Bila parlamanto li ser meselê bicive

Ji komên partiyên cuda yên li parlamentoya Herêma Kurdistanê doh bi fermî 15 parlamenteran bi daxwaznameyekê ji serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê xwestin ku ‘ji bo guftûgokirina derbarê êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê’ bila parlamento civînek asayî lidar bixe.

Parlamenterên ku daxwazname pêşkêşî parlamentoyê kirine yên komên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê), Tevgera Goran, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê ne.

Parlamenterê koma Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Mem Burhan Qanih ku îmze avêtiye binê daxwaznameyê ji ajansa nûçeyan Rojnewsê re axivî û got: “Dema ku rûniştin pêk hat, em ê daxwaz bikin ku erka hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê serweriya xwe biparêze. Ev berpirsyartiyekî nîştimanî, yasayî û mirovî ye. Pêwîstiye Parlamentoya herêmê derbarê wê de bi erka xwe rabe. Hêvî dikin ku encama vî dengê nerazîbûnê hebe. Da ku êdî serweriya welatê me neyê binpêkirin.”

Divê tarîxa rûniştinê diyar bike

Li gorî benda 1 ya madeya 66 ya rêziknameya navxweyî ya parlamentoya Herêma Kurdistanê 10 parlamenter dikare daxwazekê pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bike, da ku mijarek giştî bêxe rojevê. Ji bo di nava hikûmet û parlamentoyê de ji bo berjewendiyên giştî guftûgo pêk were.

Her wiha li gorî benda 3 ya heman madeyê divê Desteya Serokatiya di nava 14 rojan de dema vê rûniştinê eşkere bike.

891 îmzeyên hatin komkirin

Her wiha  20’ê Hezîranê jî komek rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ku di nava wan de Ebdullah Mela Nûrî, Şêrko Heme Emîn, Hewjîn Mela Emîn, Umît Qeredaxî, Şoreş Xidir jî hebûn bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, kampanyayek dabûn destpêkirin. Pêr 891 îmzeyên hatin komkirin radestî parlamentoya Iraqê kirin. Di 30’ê Hezîranê de jî li dijî dagirkeriyê daxwaznameyek pêşkêşî parlamentoya Herêma Kurdistanê kiribûn û xwestibûn bicive.

HEWLÊR

Yazarın diğer yazıları

    None Found