Bila werin bi çavê xwe bibînin!

Piştî êrişa dagirkeriyê ya li dijî herêma Bradostan, derket holê ku deverên din jî di hedefa vê dagirkeriyê de ne; û ne diyar e ka çiqas ji xaka Başûr di bin navê şerê li dijî PKK ê de hatiye firotin. Lê sewqiyata leşkerî ya ku rasterast di nava bajarê Dihokê de pêk hat, nîşan da ku amadekariyên ji bo êrişa bi armanca dagirkeriyê li herêmên Heftenîn, Metîna û Garê heye. Bi vê yekê re diyar dibe ku tenê çend parêzgeh û bajarok di destê hikûmeta herêmê de dimînin. Bejahiya tevahiya herêma Kurdistanê ji dagirkeriyê re tê pêşkêşkirin. Ya DAIŞ´ê dixwest beriya bi çend salan bike û wê demê jî Tevgera Azadiya Kurdistanê jê re bû asteng, îro dewleta faşîst a Tirk dike. Gundên herêmê bi rê û rêbazên cur be cur tên valakirin. Bi êrişên hewayî yên li ser hêrêmê û qetilkirina bêperwa ya xelkên medenî dixwazin çavê gel bitirsînin û xelkê ji cih û warê wî bikin. Balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser gundan re nizm difirin û belavokan belav dikin; ji xelkê dixwazin destekê bidin wan û gundên xwe vala bikin. Parastin û MÎT bi awayekî hevbeş xebatekê di nava gundên van herêman de dimeşînin û ji xelkê dixwazin malên xwe vala bikin. Hewl didin hinek eşîran jî qaneh bikin û heger nebe jî bi pere yan jî bi gefan û darê zorê wan neçar bikin cih û warên xwe berdin, berê xwe bidin navendên bajaran. Bi vî awayî tevahiya bejahî ango gundewarên herêmê radestî dewleta Tirk bikin. Vê yekê jî di bin navê şerê li dijî PKK ê de dikin. Medyaya PDK´ê bêşermane radibe û rûdinê behsa şerê di navbera PKK û dewleta Tirk de dike.

Heger ew medyayeke ser bi îstixbareta Tirk nîne, ger berdevkiya Erdogan nake, heger rast û durust e, çima rojekê ji wan nayê û weşana xwe li van herêman nakin. Çima yek ji wan heta Kortekê nayê û bi çavê xwe li rastiyan temaşe nake û ji temaşevanan re ranagihîne. Gotina bi rengê ´di encama şerê di navbera PKK û dewleta Tirk de xelkê medenî hatine kuştin´, bûye benîştê ser zimanê medyaya hevbeş a Parastin û MÎT´ê. Jixwe, diyar e ji berê ve ev yek plan kirine û weke berê jî gelek belge hebûn, polîtîkaya xwe û xeta xwe ya weşanê bi hev re diyar û serwîs dikin. Em jî rojnamevan in, û vê meydanê dişopînin, heger ew medya îdîa dikin bêalî ne, û dibêjin, em ne şirîkê vê dagirkerî û van komkujiyan in, bila werin û em bi hev re biçin wan cihên ku dibêjin şer di navbera PKK û dewleta Tirk de heye. Niha ew haj pê nînin, dema nûçeyek bi vî rengî serwîs dikin çi qasî xelk bi aqilê wan û derewên wan dikene. Ji ber ku her kes van deveran pirr baş nas dike, li ku şer heye bi vê baş dizane. Niha gelek dever hene, qadên gerîla ne û leşkerên Tirk neketine wan deveran. Rêka Kortekê rêka di navbera bajarê Ranya ango herêma Raperîn û Qendîlê de ye, derxin û li ser xerîteyê lê temaşe bikin, ka dewleta Tirk kengê hatiye wir û agahiya me jê nebûye. Di komkujiya Barzaniyan de hêzên PDK´ê hiştin ku hêzên Îranî werin herêma wan û rejîma Sedam Hisên hat û bi hezaran kes Enfal kir. Di komkujiya sala 1988´an a Helebceyê de jî heman karesat vê carê bi destê YNK´ê çêbû. Pêşmergeyên PDK´ê Şengal di sala 2014´an de valakirin û hfermanek li milet rabû. Di şeran de gel tên kuştin û qetilkirin, jixwe, ev rêbazeke hêzên dagirker e; lê yên gel bêparastin bihêlin û li ber xwe nedin, mafê wan nîne hêzeke ku ji bo parastina gel ji her tiştî geriyaye û her tişt daye ber çavê xwe, tewanbar bikin. Ya ku hinek medyayên Başûrê Kurdistanê dikin, weşaneke bi xelaq nîne û ne li gorî rêbaz û uslûbê rojnamevaniyê ye. Hêza di şerê bi DAIŞ´ê re di serî de Kerkûk û Şengal, li her derî xwe ji bo gel feda kir û berevaniya berjewendiyên neteweyî kir, hêza ku nehişt DAIŞ bikeve Hewlêr û Silêmaniyê, heger wek tohmetbar were pênasekirin, ev bêhurmetî ji dîroka têkoşîna azadiyê re ye, bêhurmetiyê ji xwe re jî dikin. Yên van îdîayan dikin, heta doh ji tirsa DAIŞ´ê xwe ji siya Gerîla jî dûr nedixistin û pê re dimeşiyan.

Yên îdîa dikin ku berdevkiya dewleta Tirk nakin, bila werin, em weşaneke hevbeş li cihê komkujiya Kortekê bikin. Bila xelk biaxive. Heger îdîa dikin ku dengê gel in, bila werin, gel ji wan re bibêje ka çawa gerîla li ber xwe dide, çawa parastina mal û canê wan kiriye. Ez nabêjim, bila kes propagandaya ti hizbekê bike, wê her kes li gel guhdarî bike û ji nêrîna gel re bi hurmet be. Bila xelk bibêje bê ka şer di navbera PKK û dewleta Tirk de çêbûye yan na. Em biçin herêma Bradostan jî weşaneke hevbeş bikin, bila xelk bibêje ka kî peyatiyê ji dagirkeriyê re dike, kê ev xak parastiye, kê firotiye. Kî cilên pîroz ên pêşmergeyan li leşkerên dagirker dike û wan tîne li herêmê bi cih dike. Bila xelk bibêje ka kî ji dagirkeriyê re peyatiyê dike û di ser de jî zextê li xelkê dike; heger hûn nerazîbûnê nîşan bidin, em ê we ceza bikin. Her wiha hinek kesên xwe wek rewşenbîr bi nav dikin û derdikevin dibêjin, bila ev mesele bi diyalogê çareser bibe. Ew van herêman nas dikin, pêşmergetî jî kirine, madem rast in, bila bixwe werin herêmê û bibînin. Ew ne rast dibêjin. Çîrokeke bi navê birakujî tineye. Ey siyasetvan û rewşenbîr! Ewên tu ji wan re dibêjî bira, peyatiyê ji dagirkeriya Tirk re dikin, ji bo wê jî birayek li holê nîne ku şerê birakujiyê were kirin. Wê demê tu her kî bî, wek erka xwe ya civakî, tu jî were herêmê û di serî de gel û hêzên li vir li ber xwe didin li wan guhdarî bike û paşê biaxive. Madem tu behsa diyalogê dikî, tu bixwe were û navbeynkariyê bike ka kî xwe ji diyalogê dûr dike. Tenê ji dûr ve axaftina li ser ekranê TV´yê bi kêrî tiştekî nayê û qîmeta wê li gel xelkê tineye.

Yazarın diğer yazıları