Bikarînana internetê  –   Gulê HESEN

Tor û tevna cîhanî ya ku bi mîlyaran rûpelên web (wêb) ên xwedî agahî bar dike, bername, lîstik û hwd. çalak dike, ketiye destê her kesî. Ji bo hêsankirin û bipêşdeçûna cîhanê, tor û tevneke baş e. Mirov dikare ji pêşketin û daneyên wê, pir sûdê bigire. Lê ev yek li ser mirov û asta wî ya têgihiştinê dimîne. Dema mirov internetê baş bi kar bîne, deriyên zanist, lêkolîn, lêhûrbûn û fêrkirinê, ferehtir dibin. Hevaltiya bi kesên ne ji heman herêmê ango ne bi heman zimanî jî pêk tê. Yanî mirov ya rfast bibêje heger internet rast bê bikarînan, heta dawîyê jî hevalekî baş e. Lê dema mirov bi awayekî xirab bi kar bîne, bobelat e! Bêguman, zirhêz û hegomonên ku pêşketin û peresanan hemûyan girêdayî xwe dikin û bi xwe serbazîya wan dikin, dilop dilop wan peresanan, diherikînin Rojhilata Navîn.  Armancên wan ên herikandina van peresanan jî bazirganî, seqetîya mejî û hewcepêkirinê ye. Jixwe ji berê de jî van hêzan Rojhilata Navîn kirine dewlika taqîkirin û tecrubeyên xwe û keysa xwe lê anîne. Ne tenê ev di ser de jî diravan jê digirin.

Ji ber ku em li Rojavayê Kurdistanê dimînin, em dikarin bandora neyînî ya internetê ya li ser civaka Rojava bînin ziman. Her kes rewşa Rojava û salên ku tê re derbas bû, baş dizane. Li ser Rojava gelek pîlan û bazar hatine kirin. Hin ji wan bazaran bi awayekî eşkere û pir beloq xuya bûn û hin jî hino hino bi rizandina civakê ya roj bi roj re, têne der. Piştî ku inernet bi vêketina şoreşê re çalaktir bû, êdî pir guherîn û sergêjî bi xwe re anî. Bi rêya rêklam û handanên ku bi internetê çalak dibin, bi sedhezaran kes ji xelkê Rojava ji ser axa xwe koç bû. Koçkirin û valakirina Rojava bû bahane ku her kes heta bi dayik û bavên ku nizanin bixwînin jî internetê bi kar bînin û bi rêya alavên teknîkê, hezkirin û dilnazîya (atîfe) xwe sivik bikin. Vê yekê hişt ku nirxê hezkirinê jî bi rêya teknolojiyê pêk were û weke ku va rêya gihiştina hev hêsan bûye, ma çi hewce ye zarokên me vegerin ser axa xwe! Ne tenê ev, bername û lînkên ku bi rêya internêtê çalak dibin aqil û mejiyê ciwanên ku li ser axa xwe mane jî birine. Lîstikên mîna (BUBG) ku derûniya êrişkirin, şerkirin û nearambûnê çêdikin derketin pêş û wilo li lîstivanên van lîstikan kirine ku derdor û berpirsyariyên xwe jî ji bîr bikin. Bernmeyê ku inernet wan çalak dike, bi rêyên cuda, mirovan di ezmûnan re derbas dikin. Çawa? Dema mirov li bernameyên mîna youtube, google, instagram û hwd. dikole, derûniya mirov ji wan re xuya dibe û êdî li gorî asta mirov, vîdyo û nivîsan pêşniyar dikin. Jixweber girêdana mirov bi xwe re çêdikin. Êdî çi yeka\ê li çi bigere, bi sedan pêşniyar û vîdyoyên ku wê lêgrînê geştir dikin, derdikevin pêşiyê. Bi vî awayî bi saetan di telefona xwe de dimîne bêyî ku li xwe hayîl bibe û serê xwe jî ji ser rake.

Interneta ku qaşo weke peresan û pêwîstîyekê derketiye pêş, di nava civakê de bûye sedema paşketinê û ji gelek alîyan ve bûye bela serê civakê. Gelek kesên ku inernetê bi kar tînin û bi taybet ciwan û zarok, dema xwe, tendirustiya xwe, bîra xwe û her tiştê xwe li ser internetê xerç dikin. Li şûna ku bibe tor û tevna girêdanê, bûye ya ji hev belavbûnê. Di malan de şevbuhêrk, civat û kombûn pir kêm bûne. Êdî endamên malê ji hev dûrketine û bûne xerîbên hev, li vir tenê nesekiniye êdî hiştiye ku mirov bi xwe jî bibe xerîbê xwe û ji xwe û naskirina xwe dûr bikeve. Xwendina pirtûkan û fêrkirin jî li paş mane. Bandora vê yekê bêhtir li zarok û ciwanan heye. Gelek bername û agahîyên di internetê de, ji bo ku civakê xirab, belawela û perîşan bikin, belav dibin. Internet bûye mîna maddeyên hişbir û ketîye damarên her kesî.

Yazarın diğer yazıları

    None Found