Bi dehhezaran terorîstên Tirkiyeyê

Kordînatorê piştgiriya analîzker û çavdêriya cezayan li ser çeteyên DAIŞ`ê, Edmond Vuitton Brown ragihand ku li herêma Idlibê zêdetirî 10 hezar terorîstên ji komên cuda hene û destnîşan kir ku ev herêm, herêma ewle ye ji bo DAIŞ`ê.

Li gorî Brown, tîma çavdêriyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn dike ku li herêma Idlibê zêdetirî 10 hezar terorîst hene.

Vuitton Brown ji ajansa Spûtnîkê ya Rûsyayê re got, “Me got, Heras El-Dîn a girêdayî El-Qayîdê 2 hezar terorîst in. Ez hejmara rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li vê herêmê nizanim, lê texmîn dikim ku amadekariyên wan li vê herêmê pir in. Ji ber ku mal û cihên ewle ên fermandarên wan li wir hene. Ji ber vê yekê, hejmara DAIŞ`ê li Idlibê texmîn nakim.

Li Iraqê û Sûriyê hejmareke mezin ji terorîstên biyanî ji ya berê zêdetir ku dihat zanîn, derket. Hejmar ji 40 hezarî bihuriye. Em li gorî agahiyên dewletên endam tevî hejmara kuştiyên wan, hewl didin hejmarê diyar bikin. Em piştrast dikin ku hejmara kesên hatine rizgarkirin, zêdetirî nîvê (40 hezarî ne) yanî zêdeyî 20 hezarî ye û li gorî hin raporan jî ku hejmara wê zêdeyî 25 hezaran e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found