Bi perwerdeyê qirkirin – RÊŞAD SORGUL

Salê carekê di her destpêka dibistanan de perwerde û perwerdeya bi zimanê dayikê dikeve rojeva me. Em li ser dipeyivin û dîsa her tişt weke xwe derbas dibe. Ez carna xwe bi xwe dibêjim, gelo di gotina me de şaşiyek heye yan jî em di warê rê û rêbaza gotinê de kêmasiyekê dikin. Kes ranabe û eqsê wê jî nabêje. Belkî ji wê ye, mirov jî heyirî dimîne çi bibêje. Ka em careke din bi zimanekî hêsan û bi zimanekî xweş were fêhmkirin, bêyî dugêsinî bikin, ji serî ve bi meseleyî dakevin.

Em Kurd in, û zimanê me kurdî ye. Ev di heman demê de nasnameya me ye. Ango em bi vê nasnameyê hene. Ev nasnameya me tinebe, em weke Kurd nikarin qala hebûna xwe bikin. Belkî em ê hebin, lê hingê em ê weke tiştekî din hebin. Ew çaxa jî hewcedarî bi nîqaşeke bi vî rengî nîne. Îca çawa ku her teyr bi bazkê xwe difire û bi nuklê xwe diçêre. Her kes jî bi zimanê xwe dipeyive û bi zimanê xwe mezin dibe, digihîje. Beriya her tiştî mirov bi zimanê xwe perwerde dibe û belkî paşê bi zimanên din jî û heta çandên din jî xwe gurçûpêç dike. Ya divê bibe ev e.

Kurdistan cografayayeke mêhtingeh û dagîrbûyî ye. Ev reng bela li tevahî cografyayê heye. Lê ev li gorî beşên Kurdistanê kêm zêde diguhere. Li hin deveran zêde û beloq e, li hin deveran jî sergirtî û kûr e. Ango li hin deveran dagirker û mêhtinger yekser li nav seran dixe, li hin deveran jî bi hîzî û xapan ji bin ve tine dike. Dijmin, dagirker û mêhtingeh vê dikin.

Li beşê mezin ê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê di warê ziman û perwerdeya bi zimanê dayikê de rewş xweş xuya nake. Çerxa qirkirinê ya weke cercereyê pir bi hostetî tê gerandin û xweragirtina li hemberî vê mêşmirî ye. Bi ya min, di vî warî de dagirker ne xurt e, li hemberî dijmin Kurdistanî qels in. Li vê dinya me ya îro derfet û îmkan ji her demê zêdetir in. Kurd pir bi hêsanî dikarin xwe perwerde bikin. Jixwe perwerdeyên heyî bêkêr û jehr in. Ji bilî vê, perwerdeya dagirker, perwerdeyeke dijminane ye, û di heman demê de pewerdeyeke sermayedarî ye. Lema jî ti xêr jê nîne. Li aşên wan ên bi navê dibistanê, zarokên bi xêr çênabin. Gelek caran dibêjim, ez careke din bibêjim, ji bo perwerdeyê nabe mirov bi destê zarokê xwe bigire û bibe ber destê dijminê xwe. Ji vê malkambaxtir û malwêrantir ti tişt tineye. Jixwe ji perwerdeya dijmin re nabe ku mirov perwerde bibêje, belkî mirov qirkirin bibêje duristir e.

Ez vê babetê dirêj nekim. Ya rastî divê mirov dirêj bike, lê gotin jî heta derekê ye. Ez wexta dibêjim, ez dirêj nekim mebesta min jî ew e, me gelek caran dubare kir. Lê ya xuya ye, me di vî warî de bi temamî hev serwext nekiriye. Ya din jî di warê çareseriyê de rê nîşanî hev nedaye, belkî jî ya rast, me xwe bi rêxistin nekiriye.

Beriya her tiştî divê em xwe kêm nebînin û bizanibin em dikarin gelek tiştan bikin. Em ji bîr nekin ku psîkolojiya bindestiyê li me wisa dike, em xwe kêm û bêkêr dibînin. Lê ev rast nîne. Em du gotinên pak ên hînî hev bikin, hezar car ji perwerdeya dijminan çêtir e. Jixwe ez wê weke perwerde nabînim weke jehrê dibînim. Belkî yên bi vê jehrê perwerde bûne jî divê xwe jê pak bikin. Naxwe mirov nikare bibe yê xwe. Yê-a ne yê xwe be, yê her kesî ye, û ti carî bi kêra xwe nayê. Ji ber ku ew bi xwe tine ye.

Em dikarin çi bikin? Em dikarin bi rika di nava dilê xwe ya li dijî dijmin de her deverê bikin cihê perwerdeyê. Bi hezkirina welêt, dikarin bi reng û dengê xwe her quncikê bikin xwendingeh. Belkî mirov navê wan bike peristgehên xwenaskirinê şaş nîne. Ji bo giştî perwerdeyê jî bibêjim; nabe ku em qebûl bikin zar û zimanê me di dereceya duyemîn de be. Bi zimanekî kulekî meş li me nayê. Divê em bi ya heyî razî nebin, çand û zimanê xwe bi delalî û bedewiyê tacîdar bikin. Berî her kesî jî divê pêşeng vê bikin; bibin şagirt û di nava civaka xwe de bibin mamoste.

Yazarın diğer yazıları

    None Found