Bi zimanê çiyê bersiv dan

Berxwedana Rûmetê ya cengewarên QSDê li sê bereyan li dijî hêzên artêşa tirk a qirker didome û 24 çete hatin kuştin.

 Doh cara pêşî dewriya Rûsya û dewleta Tirk li ser sînorê Kantona Kobanê geriyan û kobaniyan bi zimanekî çiyayî bersiva wan dan.

Dewriyeya hevbeş a di navbera polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa dewleta Tirk a dagirker de li ser sînorê kantona Kobanê li gor peymana Sochi ya 22’yê Cotmehê, pêk hat.

Dewriye ji gundê Merc Îsmaîl (Mars Mîlê) ku 7 km dikeve rojhilatê bajarê Kobanê, dest pê kir û li gundên sînor ên rojhilatê Kobanê gerîn.

Dewriye li gundê Qere Mox (nêzî 16 km dikeve rojhilatê Kobanê) şêniyan bi rêbaza xwe ya taybet pêşwaz kir. Gundiyan kevir, şekal, hêk, zebzeyên xirabbûyî û çop avêtin wan.

Li sê bereyan şer giran e

QSDê jî der barê rewşa şer a li bereyan de daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê di bereyên şer ên li Til Temir, Ebû Rasên û Eyn Îsayê de bi kêmanî 24 çete hatin kuştin, 10 brîndar bûn, 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Di vê berxwedanê de 3 şervan jî şehîd bûn û 4 jî brîndar bûn.

Di vê navberê de, Artêşa Tirk a qirker bi balafiran bêyî mirov êrişî gundê Dawidiyê kir. Li gund gelek sivîl dimînin. Wexta me nûçe amade dikir rewşa sivîlên li gund ne diyar bû. Çavkaniyên li cihê cih diyar kirin ku rewşa sivîlan di metirsiyê de ye.

Hêzên rejîmê bi cih dibin

Li gorî lihevkirina di navbera hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rejîma Sûrî de leşkerên hêzên rejîmê li nuqteyên li rojhilatê bajarê Qamişlo, belav dibin.

Hêzên rejîmê li nuqteyên di navbera bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de bi cih dibin. Ev di çarçoveya garantoriya Rûsyayê de pêk tên.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found