Bila li qeyûman bibe jehr

Dayikên Aştiyê, li Wanê got, ew ê heta dawiyê li dijî tayînkirina qeyûman li ber xwe bidin: “Em naxwazin kesên tayînkirî şaredariyên me bi rê ve bibin, bila kesên hatine hilbijartin bi rê ve bibin.”

Dayikên Aştiyê, tayînkirina qeyûman şermezar kirin û bang li her kesî kirin ku xwedî li vîna gel derkevin.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Cahîde Olmez, got, “Me ev şaredarî bi dengê xwe, bi vîna xwe bi dest xistin. Em ê xwedî li vîna xwe û şaredaryên xwe derkevin. Em dayik dixwazin jin û gelên me rabin ser piyan. Keda bi sed hezaran mirov li van bajaran hene. Loma divê her kes xwedî li vê kedê derkeve.”

Zekiye Kaya jî tayînkirina qeyûman a sala 2016’an bi bîr xist û got, “Hevşaredarê me yê berê Bekir Kaya sê sal in bi awayekî neheq girtiye. Li Tirkiyeyê edalet û hiqûq nemaye. Cihanê xwe li nebihîstine daniye. Li kesên dengê me dizîne bila bibe jehr û ziqûm.”

Dayika Aştiyê Besiye Akdogan jî got, “Di 31’ê Adarê de em bi derfet û keda xwe xebitîn û em bi ser ketin. Em dayik vê heqaretê qebûl nakin. Xwedê vê zilmê qebûl neke. Ji bo ev zilm û neheqî biqede em her roj dua dikin.”

MA/WAN 

Yazarın diğer yazıları

    None Found