Bi zarokan re bi Kurdî bilîzin

Şemiyê sibehê zû min berê xwe da cihê otobusa ku wê me bibe Maastrichtê. Em jî, jixwe Kurd in, û li Maastrichtê civanê me yê mezin heye. Di otobusê de du xwînerên PolîtîkAzadê hebûn û herduyan hin gazinên xwe kirin. Lê wan razîbûna xwe ji rojnameya Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) jî îfade kir. Yek ji xwîneran ji Dêrsimê bû, yê din ji Nisêbînê. Yê Dêrsimê gazinek û pirsek kir; û ew gazin birîna min jî bû û pirs jî pirseke axretî bû: “Beriya bi 25 salan li kolanên gundên min mirovek bi Tirkî bipeyivîna jê re şerm bû, îro gede bi Tirkî bi hev re dipeyivin. Çima em nikarin pêşiyê lê bigirin?”

Bersivên mutleq nînin, lê pirsên axretî hene. Min jî li gorî xwe got, siyaseta zimên a dewleta Tirk heye – sedema rewşa lome jê hat kirin – û siyaseta me ya zimên nîne – sedema bêzariya me di pêşîgirtina li tinekirina hebûna me bi rêya tinekirina zimanê me. Bi rastî jî dewleta Tirk xwedî siyaseteke zimên e, û ev siyaset jî tinekirina Kurdî û yekzimankirina temamê Tirkiyeyê ye. Di vê de jî hevgirtî ye di kirin û gotinên xwe de.

Lê herçî em Kurd in – çi partiyên siyasî, çi rêxistinên me yên civaka sivîl, çi jî înstîtu û dezgehên me yên çandî, zimanî, hunerî û întelektuelî – siyaseteke me ya zimên a ber bi hev ve, hevgirtî, xwediyê gotara xwe û kirina xwe, nîne. Ez behsa kampanyayên demkî, çend rojên salê yên ku em ziman bi bîr tînin, nakim. Ez qala wan çend kursên ziman û çend festîvalan jî nakim. Ez behsa siyaseteke zimên dikim ku karibe li ber siyaseta zimên a dewleta Tirk bibe bend û bike ku ew neçe serî.

Serê pêşî ez wê kulê ji dilê xwe derînim; ew kesên di siyaset, jiyana civakî û huner de li pêş in, li Kurdî vegerin, ev ê tesîreke gelekî mezin bike û wê nîşaneke sereke ya diyarkirina siyaseteke zimên ji bo Kurdan be. Ji bo vê gotinên zêdetir nakim. Lê êdî di nava me Kurdên Bakurê Kurdistanê de bi hezaran – belkî bi dehhezaran – kes hene ku bi Kurdî radibin û rûdinin. Gelek ji wan jî lomeyan dikin ji rewşa Kurdiyê. Pirrê wan jî di rêxistinên pîşeyî û întelektuelî de cihê xwe digirin. Ciwanên me hene, rêxistinên wan hene. Heta dengbêjên me û rêxistinên wan hene. Naxwe, ji lomeyan û wê de, ma ya rast ne ew e ku ew jî bibin xwedî siyaseteke zimên! Bi ya min belê, divê siyaseteke wan a zimên hebe.

Sîleha herî mezin a siyaseta zimên a dewleta Tirk dibistanên wê û medyaya wê ne. Li ser zarokên me ferz dike ku biçin dibistanê. Diyar e ku boykotkirina dibistanan nebû beşek ji siyaseta zimên a Kurdan. Ha, erê, boykotên demkî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê hebûn, lê ev ne serketî bûn û neçûn serî jî. Hingê siyaseteke me ya zimên hebe, em ê ji xwe bipirsin, naxwe em çi bikin!

Heger em mamoste bin û di sendîkayan de rêxistinkirî bin, em dikarin biryarê bidin ku hefteyê du saet jî bin -bêhtir hê çêtir -, em zarokan piştî dibistanê fêrî alfabeya Kurdî, xwendina Kurdî û nivîsîna Kurdî bikin. Heger em hunermend bin, em zarokan piştî dibistanê hefteyê rojekê bi hunerê xwe şa bikin, stranên Kurdî ji wan re bibêjin, li kolanan şanoya Kurdî bikin ji wan re, li nava taxan – mumkin be ne dûrî dibistanan li meydanan. Heger em nivîskar bin, em li xwe daynin û herin nav zarokan ji berhemên xwe ji wan re bixwînin, belkî em carinan wan besît bikin û bixwînin, lê em bixwînin. Heger em dengbêj bin, em hefteyê carekê herin ber dibistanekê, serpêhatiyekê û strana wê ya dengbêjî ji zarok û ciwanên xwe re bibêjin. Heger em ciwanekî li gundan, li navçeyan bin û em bi Kurdî kemilî bin, em herin û piştî dibistanê lîstikeke bi Kurdî bilîzin bi zarokan re. Ev ê têkiliya zarokên me rojane bi zimanê wan re dayne. Ev ê her wiha berxwedana li dijî siyaseta zimên a dewleta Tirk bi wan bide nasîn û wê bike beşek ji nasnameya wan. Zarok wê bibînin, siyaseteke me ya zimên heye. Ji vê û wê de jî heye, heger em karsaz bin, em eşkere bibêjin, em kesên bi Kurdî dizanin weke karker û karmend tercîh dikin. Ev hemû, tevî siyaseteke misêwa û ne demkî ya partiyên siyasî yên Kurd, rêxistina pêşeng a berxwedana miletê Kurd, kar û xebatên sazî û rêxistinên întelektuelî yên Kurd wê hev temam bikin; belkî jî karibin bi siyaseta zimên a dewleta Tirk. Pêşniyazên min ên li jor ne tenê ferazî ne, pêşniyazên cidî ne û çêdibin jî.     

Yazarın diğer yazıları