Bila kes nemire

Ji bo dengê Leyla Guven were bihîstin, rewşenbîr, nivîskar û helbestvan li Enqereyê li hev civiyan. Rewşembîran li salona civînê ya Rêxistina HDP’ê ya Çankayayê li ser rewşa guvenê daxuyaniyek da. Pankarta bi nivîsa “Bibin dengê Leyla Guven, bila kes nemire” li salonê hate daliqandin.

Serokê HDP’ê yê Enqereyê Huseyîn Gevherî di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji Leyla Guven re xwest û got, “Em ê bibin dengê ji hepsan bilind dibe û berxwedan wê teqez bi ser keve.”

Nivîskar Fîkret Başkaya jî got, “Ya ku tê xwestin, daxwazeke mafdar û rewa ye. Nabe ku em li pêşberî rewşeke wiha bêdeng bin.”

Mehmet Ozer jî got, “Tecrîd êrişa li dijî rûmet û mafên mirovan e. Rabûna li ber tecrîdê, helwêsteke insanî û hebûnî ye.”

Fîkret Aslan jî got, gelekî girîng e ku banga Leyla Guven were bihîstin.

Hevserokê ÎHD’ê yê Enqereyê Fatîh Kanat li ser mijarê wiha axivî: “Rêya çareseriya pirsgirêka Kurd di daxwazên Leyla Guven de tê dîtin. Ji bo kesek nemire, divê tavilê ev pirsgirêk were çareserkirin.”

ANF/ENQERE

Yazarın diğer yazıları

    None Found