Bi zarê sîstema desthilatdar dikin

Çend roj berî îro, wêneyên jinên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di dema perwerdeya xwe ya lêşkeri de serê kîvroşk û maran bi diranên xwe jêdikin derketin. “Di vê nuçeyê de, Daily Mail, wek rojnameyeke rastgir li Ingilîstanê, behsa qehremantiya jinên Kurd di nav şerî de dike û mînaka tevlîbuna wan a li berxwedana Kobanê jî dike. Pewîst e ku em du pirsan bikin: Çima jinên Kurd rebazeke wisa bi kar tînin? Û çima ragihandin vê nûçeyê derdixe pêş?

Dr. DILAR DIRIK

Şervantiya jinên Kurd ne tiştekî nû ye. Jinên çar parçeyên Kurdistanê tevlî berxwedana rizgariya neteweyî bûne. Lê tevlîbûn bi xwe nayê maneya guhertina rewşa jinan. Bi pêşengiya tekoşîneke 40 salan, gelek nirx û konseptên nû û xweser yên xweparastina jinên Kurd ava bûn. Serketina jinên Kurd li dijî dagirkeran bi taybetî parçeyek ji tekoşîneke birexistin û xweser e, û bi felesefeya wan ya xweparastinê ve giredayî ye. Tevgera azadiya jinen Kurd, xweseriya jinê û guhertina zilam wek garantiya azadiya xwe dibîne.

Di salên dawî de, piştî ku şervanên YPJ û YJA Starê di nava ragihandina cihanî de xuya bûn, partiyên Kurd ku bi baviksalariya xwe tên naskirin, zêdetir îmaja şervan a jina Kurd bi pêş xistin. Di dema berxwedana Kobanê de, jin di nav arteşa PDKʼê de tinebûn. Pêşmergeyên jin ên YNKʼê xwe ji sala 1996ʼan vê weke tabûreke xweser birexistin dikin, lê ew jî nakevin nav şerî. Netevlîbûna şerî, ne sûcê wan e; partî bi giştî nahêlin ku ew jin xwe nezî şerî bikin û jin bi roleke sereke rabin. Ev tişt di rengê siyaseta wan partiyan de jî diyar e. Dîsa, sûc, şexsî ne yê jinan e.

Tevlîhevkirina partî û tevgerên Kurd li ser mijara jinên qehreman bi taybetî ji aliyê ragihandina Ewrûpî ve bi zanebûn e, û bêşek ji konsepta dewletên Ewrûpî ye ji bo krîminalîzekirina tevgerên azadiyî yên Kurd. Wek mînak, di salên 2014 û 2015ʼan de, dema dewleta Elman çek dan PDKʼê, gelek bername li ser pêşmergeyên jin di ragihandina Elman de derketin. Dewleta Elman a ku îro jî ala YJA Star û YPJʼê qedexe dike, baş dizane kîjan jinên Kurd li diji DAIŞʼê şer kirine. Gelek film û pirtûk ku di salên dawî de derketine, eynî vê tevlîheviyê/tevlîhevkirinê dubare dikin. Bi mezinkirina îmaja şervanên jin ên Kurd, bêyî ku zelal bikin, bêyî ku partiyan ji hev cihê bikin, bi zanebûn felsefeyên jinen şoreşger jê tên birin. Fikreke wisa derdikeve holê: Jinên Kurd bi giştî şervanên bi hêz in. Ev fikr, taybetmendiya tekoşîneke xweser a jinan ku şer dikin û şehîd dibin, winda dike û baviksalariya çend partiyên Kurd ku nahêlin jin di nav şer de cih bigirin (lê belê konsepta jina bi hêz ji bo îmaja xwe bi kar tînin) vedişere. Herwiha, ev astengiyê ji bo Peşmergeyên jin çedike.

Bi exlaq û estetîkeke xweserî jinê

Li aliyekî din, ji derveyî nîqaşên neteweyî, ew wenê mînakeke baş in ji bo fêmkirina tekîliya zêhniyeta baviksalar û rengê xwe yê antî-ekolojîk. Îro roj, ji berê zêdetir, gelek mîrov dibînin ku pirraniya pirsgirekên civakî di heman demê de pirsgirekên ekolojîk in jî. Bi êrişên wiha li dijî xweza, mirov hovitiya dewletan dubare dike.

Çiqas mirov niha bibejin “arteşên din jî vê rebazê bi kar tînin”, gezkirina serê heywanan ji aliyê Saddam Hussein ve wek perwerde hatîbû bikaranîn. Herwiha Hafez al-Esad hişt ku jin heman tiştî bikin. Di destpêka dagirkeriya Emerîkî ya Iraqê de weneyên tirsnak li zindana Ebû Xureyb hatin girtin. Wê deme, lêşkerên Emerîkî yên jin êşkence li zilamên Ereb kiribûn. Ez van du tiştan li ber hev nagirim, lê dema ew wenêyen Ebû Xureybê derketin holê, nîqaşên girîng li ser mijara jin û desthilatdariyê hebûn. Wê demê jî gelek jinan pirsîbû: Gelo azadiya jinê ev e ku jin jî karibin xirabiyan bikin, yanî mafê wan ê kirina xirabiyan hebe? Em li gorî zêhniyeta zilaman tevbigerin yan jî em israr bikin ji bo exlaqekî din? Gelo jin ku rengê zilamên arteşên desthilatdar bi kar tînin, wê bibin parastina me, yanî ya jinên civaka xwe? Bi vê rebaza acêb, jin dikarin xwe li dijî hovîtiya şideta zilaman biparezin?

Wekhevî di sistemeke baviksalar de ne wekheviyeke rast e. Pewîst e, jin bi nirxên xwe yên xweser li ser exlaq û estetîkê, bêşên jiyanê hemûyan ji nû ve binirxîne, bi wan dakeve – dûrî zêhniyeta dewlet û zilamên desthilatdar. Ferq nake li kîjan aliyî ye – leşkerî, siyaset, kar, aborî yan jî çand – heger jin negihîjin terifên serbixwe ji bo azadiya xwe, ew ê herdem zêhniyet, rêbaz û şiklê sîstema desthilatdariya zilaman dubare bikin û heta ew ê bibin xizmetkara vê sîstemê. Rast e, gelek jinên Kurd di dîroka Kurdistanê de wek qehreman tên naskirin; lê hêza xweparastineke alternatîf ew e ku bi rêxistina xweser û bîrdoziyeke têkoşêr, herwiha hewl dide şoreşeke civakî ji jinan hemûyan re ava bike. Bi rê û rebazên xwe, jinên Kurd ji nû ve nîqaşa jin û xweparastin xistin rojeva jinên cihanê. Ev nîqaş gihane asteke girîng û îro tesîrê li gelek tevgerên femînîst dikin. Xuya ye ku bipêşxistina îmaja jina Kurd ku serê heywanan bi xavî gez dike, herwiha erîşek e li dijî vê bihêzbûna dîplomasiya tevgera azadiya jinên Kurd.

Yazarın diğer yazıları

    None Found