Bibîranînên Elmanya yên 1´ê Gulanê

Berlîn jî yek ji wan navendan e ku weke sembola 1´ê Gulanê tê dîtin. Berlîn mazûvaniya gelek bûyerên dijwar û serhildanên payebilind yên şoreşgeran kiriye, weke şahideke dîrokî ya gelek komkujî û wendakirinan e û derbarê gelek bûyeran de jî mixabin hîna jî kerr û lal e.

Li gelek deverên Berlînê pîrozbahiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Ya serê sibê ji sendîka û rêxistinên fermî pêk tê, partiyên di parlamenê de xebata sîyasî dikin jî beşdar dibin. Nîvrojê, ev vediguhere meydana geşt û seyranê. Li gel dîmenên rengîn û cihê bi sedhezaran mirov li Meydana Mariannen Platzê li ser çîmenan belav dibin, yên diaxivin, yên dilîzin û yên direqisin tev de têkel dibin.

Her kes li gorî nêrîn û daxwaza xwe ya gerdûnî peyama xwe dide, lê ew der pirtir veguheriye meydaneke cejnê û ya geştiyariyê.

Êvarê jî teqez aliyên ku xwe wekî şoreşger bi nav dikin derdikevin meydana Yekê Gulanê. Ew kes weke derdorên radîkal, anarşîst, antî faşîst û înternasyonalîst tên pênasekirin. Li gorî pîvanên destûrî tevnagerin û dixwazin di roja Yekê Gulanê de serbest û serbixwe tevbigerin. Ji polîsan û ji dezgehên dewletê hez nakin. Çalakiya wan bi gelemperî bi alozî û tundî derbas dibe. Di encamê de her sal gelek mirov birîndar dibin, gelek ji wan tên girtin û li hin derdoran jî xisara madî dibe. Di nav wan çalakgeran de hin caran kesên bi taybetî ji bo tundiyê hatîn jî li ber çavan dikevin, lê derdorên şoreşger îdîa dikin ku ew bi teşkîlata polîsan an jî bi saziyên dewletê yên veşarî ve girêdayî ne. ‘Ji bo çalakiya wan bi ser nekeve, êrişê polîsan dikin.’

Îsal cara yekem e em li rastî bibîrnanîneke di çarçoveya pîrozbahiyên 1´ê Gulanê de hatin. Li Nettelbeckplatza Weddingê girseyeke qelebalix di nav rewşeke şînî de çalakiya xwe pêk dianîn.

Rewşa wan demildest bala mirovî dikişand û dûv re em pêrgî çîroka wan a xembar jî hatin.

Gava me guhdariya li çîroka wan kir, careke din rûyê veşarî yê demokrasiya Ewrûpî hat bîra me, carekî din em têgihiştin ku heger îro bi sedhezaran kes xwe li ser çîmenên Berlînê dirêj dikin, di nav keyf û şahiyê de û di çêja cejnê de 1´ê Gulanê pîroz dikin deyndarên bi hezaran cangoriyên di dîrokê de ne.

Sala 1924´an hemû prozbahiyên 1´ê Gulanê yên li derve hatin qedexekirin. Di sala 1929´an de faşîzm di asteke bilind de xurt bûbû, vê jî rê li ber komkujiyan vedikir.  Pêşengê Naziyan Adolf Hîtler di 16 ê Mijdarê de axaftina xwe ye yekem li Berlînê kir. Li dû axaftinê di pevçûnên di nav sosyalîst û faşîstan de gelek kes hatin kuştin. Midûrê polîsan ê Berlînê li ser vê rûdanê tevahiya pîrozbahiyên li qadên vekirî qedexe kir û ew qedexe piştre li tevahiya Prûsyayê belav bû. Di Gulana 1929´an de 1´ê Gulanê jî girtin nav qedexeya pîrozbahiyên li derve. Lê Partiya Komunîst a Elman li dij derdiket, belavok belav dikirin û banga pîrozbahiyê dikir.

Partiya Sosyal Demokrat SPD li dij derdiket û digot, ‘ Komunîst xwe ji bo 1´ê Gulanê ya bi xwîn amade dikin.’ Li hemû deverên ku plana pîrozbahiyê dihat kirin, tedbîr hatin girtin. Pevçûnên di nav polîsan û çalakgeran de sê roj dewam kirin. Roja 1´ê Gulanê li Wedding, Neukolnê bi deh hezaran karker kom bûn. Lê ev hejmar li gorî wan dîsa jî kêm dima. Sedem jî ev bû ku 1´ê Gulanê li rastî roja çarşemê dihat, li Prûsyayê 1´ê Gulanê wek tetîl nedihat qebûlkirin.

Polîs hîna ji serê sibehê ve li gel ava şid û jopan êrişê girseyê kir, li aliyê din dengê çekan ji hin kolan û kûçeyan dihat. Polîs pirr bi dijwarî êriş dikir. Gava bû êvar 33 karker hatibûn kuştin, 198 kesên sivîl û 47 polîs jî birîndar bûbûn. Polîs îdîa kiribû ku çalakgeran çekan bi kar aniye, lê derketibû holê ku tekane polîsê birîndar jî çend rojan beriya bûyerê, bi şaşîtî li xwe dabû. Lê ya ku rastî bû, di roja Yekê Gulanê de polîs bi tevahî 11 hezar gule berdabûn. Di rojên dewamê de rojnamevana Zellandî ya bi navê Charles Mackay bi hinceta guhdariya fermana polîs nekiriye hat kuştin. Di encamê de rê li ber faşîzma Elman vebû, di hilbijartinên pêş yên 12´ê Gulanê de faşîst li gelek deverên Elmanyayê bi ser ketin. Piştî em ji wê bibîranîna xembar vegeriyan. Dîmen û sûretên karkerên kuştî û mirovên di bin panzeran de perçiqandî di hişê me mirovan de ma.

Di bin vê anekdota dîrokî de Yekê Gulanê carekî din pîroz be!…

Yazarın diğer yazıları