Bi perpûn e, dixapîne

Li dij nexweşiyan mirov derzî li xwe dixe, yanê xwe perpûn dike, daku mirov bikane bi çirbûna bedenê pêşî li nexweşiyan bigire. Perpûn ji mîkrobên nexweşiyan bi awayeke ron wekî avê tê amadekirin û bi derziyê zerkê bedena mirov dikin. Yanê bi zerkkirina wê ava ji mîkrobê nexweşiyekê mirov pêşî li wê nexweşiyê digire.

Bi salan e dewlet jî ji bo bikane hemû çîn û pêkhateyên civakê di bin kontrola xwe de bigire, vê azîna perpûnê di nava civakê de bê navber bi kar tîne. Hin mirovên wek karmend, mele, pirtiştzan, yan jî kesek ji rêzê dike nava gel ku bikane hin armancên serkariya dewletê bi riya bangaşiya wan di nava gel de bidin rûniştin. Hin ji van awa mirovan re zimî sîxwir, hin jî potansiyel ajan dibêjin. Hinan jî rasterast wek provokator û ajan bi kar tînin ku bikanin civakê zû bînin galyanê, da çekên zor û kotekê bi kar bîne û tirsê bireşîne ser civakê. 

Dema kêşeyên civakî yên nehatine çareserkirin, bi taybetî jî pirsgirêka kêmar û neteweyan hebe, wê demê jî hewl didin ku hin kom û komiken, Hin çîn û hevkaran ji bo rêya fetisandina tevgera kêmar û neteweyan bigirin, dixin nava tevgerê. Ev di kûrahiya dîrokê de jî wisa ye. Di roja me de ev azîna perpûnê hê berfirehtir û konetir tê bikaranîn.

Di destpêka sedsala 16. de Sultanê Osmanî, Yavûzê xwînxwar li aliyekê bi Şêyx Îdrîsê Bedlîsî re peymaneke di forma xweseriyê de îmza dike ku wan bêdeng bike. Li aliyê din çil hezar yarsanî (Ehli Heq/ Elewî) di komkujiyeke hovane re derbas dike, li gel wê, êrîşê eşîrên serhildêr dike. Ji wan serhildêran serokên yazdeh eşîrên sunî ji ber neçariyan xwe davêjin bextê Şah Îsmaîl, lê bi destê bêbext tên bidarvekirin.

Jon tirk di dema îlankirina meşrûtiyetê de gelek sozan didin hin rewşenbîrên Ermeniyan, wan ji Ermeniyên berxwidêr diqetînin, bi riya wan di hilbijartinan de piştgiriya piraniya Ermeniyan digirin. Dema di hilbijartinan de bi ser jî dikevin, hemû sozên xwe ji bîr dikin, piştî demeke kurt di sala 1898´an de bi sedhezaran  Ermeniyan qetil dikin.

Di dema Serhildana Şêyx Seid de; berê ku tevger amadekariyên xwe biqedîne, hêzê xwe bicivîne ser hev, li bejahiya Lîcê êrişê siwariyên bi birayê Şêyx Seid re ne, dikin û bi vê provokasyonê şer zû didin destpêkirin ku bikanin tevgerê bifetisînin. Dîsa di wê demê de hin derdorên diz dicivînin û dixin nava bajarê Elezîzê, fermanê dide wan ku diziyê bikin. Hin kesên di nava tevgerê de jî bi vê lîstikê dixapin. Gelê bajêr dema vê rewşê dibîne, li dij vê talanê derdikevin. Ji ber vê sedemê tevger li wir têkdiçe. Ev perpûna diziya li Elezîzê hê jî mijara axaftinê ye û bi vê Kurdan tewanbar dikin.

Di vê dema me de jî ji bo amadekirina wê ava perpûnê (aşi) beriya her tiştî TRT6 vekirin, derdorên çembera Stokholmê anîn Enqerê. Ew berê li dor wê TV´yê civandin û pişt re xistin nava tevgerê. Di heman demê de têkiliyên xwe yên bi Başûr re gihandin radeyeke wek hêzeke xwe bikaranînê. Piştî ev perpûna rizandinê amade kirin, hê rasterast ew pêvajoya bi rengê çareseriyê bi tevahî dan rawestandin, bê ku zagoneke qedexekirinê derxe, berê bê bone, êrişê tevgera legal kirin û şer gihand qada herî bilind.

Ji ber vê rastiya lîstikên dagirkerên Tirk, di her rewşê de bikaranîna perpûnê, mirov nexwaze jî, di hin mijareyan de guman li mirovan peyda dibe. Mînaka herî balkêş mijara referandûmê ye. Berê ku her tişt baş were amadekirin, mînak; yekitiyeke wek Kongra Netewî were damezrandin, meclîs were vekirin, yan jî konsensuseke yekitiya partî, kom û komikan were pêkanîn û bi rêya wê biryara referandûmê were girtin, hima taprap bi destê partiyekê îlankirina referandûmê, mirov nexwaze jî di mêjiyê mirovan de ev perpûna ji dek û dolabê Osmaniyan olan dide. Gelo perpûn bikaranîn, daku bikanin bi zayîneke bê dem hemû hêviyan bifetisinin? Ev manevrayên vê dawiyê jî vê gumanê zêdetir dike.

Yazarın diğer yazıları