiha dewam kir: “Rûsyayê jî ev rewş qebûl kiriye. Lê belê bi dîtina min, di rewşeke bi vî rengî de encameke serketî ji vê civînê dernakeve. Mafê wan e ku encamên civîneke ew nehatine tevlîkirin, bi cih neynin. Divê ev hêz tevlî van civînan kiribane.”

Dewleta Tirk her li dij Kurd e

Osman anî ziman ku dewleta Tirk siyaseta xwe li ser dijberiya Kurdan daye rûniştandin û got, “Li Rojava jî be, li Bakur, Başûr an jî Rojhilatê Kurdistanê be, Kurd Kurd e û li ku derê dibe bila bibe, dewleta Tirk xwe li destketiyên Kurdan ranagire. Li dijî vê yekê siyaseteke neteweperest-nîjadperest dimeşîne. Lê belê divê dewletên din û cîhan li gorî vê tevnegerin. Mixabin ew jî van ferzên dewleta Tirk qebûl dikin.”

Osman nerazîbûn nîşan da, ku PYD û QSD tevlî vê civînê nehatiye kirin, lê belê endamên ENKS’ê li ser daxwaz û ferzên dewleta Tirk tevlî civînê hatiye kirin. Osman destnîşan kir, ku bi tevlîkirina vê hêzê re nepêkan e encam bê girtin. 

HEWLÊR

Yazarın diğer yazıları

    None Found