Bila hemû dewlemendî li Başûr neteweyî bibe

PDK bi salan e ku hemû berhemên sererd û binerd li Başûrê Kurdistanê difiroşe Tirkiyeyê. Li Başûr petrol bi mekanîzmayeke rewa û qanûnî nayê firotin, belkî her şexs li gorî lihevkirina ku bi welatên derve re kiriye petrolê difroşe û pereyê wê jî dixe berîka xwe. Jixwe ji bo van kesan ku bi salan e di vê bazara reş de sermayeyên mezin bidest xistine, ne girîng e ka petrolê difroşin kê, ya girîng ew e ku kesê li hember pereyên wan bidin.

Di wexta xwe de Şahê Îranê, petrola Îranê wek van rayedarên Başûr bê hed û hesab difirote welatên Ewrûpî. Serokwezîrê hingê yê Îranê Mihemed Musediq roja 8´ê Adara sala 1951’ê pêşniyaza xwe ya ji bo neteweyîkirina petrolê da meclîsê. Li gorî vê yekê pêwîst e hemû şirketên petrolê bikevin xizmeta dewletê bi xwe. Bi vî awayî pêşî li vê yekê were girtin ku şirketên biyanî li ser dewlemendiya welat serwer bin û li gora dilê xwe petrolê bifiroşin. Bi baweriya min li Başûrê Kurdistanê divê hemû dewlemendiyên sererd û binerd neteweyî bibin, ango berhemên wan bikevin xizmeta neteweyî û ya xelkê. Jixwe neteweyîbûn ji ax, av û ruhê mirovan destpê dike ku taybetmendiyên heyî yên mirovekî azad û welatparêz e. Em bila li vir di nava alên kesk û sor de bixemilin, lê eger ax, av û ruhê me xizmeta rengekî din dike, wê demê wê ala sor a hundirê wê nîvheyv her li ser serê me biheje. Mijar li vir ne al e, lê wer lê hatiye kirin ku mijarên neteweyî ku di koka her civakê de veşartiye di mijarên wisa ji rêzê de were bêwatekirin. KCK’ê pê li damara Nêrçîrvan Barzanî kir beriya niha bi demekê. Her kesî dizanî Nêçîrvan çawa petrolê difiroşe Tirkiyeyê û bi wî awayî Tirk bombeyan çêdikin û bi ser serê Kurdan de dibarînin. Niha ku KCK´ê behsa goşeyek biçûk ji vê rastiyê kir, Nêçîrvan hema kete parastina xwe û got; “Bila PKK dest wernede karên hundir ên Başûr!’ dipirsim jê Ey Nêçîrvan, gelo te tiştek li ser vê axê xwemalî û hundirîn hiştiye, êdî dijminê xwînî yê vî welatî li benda nêçîra çi ne gelo Nêçîrvan! 

Dixwazin hewayeke wisa çêbikin ku PKK li dijî dewlemendiya Başûr e, nizanim lûleyên petrolê diteqîne. Heta şerm nakin û zêdetir bi pêş ve diçin ku ji ber vê yekê demeke li Başûr qeyrana aborî heye. Îja werin ji xwe re li vê sosretê binihêrin, yên difiroşin, talan dikin, didin kuştin û li ber deriyê erbabên xwe mineta bêwijdaniya wan dikişînin, felsefeya netewebûnê dikin. Li Başûrê Kurdistanê di serî de divê kampanyayek wek ‘Dewlemendiyên me neteweyî bibin’ were destpêkirin. Ger em xwedî li av, ax û enerjiya xwe dernekevin wê demê em nikarin jiyaneke azad û wekhev ava bikin, bila deh dewletên me jî hebin, tu wateya wê nîne. Bila petrol neteweyî bibe, ji bo dizekên vî welatî li ser nirxên pîroz di kirasê xwe yê derewîn de nebin xweda li ser serê xelkê. Bi neteweyîkirina ax, av û enerjiyê em ê pirtik pirtik di pozê dizekan re bînin xwarê. Divê gotina herî rast û di cih de ew be ku kesên petrola vî welatî didin dijminê gelê Kurd, ne hevkar, qatilên gelê Kurd in. 

Yazarın diğer yazıları