Bi faşîzmê re nabe ! –  Rêşad SORGUL

Desthilatdarên Tirk di dîrokê de û îro jî kî li derve kumê wan xwar bike, bêvla wan bifirikîne, ew jî vedigerin tên li Kurdan didin. Ango dibêjin, em dikarin bi we. Dewleta Tirk a dagirker û mêtinger di siyaseta xwe ya derve de bi bin dikeve û tengav dibe. Lema li hundir vegeriya, dest danî ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê. Paşê jî wê derkevin qala demokrasiyê bikin. Di kurmanciya me de ji zêdegaviyên bi vî rengî re çavsorî dibêjin.

Erê, dewleta Tirk di siyaseta li Sûrî de bi bin ket. Çi dike bila bike, Kurdan li Rojavayê Kurdistanê şax berdane û wan nîşan dane, awayê herî baş ê rêveberiyê Rêveberiya Xweser e. Dewleta Tirk di heman demê de li Idlibê jî bi bin dikeve. Piştî Idlibê jî wê yek bi yek ji bajarên dagir kiriye derkeve. Di nava van bajaran de wê Efrîn jî hebe. Dewleta Tirk a bi çetetiyê gefan li ewlehî û aştiyê dixwe, bivênevê wê bişkê. Kurd ne Kurdên berê ne, dinya jî ne dinya berê ye. Ne mumkin e, dewleta Tirk bi vî aqil û kirinên faşîzan bi ser bikeve.

Dewletên dinyayê, nexasim dewletên Ewrûpayê, gelo wê li hemberî vê bêhuqûqiyê ya rastî qirrkirinê çi bibêjin. Ez vê, weke lome an jî gazinekê nabêjim. Ji bo Kurdan heq e, bi pêxîra wan bigire û dozê li wan bike. Nemaze dewleta Elman di vê faşîzma dewleta Tirk de para xwe heye. Bi kêmanî, mafê Kurdan e, ji wan re bibêjin, ka hûn çi ji vê faşîzm û qirrkirinê re dibêjin. Çawa ku HDP´ê jî gotiye, kî li hemberî vê faşîzm û qirrkirinê bêdeng bimîne, ew vê erê dike. Belkî jî dibe şirîkê wê.

Li vir pirsa sereke û divê her kes ji xwe bike ev e, li dijî vê faşîzmê erk û berpirsiyariya dikeve ser milê her kesî, çi ye? Li dijî faşîzmê erk û berpirsiyariya her kesî heye? Nabe ku di huqûqê insan de kes xwe ji vê bide aliyekî û bibêje, min çi jê ye. Qet nebe, hinek dikarin nifiran bikin. Hinek dikarin dengê xwe bilind bikin. Hinek dikarin kevirekî biavêjin. Hinek dikarin qelema xwe bilivînin û hinek jî dikarin li dijî vê faşîzmê, li dijî zêhniyeta wê, xwe bi rêxistin bikin: her malê bikin dibistan; civata xwe bigerînin, şêwr û mişêwra xwe bikin. Belkî ev giş yekser bi carekê nebin, lê divê pêşeng vê torê bideribînin û mezin bikin. Di van şêwr û mişêwran de mirov dikare gelek awayên çalakiyan bibîne. Mînak; dibe ku her kes perê elektrîk û ceyranê nede? Her kes çopa xwe deyne devê cihê qeyûm? Nizanim, mirov bifikire wê hin rê û rêbazan bibîne. Mînak, demekê nimêjên înê yên li derveyî dewletê hebûn, bi ya min bi tesîr bûn. Lê cimaeta mizgeftan dikare xwe bike yek û îmamê dewletê ji mizgeftên xwe derxe. Jixwe, mizgeft hemû bi pereyên millet hatine avakirin. Bila cimaet wisa bike, û bila dewlet jî bi polîs û eskeran bikeve mizgeftê. Ya din jî ez dibêjim, Kurd û Kurdistanî dikarin dibistanên vê dewleta faşîst boykot bikin û zarokên xwe neşînin ber destê dijminên xwe. Belkî hinek bibêjin, ma em van zarokan çi bikin? Ma zarokên li ber destê dijminên we perwerde bibin hûn ê ti xêrê ji wan nebînin û ew ê jî ti xêrê ji xwe nebînin. Seriyekî genî û bêhnpêketî li serê dewleta Tirk e, û em vî seriyî weke faşîzm bi nav dikin. Ji faşîzmê ti hêvî nayê kirin. Bi faşîzmê re jiyan nabe.

Rêber Apo dema qala demokrasiyê kir, timî qala xwerêxistinkirina gel kir. Bi gelek awayan îşaret bi vê dabaşê kir. Carinan ji bo vê, qala qada sêyemîn kir. Carinan behsa çalakiyên sivîl û demokratîk kir. Kurd û Kurdistanî di wê astê de ne, bi çalakiyên xwe yên demokratîk faşîzmê li Kurdistanê bêkêr bikin. Ji bo metrepolan jî ez tiştekî nabêjim, ez wê jî ji ehlê wê re dihêlim. Gelek caran hatiye gotin, ez dîsa bibêjim, heta metrepolên Tirkiyê bi awayekî ji awayan faşîzma li Kurdistanê his nekin, wê dengê xwe dernexin. Ji bo ew his bikin jî rê diyar e, ez nabêjim her kes dizane. Kurd bi temamî xwe nekin yek, ew şelafên Kurd ên dixwazin xwe li ber dilê dagirkeran şîrîn bikin jî wê ji vê zêhniyeta faşîst nikaribin xwe xilas bikin. Ew qaşo muxalifên bi gur re lê dixin û bi şivên re şînê dike jî wê nikaribin xwe ji vê xezebê xilas bikin. Lewma li dijî faşîzmê, divê Kurd û Kurdistanî li Rojava, Başûr, Bakur, Ewrûpa û metrepolên Tirkiyê bikevin nava tevgerê; berxwedaneke topyekûn bikin. Rêveber û parlemenerên HDPê serkêşiyê bikin; xwedî li îradeya xwe derkevin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found