Bi Kurdî zixmetê bikin

Cizîrî: Divê Kurdî wekî zimanê fermî yê perwerdehiyê qebûl bikin. Meseleya Kurd di cewherê xwe de meseleya nasnameyê ye. Hîmê herî girîng ê nasnameya Kurdan jî ziman e. Qedera gelê Kurd û qedera ziman bi hev ve girêdayî ne.

LEZGÎN AKDENIZ  / MA / AMED 

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, bi minasebeta salvegera 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî got, tehlûke li ser Kurdî heye: “Her netewe bi ziman dibe xwedî nasname. Heger em ziman ji dest bidin, em ê neteweya xwe ji dest bidin. Divê hunermerd, nivîskar û rewşenbirên Kurd bi Kurdî xizmeta neteweya xwe bikin.”

Ji ber derçûna yekem hejmara kovara Hawarêya bi serperiştiya Celadat Elî Bedixanî di 15’ê Gulana 1932´yan de ji sala 2006´an ve, ev roj di nava Kurdan de weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Par 9 partiyên Kurd bi armanca ziman biparêzin û Yekîtiya Neteweya Kurd li dora ziman ava bikin, Platforma Zimanê Kurdî ava kiribûn û niha ew xebata xwe dewam dikin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bal kişand ser parastina ziman û metirsiyên li ser ziman. Cizîrî got, “Heger ziman winda bibe bişaftin jî dest pê dike. Divê hemû Kurd li zimanê dayikê xwedî derkevin û wî biparêzin. Xwedîderketina li ziman, erkeke neteweyî ye.”

 Divê Kurdî jiyanî bibe 

Cizîrî îşaret bi girîngiya zindîbûna ziman li dijî asîmîasyonê kir ûgot, “Divê berî her tiştî em Kurdî di nava xwe de bikin zimanê perwerdehiyê. Divê bi awayekî fermî Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Gava Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, ev ji bo çand û hunera Kurdan jî gelekî girîng e. Ziman welat, nasname û çanda mirov e. Heger hûn zimanê gelekî qedexe bikin, hûn fikr, çand, nasname, jiyan û hemû nirxên wî qedexe dikin.”

 Çareserkirina meseleya Kurdistanê jî Kurdî ye

Şerefxan Cizîrî da zanîn ku meseleya Kurd jî bi naskirina ziman çareser dibe û wiha dewam kir: “Ji bo nasnameya Kurd bê naskirin divê beriya her tiştî zimanê wî fermî bê naskirin. Naskirina nasnameyê di naskirina ziman re derbas dibe. Ji ber vê yekê jî divê Kurdî wekî zimanê fermî yê perwerdehiyê qebûl bikin. Meseleya Kurd di cewherê xwe de meseleya nasnameyê ye. Wekî din jî hîmê herî girîng ê nasnameya Kurdan jî ziman e. Qedera gelê Kurd û qedera ziman bi hev ve girêdayî ne. Hem divê polîtîkayên bişaftina Kurdî bi dawî bibin û hem jî divê qîmet bidin Kurdî. Divê her kes bi zimanê xwe biaxive û wî biparêze. UNESCO berê jî Kirmanckî wekî zimanê di bin tehlûkeyê de pênase kiribû. Li ser vê yekê me bi Baroya Amedê re xebatek kir û me xwest UNESCO ji bo hemû zaravayên Kurdî têkeve nava liv û tevgerê. Em ê vê meseleyê bibin Neteweyen Yekbûyî û Konseya Ewrûpayê.”

Exlaqî jî ev berpirsiyarî ye

Cizîrî anî ziman ku Kurdî di nava saziyan de ji zimanê ragihandinê dûr ketiye: “Divê her kes ji bo çareseriyê seferber bibe. Divê hemû Kurd, li mal, kolan û saziyan bi zimanê dayikê biaxivin û wî biparêzin. Em bang li her kesî dikin ku bi Kurmancî û Kırmanckî biaxivin. Divê her kes Kurdî wekî zimanê axaftin û nivîsê tercîh bike. Ev berpirsiyareke exlaqî ye.”

Berdevkê Platforma Kurdî Şerefxan Cizîrî herî dawî got, “Kodên Kurdan di zimanê Kurdî de veşartî ne. Divê hîndekar, civaknas, derûnînas, pedagogan li ser zimanê Kurdî lêkolînan bikin. Xebateke wisa ji bo Kurdî bivênevê ye. Divê siyasetvan, hunermed, nivîskar û rewşenbirên Kurd jî bi xurtî xizmetê bikin. Heger bi Kurdî xizmetê nekin, wê xebata wan li gorî ew dixwazin encaman wernegire.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found