‘Biçe Qendîlê çalakiya rûniştinê bike’

Çalakiyên li dijî qeyûm ango dagirkeran li Wan, Amed û Mêrdînê dewam kir. Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 29’an de dewam kir. Çalakî li ber Avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hat lidarxistin. Hevşaredar, parlementer, Dayikên Aştiyê, HDP’yî, Aktîvîstên TJA, Nûnerên KAYYADER û gelek welatî beşdarî nobetê bûn. Di çalakiya polîsan dorpêçkirî de, pankarta “Ne vîna qeyûm, em vîna gel dixwazin” hat vekirin. Parlementerê HDP’ê yê Enqerê Kemal Bulbul, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ev 29 rojin li dijî darbeya qeyûm çalakiyeke demokratîk û meşrû li dar dixin.

Bulbul, civîna bilind a sê alî ya Rusya, Îran û Tirkiyeyê bibîr xist û wiha  got: “Serokkomarê Tirkiyeyê ji civînekê derbasî civînek din dibe. Lê di her civînekê de, polîtîka, aborî û siyaseta heyî bêtir têk diçe. Polîtîkayên Îranê, polîtîkayên Rusya, Sûriye, Kurd, jin, aborî, perwerdê û çandiniyê têk çûne.

Soylu her roj sûc dike

Bulbul, bal kişand ser serdana Suleyman Soylu ya li Amedê û wiha bang li dikandaran kir: “Hûn jî herin li ber deriyê Suyleyman rûnin. Ji Suleyman re bêjin, ‘Ji bo ku tu herî li ber deriyê HDP’ê rûnî tu ne bûyî wezîr. Ji bo ku tu pirsgirêkan çareser bikî tu bûyî wezîr.’ Suleyman Soylu û cemaeta wî her roj li dijî Kurdan û demokrasiyê sûc dikin. Mirovên mezlûm ên zarokên wan çûne  çiyê bi kar tînin û bi vê yekê sûc dikin. Em ji wan dayikan re dibêjin, li ber deriyê HDP’ê rûnenên.”

Divê hesabê 17 hezar kesan bidin

Bulbul, da zanîn ku divê berî her tiştî hesabê cînayetên kiryar nediyar ên 17 hezar kesan bên dayîn û wiha pê de çû: “Em dixwazin hesabê Mehmet Sîncar, Mûsa Anter, Ugur Mumcu û Bahriye Uçok bên dayîn. Ji xwe divê li ber deriyê we hemû Tirkiye rûne. Lê deriyekê we jî li holê tuneye. Bi rastî jî Suleyman Soylu tu pir bêwesfî. Suleyman Soylu, cemaeta xwe jî bigire û herê li Qendîlê çalakiya rûniştinê li dar bixe. Zarok ne li Amedê, li Qendîlê ne.

ANF / WAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found