Bi awirekî din ‘Die Kurden’

Ji bo raya giştî ya Elman, mesele îdîayên terorîzmê, cihêxwazî, zilma li wan dibe bi destê dewleta Tirk û DAIŞ e. Herçî ew yek e ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo temamê herêmê alternatîfek bi pêş xistiye û ev alternatîf li beşeke Sûriyê îro dijî; ha ser vê yekê bi temamî tê girtin.

LUQMANGULDIVÊ / FRANKFURT

Di 2018´an de yek ji pirtûkên bi Elmanî li ser Kurdan derçû ya Kerem Schamberger û Michael Meyen a bi navê Die Kurden: Ein Volk zwischen Unterdrückung und Rebellion (Kurd: Miletek di navbera tepisandin û serhildanê de) ye. Pirtûka ji Weşanên Westend derçûyî, bi formata xwe guhertî ye û di navbera roportaj, vegotina pexşanî û raporê de diçe û tê. Profesor Dr. Michael Meyen li Zanîngeha Ludwig-Maximilians ya li bajarê Elmanyayê Munchenê xwedî kursiyê Înstîtuya ji bo Zanista Ragihandinê û Lêkolînên Çapemeniyê ye û Kerem Shamberger jî li heman Instîtuyê wezîfedar e û doktoraya xwe dinivîse. Pirtûk bi tecrûbeyên çalakgerên siyasî, civakî yên Kurd û ne Kurd, bi vegotinên akademisyen û xwendekarên zanîngehê yên Kurd û ne Kurd û hin kesên din hewl dide serpêhatiya Kurdan û nexasim dîroka wan a nêz li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê vebêje. Ew dibêje, di raya giştî ya Elman de Kurd yan fail û yan jî mexdûr tên dîtin, meseleya wan jî di çarçoveya îdîayên terorîzmê, şerê li dijî DAIŞ´ê de tê tengkirin û ser wê yekê bi temamî tê girtin ku wan alternatîfek çêkiriye ji bo herêmê û li aliyekî Sûrî ev alternatîf dijî. Ji bo cihdana berfireh a Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî Profesor Dr. Michael Meyen bi van gotinan rave kir: “Me dixwest nîşan bidin ku ev şoreş xwe disipêre têkoşînekê ku PKK ev 40 sal in dewam dike.”

Li ser pirtûkê em bi Profesor Dr. Michael Meyen re peyivîn ku hevnivîskarê pirtûkê ye.   

Çawa fikra nivîsandina vê pirtûkeke li ser Kurdan, têkoşîna wan û zilma li wan dibe, li cem te û Kerem peyde bû?

Ya rastî, Markus Karsten ê weşanger pêşî bû sedem. Wî li kesekî digeriya ku li ser mijarê pirtûkek binivîse û wî sedema xwe wiha rave dikir: Ez timî dibihîsim, lê kêm tiştan li ser wan dizanim. Ka em pirtûkekê binivîsinin.

Heger mirov dixwaze xwe bigihîne wan mirovan ku her hefte ne li xwepêşandanan in, hingê divê mirov li ser wê tiştê binivîse ku ji bo me hemûyan balkêştir be: Li ser mirovên din. Divê mirov behsa serpêhatiyan bike. Ji ber vê yekê me hevpeyvîn kirin. Em bi Kurdan, Tirkan û Elmanan re peyivîn. Bi akademîsyen, siyasetvan û çalakgeran re. Ka çi hat serê wan, ka ew bi çi êşiyan: Pirtûk li ser vê ava bûye.

Ez pirseke klîşe li ser destpêkeke klîşe ya di pirtûkê de bikim, çima we pêşgotina pirtûkê bi klîşeyeke weke “Kurd miletê herî mezin ê li dinyayê yê bê dewlet e”, dest pê kir?

Elaqeya vê dîsa bi xwînerên muhtemel re heye ku weşanxane û kitêb dixwaze xwe bigihîne wan. Gava ku mirov ji xelkê re bibêje, em niha li ser kitêbeke li ser Kurdan kar dikin, hingê ev klîşe dibe hevoka serê pêşî.

Ew mirovên ku bi rêya wan tu û Kerem hûn behsa serpêhatiya Kurdan dikin; we çawa ew bijartin?

Pirsa me timî ew bû; kî dikare perspektîfên balkêş bide? Kî dikare alîkar be ku bike em dîroka Kurdan û Tevgera Rizgariya Kurdan fêm bikin?

Bêhtir Kurd bin jî, înternasyonalîstên ji Elmanyayê yên weke Reimer Heider, Axel Gehring, Peter Schaber, akademîsyenên weke Îsmaîl Kupeli û yên din dipeyivin. Herçî balansa di navbera vegotina xwe û vegotina mijarê bi xwe ye, timî me bi awirekî li xwîner eyar kir. Esas, pirtûk weke hevpeyvîneke mezin hat danîn. Gava lazim e jî çavdêrî û dîrok û serpêhatiyên bi agahdarî û qewmînên rast hatine bicihkirin.

Çima di sernavê pirtûkê de te û Kerem cih neda navê şoreşê, tevî ku di vegotinan de peyva şoreşê di gelek peywendên cihê de û gelek caran tê bikaranîn?

Herçî sernavê kitêbê ye, ti tişt ji destê me nayê. Weşanxaneyê nav lê kir. Di vê mijarê de mirov bi wan nûneran re kar dike ku wê kitêbê bigihînin pirtûkfiroş û belavkeran û ew jî bawer dikin ku pirr baş dizanin ka mirov bi çi bi ser dikeve û bi çi bi ser nakeve.

Şoreş jî ya rastî tam li pirtûkê nayê. Lewma em behsa serpêhatî û dîroka Kurdan, rojane tepisandina wan a li Tirkiyeyê yan jî li Iraqê, dikin.

Dema mirov kitêbê dixwîne, mirov heqê we bide, te û Kerem karî nexasim xwîner li ser Bakurê Kurdistanê û Rojava xweş agahdar bikin; lê gava mirov li ber hev digire ji bo Başûr û nexasim jî Rojhilat mirov nikare bibêje ku ewqasî ye; çima?

Em divê zanibin ku kitêb ji bo xwînerên Elman hatiye nivîsîn. Me xwest nîşan bidin ka çi elaqeya mijarê bi me re li vir li Elmanyayê heye, elaqeya wê bi siyaseta aboriyê ya Elman re, bi jeostratejiyê û firotina sîlehan re. Hingê jî helbet Tirkiye navendî ye, Iraq jî qet nebe girîng e. Em li Operasyona Enfalê û li têkiliyên dîplomatîk ên bi Hewlêrê re bifikirin bes e ji bo fêmkirin avê. Lê êdî em dizanin ku kitêb ne temam e. Ji Îranê ya restî çend pîj û mîjên me hene. Heger kitêb ji nû ve bê çapkirin, em li ser vî beşî kitêbê berfireh bikin.

Ji xwe wekî din jî Bakur û Rojava ji bo me girîng bûn, ji ber ku me dixwest nîşan bidin ku tişta niha li Rojava diqewime ne tesaduf e. Me dixwest nîşan bidin ku ev şoreş xwe disipêre têkoşînekê ku PKK ev 40 sal in dewam dike.

Di kitêbê de bi ser navê “Noch einmal Rojava (Careke din Rojava)“, Kerem Schamberger forma vegotinê ber bi çavdêrî û raporê ve diguhere. Çima we herduyan ev yek pêwîst dît?

Li wir me xwest careke din bi awirekî rojane û ji cihê cih li Rojava binihêrin. Kerem di Adar û Nîsanê de çû serdana gelek redaksiyonên çapemeniyê û li cihê cih bi gelek kesan re peyivî. Ev jî diviya bû ilehî di kitêbê de cihê xwe bigirta. Û ya rastî, di danasîn û xwendinên pirtûkê de jî em dibînin ku ya herî zêde bala mirovan dikişîne jî ev e.

Bi ya min nivîsandin ne karekî bêalî ye. Lê te û Kerem bi nivîsandina vê kitêbê, we xwest hûn çi bikin?

Me xwest em mekanê ya dikare bê gotin firehtir bikin. Heger li Elmanyayê li ser Kurdan bê peyivîn, hingê yan weke fail yan jî weke mexdûr behsa wan tê kirin. Ji bo raya giştî ya Elman, mesele îdîayên terorîzmê, cihêxwazî, zilma li wan dibe bi destê dewleta Tirk û DAIŞ e. Herçî ew yek e ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo temamê herêmê alternatîfek bi pêş xistiye û ev alternatîf li beşeke Sûriyê îro dijî; ha ser vê yekê bi temamî tê girtin.

Axir ez pirseke dawî bikim elaqedarî vê yekê, û ev pirs şexsî ye; tu çawa li projeya siyasî ya Tevgera Azadiya Kurd dinihêrî, tu bêalî yî?

Gava ku demeke evqasî dirêj bi vê mijarê re elaqedar dibe, hingê mirov nikare êdî bêalî be. Ez hez ji wan mirovan dikim ku em bi wan re peyivîn û ez hez ji wan mirovan jî dikim ku niha di tûrneya xwe ya danasîn û xwendina pirtûkê de jî li wan rast têm. Kêfa min ji wan fikran re tê ku Abdullah Ocalan di kitêbên xwe de wan rave dike. Gava min ev pirtûk nivîsî, ez fêrî gelek tiştan bûm, ji bo vê jî ez gelekî minetdar im û piştgirê her kesî me ku vê têkoşînê doza xwe dibîne.

Yazarın diğer yazıları

    None Found