Bi 9 partiyan Hevpeymana Kurdistanê

9 partiyên siyasî yên li Hewlêrê biryar dan ku bi lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî beşdarî hilbijartinên meclîsên parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyale bibin.

Li Hewlêrê 9 partiyên Başûrê Kurdistanê têkildarî hilbijartinên meclîsên parêzgehên Iraqê ku biryare 1’ê Nîsana sala 2020’an pêk were civiyan. Di civînê de biryar dan ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartina parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyale bibin. Herwiha li ser navê lîsteyê jî li hev kirin. Wê navê lîsteyê ‘Hevpeymana Kurdistanê’ be.

Ew partiyên hanê di civînê de hebûn; Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Hizba Komunîst, Komeleya Îslamî ya Kurdistan, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê û Bizûtneweya Îslamî.

HEWLÊR / ROJNEWS

Yazarın diğer yazıları

    None Found