Bijî Serok Apo

Elmanyaya ku di warê dadwerî û hiqûqê de bûye babeta dersên hiqûqzaniyê mixabin di meseleya Kurdan de tim di sinifê de maye û dimîne.

Nizanim hewce dike mirov carek din pevçûna di navbera keyserê Elman û aşvanî de bi bîr bîne. Keyserê wê demê yê li Potsdamê dixwest aşa cîranê xwe bistîne û li ser seraya xwe zêde bike, him jî bi pere dixwest. Lê aşvan nedixwest aşa ku ji bav û kalên wî mayî bide keyser. Herêna û rikberiya di navbera wan de digihije astekê û keyser dibêje: ‘Ez dikarim vê derê ji te bistînim, ez keyser im.’ Aşvan jî dibêje;’Rast e tu keyser î, lê ji bîr meke ku li Berlînê jî dadger hene.’ Ew bûyer ji serdema keyserî û melîkiyê maye.

Lê ew aş hîna jî li cihê xwe ye, seray jî li cihê xwe ye. Her sal dibe warê serdangeha bi milyonan mirovî, bi milyonan mirov aşvanî bi bîr tînin. Her wisa rêzê ji keyser re jî digirin, lewra keyser jî be serî li reva ji hiqûqê nedaye. Xwestiye bandorê li aşvanî bike, lê dema perdeya hiqûqê xwe li ser wî ferz dike, ew jî serê xwe ditewîne, qebûl dike. Ev babet di dersên zanîngehan de wek nimûne dihête nîşandayîn.

Babeta ku em dixwazin horşo bikin û vegerîn ser jî qedexeya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya berî 25 salan li Elmanyayê dest pê kiriye ye. Ev qedexe heta niha gelek xisar daye civaka Kurd û Elman. Elmanya ji vê qedexeyê ti sûdê bi dest nexistiye. Dibe ku dilê serdestên faşîst ên dewleta Tirk xweş kiribin, dibe ku di encama têkiliyên kirêt yên dewletî de hind berjewendiyên neheq bi dest ve anîbin, lê ji aliyê maf, dad, nirx û tevahiya pîrozahiyên mirovantiyê ve sedîsed wenda kiriye. Elmanya îro an jî siba misoger wê rexnedana vê babetê bide. Wê rêveberên Elman bêjin; me şaşî kir, her tişt ne di destê me de bû, dewletên serdest yên dinê vêna li ser me jî ferz kirin, NATO yê wisa xwest û wd.

Lê ev xweparastin wê têrî neke, xisara madî û manewî ya li civaka Kurd ketî wê ti demê neyê vegerandin. Bi deh hezaran Kurd û dostên wan ji ber dirûşma: Bijî Serok Apo û PKK ê hatin darizandin, ceza girtin. Gelek kes ji ber vê sedemê ji Elmanyayê hatin derkirin, mafê rûniştinê nedan wan. Gelek jî ji mafên li Elmanyayê yên civakî, siyasî û çandî nekarîn sûdê wergirin.

Di meş û mîtîngan de ku bi mebestên herî rewa û paqij dihatin lidarxistin jî Kurd û dostên wan li rastî destwerdana polîs û dadgehan dihatin, hê jî dihên.

Berî her çalakiyê neçar in bang û hişyariya polîs a dibêje: Nabe ku navê PKK ê û Ocalan hildin û danasîna wan bikin, dihête kirin. Ev bang bêguman him ji bo kesên organîze dikin û him jî ji bo çalakvanan wek êşkence ye. Di du salên dawiyê yên xebata di nav Meclîsa Gel a Berlînê de ez jî gelek caran leqayê wê êşkenceyê hatim. Çênabe tu navê serokê xwe hildî, çênabe tu navên sazî û dezgehên xwe yên ku îro pêşengiya mirovahiyê dikin, biqîrî.

Di ser de jî neçar dimînin bi devê xwe qedexebûna wê ragihînin. Bifikir in ku çi êş û êşkenceyeke dijwar e!

Niha biryara dawiyê ya dadgeha Berlînê ya derbarê Felix Arif Rhein de dayî di rojevê de ye. Dadger û dozger herdu jî dibêjin; em jî PKK û Ocalan wek terorîst nabînin. Fikra me ne li gorî ya dewletê ye, lê mixabin qanûn wiha dixwaze. Helbet ev doz nayê wateya dozeke emsal ya li hemberî qedexeya PKK ê. Dadgeh ji ber ku polîs banga xwendinê negihandiye Arîf Rheîn ceza nedaye. Ne ku bi awayekî din e.

Lê li vir mirov dikare bûyera aşvanê Potsdamê bi bîra hakîm û dageha Elmanyayê bixe. Êdî ew gotinên ku dilê Kurdan xweş dikin jî têrî nake. Divê dadgeh, dozger û dadger kulma xwe li maseyê bixin û bêjin: Rastî ev e! PKK ne rêxistineke terorîst e, Ocalan rêberekî siyasî û îdeolojîk a gelê xwe ye.

Nexwe hîna wê bi hezaran kesên wek Arîf Rheîn wê biçin ber deriyê sar a dadgeha Elman û dadger jî ceza bidin wan. Ev qedexe xizmeta şerê qirêj a dewleta Tirk a faşîst dike. Ev qedexe dibe sedem ku deh hezaran Kurd bên kuştinê, Elmanya bi awayekî rasterast tevli şerê qirêj dibe. Ev jî ji bo çanda demokratîk û dîroka têkoşîna mafên mirovan a Elmanyayê re neheqiyeke mezin e.

Em bawer in, eger ev qedexe rabe û Ocalan û PKK bi awayekî zelalî ji gelê Elman re bêhêne gotin û naskirin, wê gelê Elman jî biqîre û bêje: Bijî Serok Apo…

Yazarın diğer yazıları