Bi saxiya bîrê jinûveavakirin

Hişmendiya talan û şer a pergala desthilatdar xwe li ser tinekirina jiyanê ava kiriye. Ji bo jiyan di wateya xwe ya heqîqî de ti caran nedome, ji bo mirov her dem bi tirsa ji mirinê bijîn, şer û talan di bin navê parastina berjewendiyên netewe dewletan de hatiye rewakirin. Bi gotineke din hatiye pîrozkirin. Wek ku şer bûyereke pîroz be û ji bo gelan pêwîstiyek be, di her serdemê de civak neçarî şer hatiye kirin. Wer lê hatiye kirin ku civakê bawer kiriye bê kuştin, şer û talanê nikare bijî. Ji bo bijî, divê bikuje û bi carekê ji holê rake, paşê careke din ava bike û li ser xirbeyan bijî. Ev bûyer ne tenê bûyereke fîzîkî û madî ye. Di şeran de tenê avahî wêran nabin, bi xwe re gelek hest û ramanan, hêvî û bendewariyan jî dikuje û tine dike. Ya herî girîng ev şerê ne adil, hafize û mêjiyê civakê dikuje.

Di pêvajoya şerê bi DAIŞ ê re, hêzên giregir ên cihanî di bin navê şerê bi çeteyan re, bajar, gund û dîrokên bi hezarê salan bi erdê re kirin yek. Ti eserek ji berê nehiştin û tine kirin. Jixwe, bajarên DAIŞ´ê xira kirî, wêran bûn. Lê yên mayî jî bi balafiran tine bûn. Li bajarên ji destê DAIŞ´ê rizgar bûne, mirov gelekî baş vê rastiyê dibîne. DAIŞ´ê bajarên herî mezin û dîrokî di dema derketina xwe de zevt kirin û wêran kirin. Mirov dema li van bajaran temaşe dike, di serê mirov de ka DAIŞ çawa çêbûye, kê çê kir û berda pêsîra herêmê, tabloyeke zelal dineqişe. Balkêş e ku her yek ji van bajaran di dirêjahiya dîrokê de rastî heman çarenûsê hatine. Wêran bûne û paşê ava bûne. Li bajarê Reqa herî zêde û gelek li bajarên li bakur rojhilatê Sûriyê mirov bi vê rastiyê dihese. Ji bo ti caran mirovên li ser vê xakê tama xweş a jiyanê netemijînin, ewçend neçarî şer hatine kirin. Di çend salên hukum û serweriya xwe de çeteyên DAIŞ ê hovîtiyên mezin kirine. Mirov di nava kolanên Reqa, Tebqa yan jî Minbicê re derbas dibe, hê jî şopên şer û hovîtiyan xûya ne. Hemû meydanên bajêr cihê serjêkirin, sengsar û destavêtinan bûye. Herî zêde mirov pê dihese ku jinan li van bajaran êşên herî mezin kişandine. Jin di van bajaran de mirine, û pê re jiyan fetisiye û miriye. Xelkê malên xwe, zevî û erdên xwe bicih hiştine û reviyane. Piştî rizgarkirina bajaran ji destê çeteyan, xelk wer bi hezkirineke mezin dîsa jiyana xwe jinûve ava dike ku mirov şaş û matmayî dimîne. Ewqas bi xaka xwe ve girêdayî ye ku mal wêran bûye û li erdê ye, ew jî li ser wan xirbeyan hema bi lez û bez jiyaneke nû ava dike. Êdî dizane ku li derveyî rabûn û avakirinê çareyeke wê nîne, piştî her wêraniyê divê zû ava bike, naxwe wê tine bibe û di rûpelên dîrokê de navê wê nemîne. Di kêliya heyî de divê xwe ava bike û bijî, ji ber şer bê wijdan e û şansê jiyanê dibe jê re nemîne.

Belê bajar ava dibin, paqij dibin û ji nû ve jiyanek destpê dike, lê şopên şer gelekî kûr in. Tenê bi avakirina yek du avahiyan birîn nayên pêçan û ew şop wenda nabin. Balkêş e li Rojhilata Navîn her tim civakan xwestiye êşên xwe veşêrin, ji xwe vedişêrin, ji min û ji te, ji her kesî. Naxwazin kes bizane ew lawaz in, bi bin ketine yan jî nahêlin mirin li ser wan hukim bike. Ji rika mirinê bi lez û bez li pey jiyanê dibezin xelkên vê herêmê. Belê ava dikin bajaran, lê bi rastî hest, ruh û mêjî çawa xwe ava dike. Di bin wan avahiyan de ku ji nû ve tên avakirin, gelek hêvî, bawerî û jiyan bi cih dimînin. Ji bo wê jî dema mirov behsa jinûveavakirina van bajaran bike, divê herî zêde hestên bajêr ji nû ve şîn bibin. Bawerî û dîroka kevnar a bajaran di bin betonan de nemîne. Nabe ewqas êş bi carekê werin jibîrkirin. Jixwe, armanceke şer û dagirkeriya îro li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn heye. Bi mebesta tinekirina mêjû û rabirdûya civakan, şer rewa dike. Her tim dixwaze duhî bi te bide jibîrkirin û îro li ser bêwatebûna jiyanê ava bike. Dixwaze nifşekî bê dîrok, bê ruh û bê mêjî ava bike. Piştî têkoşîna me bi DAIŞ´ê re bi dawî bibe, divê em xwe ji şerê herî mezin re yê ku bîr û hişê civakê tine dike, amade bikin. Civak bi yek du avahiyan hema wisa nikare rabe ser piyan û bijî. Divê li wan bajaran sembolên berxwedanê neyên jibîrkirin. Pêwîst e ku li her bihosta van herêman, rastiya şer were vegotin ji bo di hafizeya civakê de zindî bimîne. Şer hat û xilas bû, xwe xapandineke mezin e bi nihêrîna min. Çima şer hat, çi kir, civakê çawa li ber xwe da û wê xwe çawa piştî şer ava bike? Ev pirsên ji bo avakirina jiyanê ne li ser vê xakê. Çend jin hatin sengsarkirin û rastî destavêtinê hatin gelo? Bi hezaran jin li van bajaran rastî hovîtiyên herî mezin hatin, gelo êş û birînên wan jî bi avakirina çend avahiyan bi dawî dibin? Ji bo civak xwe ji nû ve ava bike, divê hafizeya xwe zindî bike, dil û ruhê xwe careke din şîn bike û wisa dest bi jiyaneke nû bike.

Yazarın diğer yazıları