Hunermendê Kurd Nasir Rezazî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê helwesta xwe nîşan da û got; Em dikarin bi yekgirtinê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin.
Roj bi roj li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin. Hunermendê Kurd Nasir Rezazî jî têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê axivî û êrîşên dewleta Tirk weke êrişên hovane bi nav kir.
Kurd wê dest ji doza xwe bernedin
Hunermend Nasir Rezazî got; “Ez bi vê rewşa niha heyî gelek xemgînim û ez van êrîşan şermezar dikim. Ev rewş ji ber bê xemiya me ya li hemberî van dagirkeran e, em ne yekgirtîne.”
Di dewama axaftina xwe de Rezazî got, pêwîst e ku hizbên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê xwedî yek deng û yek helwesetê bin. Ger ev dubendiya di nava hizbên Kurdistanî de bi dawî bibe, em ê rastî karasatên mezin neyên. Ger em bi hev re xebat nekin jî, divê em dijbertiya hevdu nekin. Ji ber ku ev ne cara yekeme li dijî hevalên PKK’ê û xelkê bê tawan van êrîşan dikin. Ev demeke dirêje ew xebatê ji bo parastina netewa Kurd dikin. Li beramber vê jî gelek salin dewleta Tirk a dagirker li wan dixe. Divê dijmin bizanin xeyalên wan wê pûç bin. Herwiha tevî hemû zehmetî û astengiyan jî wê Kurd dest ji doza xwe bernedin.”
Bi yekgirtinê li dijî dagirkeriyê
Herî dawî jî hunermend Nasir Rezazî got; “Pêwîste hizbên Kurdî berjewendiyên hizbayetî nexin pêş berjewendiyên neteweyî. Divê berjewendiyên gelê Kurd bixin pêş ji bo bikarin bi yekgirtinê li beramberî dagirkerên Kurdistanê bisekinin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Yazarın diğer yazıları
- None Found