Bila êdî tabûta me li ser milê sibatê neçe!

Her sal dema Sibat tê, wek ku ezman perdeyek reş bi ser hestên mirov de ji jor heya jêrê berde, reşahiyek li ser dilê mirov rûdinê. Mirov her Sibatê wek ku rastî bêbextiyeke din hatibe, diveciniqe û nifiran li vê bêbextiyê dibarîne. Hinek birîn hene, wer kûr û xedar in ku qet bawer nakim şopa wê ji hest û mêjiyê mirov biçe. Wek birîna 15’ê Sibatê. Her Kurdek,  her jinek wê demê di kîjan temenê de bûye bila bibe, wek ku di wê kêliyê de bi cih maye, wek ku hemû wext di wê kêliyê de sekinîbe, 18 salên bi vê giraniyê bihurandin. Dema mirovan canê xwe da ber êgir, jin, zarok, kal û pîran, wexta gerîlayên azadiyê bedena xwe kirin bombe û hêrs û kîna xwe bi ser dijmin de teqandin, wê demê mirov bi asta vê bêbextiyê hesiya û hîna jî dihese. Mirov bêguman bi êşa wan re, bi êşa vê bêbextiyê dihese. Asta bêbextiyê ku hemû dewlet bûne yek, berovajî ku Kurd bêhêvî û tine kir, Kurdan êm kir ku ger yekîtî û yekdengî nebe, wê hêj gelek bêbextiyên wisa werin serê wan, ji bo wê bûne xelekek ji agir li dora Rêberê xwe.

Di rastiyê de dema mirov dizivire û li 18 salên bihorî dinêre, gelek tişt ji me birrin, lê gelek tişt hatin bidestxistin jî bi wê bêbextiyê. Ez ê behsa tiştên ji dest çûyî nekim, ji ber ku armanca kirêt a vê bêbextiyê jixwe nîşan dide ka wan komplogeran çi pîlan dariştibûn û dixwestin çi bikin. Her çend rêya diçû Îmraliyê rêya qirkirina gel û neteweyekî bû, berovajî hesabên ku dagirkeran dikirin gelek tişt bi Kurdan dan qezenckirin. Yê bi Kurdan da qezenckirin, yê ev çarenûsa ku te digot hezarê salan li ser eniya Kurdan û xelkê herêmê hatiye nivîsandin, guhert, berxwedana 18 salan a Rêber Apo bû. Dema Rêber Apo dîl hat girtin, dem li gel me hemiyan bi awayekî sekinî, Lê li gel Rêber Apo wê serdemê nû destpê kir. Şer bi xwedayên zilmê bi dawî nebû, berovajî ji nû ve dest pê kir. Şerê dîrokî yê bi pergala mêrê bihêz û hîlebaz re di giraveke dûr û di nava çardîwarên Îmraliyê de, dîsa geş bû. Ev şer, şerê lawikê xwedawendên pîroz bi Enkîdoyên serdemê re ye. Belê bêguman bandora bêbextiya 15 Sibatê herî zêde li ser jinan çêbû. Jinên ku hemû hêviyên xwe yên azadiyê di Rêber Apo de dîtin, bi felsefeya wî bûne partî û artêş, wêrek bûn di şerê bi xwedayên zilmê re. Wek ku dîsa dîrok xwe dubare bike û tu sedan salên din ji têkoşînê bi paş ve bimînî, wek ku êdî mêrê serdest tabûta te danîbe ser milê xwe û ber bi goristana şaristaniya modernîteyê ve bimeşe, em jin ji bêbextiya 15’ê Sibatê tirsiyan. Me li tabûtên xwe tenê temaşe kir! Wek ku çavê me bigirin, wek ku me siwarî keştiyên sirgûnê bikin, wek ku destê me kelebce bikin û wek ku me di nava çar dîwaran de dîl bigirin… Me li pêş xwe leylaneke bê ser û binî dît…

Wê kêliyê ku em fikirîn em bê nefes mane, seqema Sibatê em qerisandine, berfîna di bin vê seqemê de serî rakir. Em hema li kêleka zinaran bi bask bûn. Ev gotin her çend dişibin roman, helbest û çîrokan jî, ew kêlî tenê bi vî rengî wê were gotin û bikeve dîroka azadiya jinan. Her nefesa germ a ji Îmraliyê hat, cemedên li ser bedena me ji hev vekir û heland. Ew tenê ma ji bo em êdî tama êşa tenêtî û tecrîdkirina ji aliyê zaliman ve, netamijînin. Ji bo em êdî li ber deriyê qesr û serayan nebin kole û parsektiyê nekin, kêliyekê ji xeyalên azadiyê bi paş ve gav neavêt, ew jî di cihekî wek girava dûr a Îmraliyê de. Wê demê gelo bi qasî roja destpêkê ya vê bêbextiyê, dilê me diêşe? Gelo ketina sala 18. a vê bêbextiyê, me diveciniqîne û em ji xwe re dibêjin; cihê wî ne li wir e! Rêber Apo têkoşîn û berxwedana me ye di rastiyê de. Ji bo dîwarên lêkirî yên di navbera me û azadiyê de hilweşin li piştî dîwarên bilind dîl hatiye girtin. Ew hestên roja destpêkê em ji bêhêvîtiyê rizgar kirin, em rakirin ser piyan û hêza têkoşînê da me, îro dikare wan dîwaran jî hilweşîne. Ew bayê hênik ê ku rûyê me di buhara piştî wê bêbextiyê de geş kir, îro wê dîsa me û wî bîne gel hev. Nabe em jin fêrî vê dûriyê bibin, nabe em fêr bibin ji dûr ve hesreta bayê azadiyê bikşînin. Em xwe fêrî vê bêbextiyê nekin, ger wisa be, wê roj were êdî em ê bi ti bêbextiyekê, bi ti koletiyê û desthilatdariyekê li ser dil, mêjî û bedena xwe nehesin. Wê hestên me bitevizin û dîsa gelek Sibat wê xwe dubare bikin. Bila êdî tabûtên me li ser milê reşahî, zivistan û Sibateke din, ber bi goristanê ve neçin…

Yazarın diğer yazıları