Bi dirûşmeyan spartin axê

Şêniyên kantona Kobanê şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Bengîn Xalid li Goristana Şehîd Dicle spartin axê. Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Bengîn Xalid Şêx Ehmed (Êrîş Kobanê) 28‘ê Îlonê dema erka xwe pêk dianî li Şengalê şehîd bibû. Xelkê Kobanê, bi merasîmeke bi heybet şervanê azadiyê li Goristana Şehîd Dicle spartin axê. Di merasîmê de Fermandarê Hêzên Xweparastinê Nebo Temo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Nebo Temo bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û anî ziman ku armanca gefan zindîkirina DAIŞ‘ê ye da ku komkujiyan li ser gelên herêmê pêk bîne. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin. Bi navê malbata şehîd, Nezmî Şêx Ehmed sersaxî ji gelê Kurd re xwest û got, şehadet rêya azadî û rûmetê ye, em bi şehadeta Êrîş serbilind in, şehîd Êrîş azarên ku bi serê xelkê Şengal de hat tehemul nekir, ji ber wê tev li refên YBŞ‘ê bû û heta dawiyê soza xwe pêk anî. Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Şêniyan cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA/ KOBANÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found