biçûk bûm…

biçûk bûm, gava min tu nas kirî…

biçûk bûm, bi qasî ku nikaribim di nav jiyanê de bi keys bibim…

biçûk bûm, gava te rûyê xwe yî sorikî li ser Gaza Topê nîşanî min da û xwe bi min da nasîn…

biçûk bûm, gava agirê ji tekerên şewitandî hilbû li ser çiyayê Elbatê û min gote qey çiya dişewite…

biçûk bûm, gava kalemêrî gote min, “kuro law ka çiyayê rût dişewite? Îro Newroz e, ew agirê Newrozê ye…”

biçûk bûm, gava min tu nas kirî bi tevgerên canexortên bajarokê min î dêrîn ku bi dilekî kawayî her sal, berêvara bîstê Adarê, li çarmedora bajarokê agir dadidan û te bi mirêsdariya dîroka xwe, xwe li me nû dikir…

biçûk bûm, gava pê hisiyam ku tu bi agirê xwe qayîş bi agirê dilê mirovên warê min dikişînî…

biçûk bûm, gava bengbenga biharîn agir di dilê min de dadida, min qaydeya te dikir û berê xwe dida agirê dilê xwe…

biçûk bûm, gava min min zanî tu rojgera du dilên agirîn î ku dilê mem bi kezeba zînê dişewitîne û kezeba zînê jî bi agirê dilê mem dax dide…

biçûk bûm, gava haya min jê çêbû agirê te ne tenê ji bo şewitandina dilan e…

biçûk bûm, gava di şevekê de kurdbûn li hemû agiran hat qedexekirin…

biçûk bûm, gava min bihîst ku agirê te bi sê dendikên niftikê hatibû hilkirin û berê xwe dabû azadiyê…

biçûk bûm, gava hevalxortên min bi çepilê min girtin û ez birim xistim qemçika govenda agir…

biçûk bûm, gava parçe û piçikên dil û ziravê min î qetandî bi agirê te bi hev ve hat kelijandin…

biçûk bûm, gava zanîn li me asê bûbû û me dixwest em xwe nas bikin, agahiyeke ji agirê xwenasînê şewqa xwe ji ser bedenên bajarê min î bedenî xwe gihand min û ez li pêşberî agirê ku ji ser bedenan hil bûbû mabûm zendegirtî…

biçûk bûm, gava min li dûrî waran bi pêxistina findekê hil kir agirê te û gundiyên warê gurê boz gotin min, “xoce tu yekî romantîk î”…

biçûk bûm, gava dibûm şahidê her kêliya ku agirê te bi dil û can û koş û têkoşanê dihat gurkirin…

biçûk bûm, gava mirovên ku dil dabûn te her ku diçû agirê dil li xwe geştir dikirin û li dora te digerandin govend…

biçûk bûm, gava êdî agirê te bi pêxistina lodeke êzingan bêhejmar mirov li hev dihêwirandin…

biçûk bûm, gava êdî gurbûna agirê te û agirê di dilê mirovan de bûbû yek…

biçûk bûm, gava dil li min jî bûbû agir…

biçûk bûm, gava agirê te di esmanan de jî hilnedihat…

biçûk bûm, gava tu hil bûyî, gur bûyî, geş bûyî, mezin bûyî…

biçûk im, bi qasî ku nikaribim agirê te di dilê xwe de bihewînim…

hê jî biçûk im…

* ciwanbêjiya kesane bo Newrozê

Yazarın diğer yazıları